أصدر صلاح الدين دميرتاش بيانًا جديدًا… صحيفة روداو (هولير) – أشاد الرئيس المشترك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش، بمواقف دولت بهجلي وأوزغور أوزيل، قائلًا: “السلام أولًا، السلام أولًا”.
أصدر صلاح الدين دميرتاش، الرئيس المشترك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي، بيانًا جديدًا على حسابه على تويتر.
أعرب صلاح الدين دميرتاش، المسجون منذ 9 سنوات، عن امتنانه لكلمات زعيم حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، الذي قال إن “إطلاق سراح دميرتاش سيكون خيرًا”.
وفي رسالته، شكر دميرتاش زعيم حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، وزعيم حزب الشعب الجمهوري، أوزغور أوزيل.
أشاد دميرتاش بموقف دولت بهجلي، قائلاً إنه “كسر المحرمات بشجاعة، وأثبت أن السلام لا يُبنى بالاستسلام للخوف”، وقال:
“أهنئه من أعماق قلبي وأشكره من أعماق قلبي”.
كما أشاد دميرتاش بأوزغور أوزيل، قائلاً إنه “أظهر مثالاً آخر على الشجاعة بموقفه المشرف ونهجه النقدي”، وأضاف:
“أهنئه من أعماق قلبي وأشكره من أعماق قلبي”.
“أولاً، سيختفي السلاح”.
أكد صلاح الدين دميرتاش على ضرورة وقف حمل السلاح، قائلاً:
“أولاً، سيختفي السلاح نهائياً ودائماً، هذا واضح”.
وأرجع دميرتاش أيضاً سبب ذلك إلى تصميم عبد الله أوجلان، قائلاً:
“لأن السيد أوجلان واضح وحازم في هذه القضية”.
كما أشار دميرتاش إلى دعم الرئيس التركي رجب طيب أردوغان، وتابع:
“السيد الرئيس يدعم هذه العملية.
وواجبنا هو دعم هذه العملية دون تردد.”
وأكد الرئيس المشارك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي أنه بدلاً من البقاء عالقين في أخطاء الماضي، يجب فتح صفحة جديدة، وقال:
“على الجميع أن يعلم ويتأكد؛ بينما نسعى لفتح صفحة جديدة معًا، إذا بقينا عالقين في أخطاء الماضي، فإننا سنرهن مستقبلنا أيضًا.
لا أملك هذا الترف، وفي هذا السياق، لا أشعر بأي غضب أو إحباط تجاه أي شخص.
الشعب يريد منا حل المشاكل.”
وفي ختام بيانه، أكد دميرتاش مجددًا على أهمية السلام، وقال:
“سنسعى لحل جميع مشاكلنا المتبقية معًا في ظل الفرص والظروف السياسية الديمقراطية، ولكن السلام أولًا، السلام أولًا.”
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, pesnê helwestên Devlet Bahçelî û Ozgur Ozel da û got, “Berê aştî, berê aştî.”
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nû belav kir.
Selahattîn Demîrtaşê ku 9 sal in girtî ye li ser gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku gotibû “Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran” spasiya xwe pêşkêş kir.
Demîrtaş di peyama xwe de spasiya Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir.
Demîrtaş pesnê helwesta Devlet Bahçelî da û diyar kir ku wî “bi wêrekî tabû şikandine û nîşan daye ku bi teslîmbûna ji tirsan re aştî nayê avakirin û got:
“Ez wî ji dil pîroz dikim û ji dil spasiya wî dikim.”
Demîrtaş her wiha pesnê Ozgur Ozel jî da û anî ziman ku wî “bi helwesteke birûmet û nêzîkatiyeke rexneyî mînakeke din a wêrekiyê nîşan daye” û anî ziman:
“Ez wî jî ji dil pîroz dikim û ji dil spasiya wî dikim.”
“Pêşî dê çek ji holê rabin”
Selahattîn Demîrtaş tekezî li ser rawestandina çekan kir û got:
“Pêşî dê çek bi awayekî teqez û mayînde ji holê rabin, ev yek zelal e.”
Demîrtaş sedema vê yekê jî bi biryardariya Abdullah Ocalan ve girê da û anî ziman:
“Ji ber ku Birêz Ocalan di vê mijarê de zelal û bi biryar e.”
Demîrtaş amaje bi piştgiriya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî kir û wiha pê de çû:
“Her wiha Birêz Serokkomar li pişt pêvajoyê ye.
Erkê ku dikeve ser milê me jî ew e ku em ji bo serkeftina vê pêvajoyê bê dudilî piştgiriyê bidin.”
Hevserokê berê yê HDPyê destnîşan kir, divê li şûna ku di nav xeletiyên berê de asê bimînin, rûpeleke nû were vekirin û got:
“Divê her kes zanibe û piştrast be; di dema ku em hewl didin bi hev re rûpeleke nû vekin de eger em di nav xeletiyên berê de asê bimînin, em dê paşeroja xwe jî îpotek bikin.
Lukseke min a bi vî rengî nîne û di vê çarçoveyê de ti hêrs û şikestineke min a taybet li kesî nîne.
Gel ji me çareserkirina pirsgirêkan dixwaze.”
Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de careke din tekezî li ser aştiyê kir û got:
“Em dê hewl bidin hemû pirsgirêkên xwe yên mayî di nav derfet û mercên siyaseta demokratîk de dîsa bi hev re çareser bikin lê berê aştî, berê aştî.”