هولير (روداو) – صرّح الرئيس التركي رجب طيب أردوغان عن العملية قائلاً: “مع القضاء على الإرهاب، ستنتصر ديار بكر وفان وبتليس”.
عُقد اجتماع مجلس الوزراء اليوم برئاسة الرئيس التركي رجب طيب أردوغان. بدأ الاجتماع الساعة الرابعة عصرًا واستمر ساعتين.
أدلى أردوغان ببيان عقب اجتماع مجلس الوزراء، وتحدث عن “عملية تركيا خالية من الإرهاب”.
سيستفيد 86 مليون شخص.
أكد أردوغان أن إمكانات تركيا أكبر بكثير مما هي عليه الآن، وقال:
“على وجه الخصوص، لم تتمكن مناطقنا في شرق وجنوب شرق الأناضول، على الرغم من جمالها الطبيعي والتاريخي الذي يبهر من يراه، من الحصول على المكانة التي تستحقها في السياحة لسنوات.
كان الإرهاب السبب الرئيسي لذلك. مع عملية “تركيا بلا إرهاب”، سنقضي على هذه العقبة تمامًا إن شاء الله.
مع القضاء نهائيًا على خطر الإرهاب، سيحقق جنوب وشرق الأناضول تطورًا مختلفًا. ستنهض مدننا في المنطقة من جديد.
عندما تكتمل هذه العملية بنجاح، ستستفيد منها بقدر ما تستفيد إسطنبول، وآمد، وأنطاليا، وفان، وبورصة، وبيتليس.
عندما نحقق هدف “تركيا بلا إرهاب”، إن شاء الله، سيستفيد كل فرد من سكانها البالغ عددهم 86 مليون نسمة.”
“لا نريد أن نرى إرهابًا”
أكد الرئيس التركي أنه لا يريد أن يرى أي نوع من الإرهاب في المنطقة، وتابع:
“نبذل قصارى جهدنا ونناضل من أجل هذا. لا مكان يُكتسب بالإرهاب والسلاح والأجندات الانفصالية، ولا يفيد أحدًا. نأمل أن يدرك الجميع هذه الحقيقة البسيطة.
نحن سكان هذه المنطقة ومالكوها منذ ألف عام. وكما أن ماضينا هو مستقبلنا المشترك، فمستقبلنا كذلك.
إنه واحد ومشترك. في الأربعين عامًا الماضية، عانينا كثيرًا ودفعنا ثمنًا باهظًا.
لا نريد أن نرى أي نوع من الإرهاب، لا في بلدنا ولا في بلدان جيراننا.
نريد أن نكرّس مواردنا للتعليم والصناعة والزراعة والصحة والسياحة، أي للتنمية الاقتصادية.
إن شاء الله، سننجح. سنحقق ذلك حتمًا كحكومة وائتلاف وكأمة.
سنعيش أيامًا سعيدة وممتعة في المستقبل. “لنبنِ معًا”.
“من دون الوقوع في الانقسام، ومن خلال الثقة في بعضنا البعض، ومن خلال توسيع القواسم المشتركة بيننا، ومن خلال التعامل مع بعضنا البعض بالتعاطف، سوف نسير معًا نحو غد أكثر إشراقًا.”
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê got, “Bi bidawîbûna terorê re dê Amed, Wan û Bedlîs qezenc bikin.”
Civîna kabîneyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat kirin. Civîna ku saet 16:00an dest pê kir, 2 saetan ajot.
Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da û behsa “Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror” kir.
“Dê 86 milyon kes qezenc bikin”
Erdogan da zanîn ku potansiyela Tirkiyeyê ji ya heyî gelekî zêdetir e û got:
“Bi taybetî herêmên me yên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê, tevî bedewiyên xwe yên xwezayî û dîrokî yên ku kesên ku wan dibînin matmayî dikin, bi salan e ku nekarîne cihê ku heq dikin di tirîzmê de bi dest bixin.
Sedema herî mezin a vê yekê teror bû. Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror re înşalah em dê vê astengiyê jî bi temamî ji holê rakin.
Bi bidawîbûna mayînde ya gefa terorê re, dê Başûr û Rojhilatê Anadoluyê bipêşketineke cuda bi dest bixe. Bajarên me yên herêmê dê rabin ser piyan.
Dema ku ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, dê bi qasî Stenbolê Amed, bi qasî Antalyayê Wan û bi qasî Bursayê Bedlîs qezenc bike.
Dema em bigihîjin armanca Tirkiyeya Bêteror, înşallah dê her endamekî 86 milyonî qezenc bike.”
“Em naxwazin terorê bibînin”
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew naxwazin li herêmê ti cureyeke terorê bibînin û wiha pê de çû:
“Em her tiştî ji bo vê dikin û têdikoşin. Bi teror, çek û rojevên cudaxwaz ti cih nayê bidestxistin û ji ti kesî re xêr jê nayê. Em hêvî dikin ku her kes vê rastiya sade bibîne.
Em 1000 sal in niştecih û xwediyên vê cografyayê ne. Çawa ku paşeroja me, pêşeroja me jî hevpar e.
Yek e û bi hev re ye. Di 40 salên dawî de me êşên gelekî mezin kişandin û bedelên giran dan.
Em naxwazin ne li welatê xwe û ne jî li ser axa cîranên xwe ti cureyeke terorê bibînin.
Em dixwazin çavkaniyên xwe ji bo perwerde, pîşesazî, çandinî, tenduristî, geştiyarî, bi kurtasî ji bo bipêşketina aborî terxan bikin.
Înşallah em dê bi ser bikevin. Em dê hem wekî desthilatdarî û tifaq û hem jî wekî milet vê yekê bêguman pêk bînin.
Em dê rojên bextewar û xweş ên paşerojê bi hev re ava bikin.
Bêyî ku em bikevin nav dubendiyê, bi baweriya bi hevdû, bi mezinkirina hevbeşiyên xwe û bi empatî nêzîkî hevdû bibin, em dê bi hev re ber bi sibehiyên geş ve bimeşin.”