إلهام أحمد: نظام لامركزي وديمقراطي ضروري لسوريا… هولير (روداو) – أعلنت إلهام أحمدي، الرئيسة المشتركة لدائرة العلاقات الخارجية في الإدارة الذاتية، أن المرحلة الحالية حساسة، ولا بد من إرساء نظام لامركزي وديمقراطي في سوريا.
وأكدت إلهام أحمدي استمرار حواراتها مع الحكومة الانتقالية في دمشق.
انعقد اليوم في مدينة الحسكة غربي كردستان مؤتمرٌ لتأسيس اتحاد الحرفيين تحت شعار “لنبنِ مجتمعًا ديمقراطيًا حرًا بتنظيم السوق الاجتماعي”.
ووفقًا لوكالة أنباء هاوار، حضر المؤتمر ممثلون عن مؤسسات مدنية وعسكرية وأحزاب سياسية وشخصيات دينية.
وكان من بين المشاركين أيضًا الرئيسة المشتركة لدائرة العلاقات الخارجية في الإدارة الذاتية، إلهام أحمد، ومطران جزيرة والفرات للسريان الأرثوذكس، مار موريس إمسيح.
“الشخصيات فقط هي التي تغيرت، والسياسة واحدة”.
أكدت إلهام أحمد في كلمتها أن سوريا تمر بمرحلة حساسة، وقالت:
“ما زلنا في بداية مرحلة إعادة الإعمار. مهما بُذل من جهود لتغيير الوعي، فإن الأنظمة الحاكمة تقاوم لحماية النظام المركزي”.
وأكدت إلهام أحمد أن الشعب السوري بأكمله ينتظر تغييرات جادة، وتابعت:
“أملنا هو سوريا لامركزية، ديمقراطية، ومتنوعة. ومع ذلك، تُبذل جهود جادة لترك هذا النظام على حاله.
الشخصيات فقط هي التي تغيرت في السلطة، والسياسة واحدة”.
“لا مجال للانتقاص من الإنجازات أو إنكارها”.
كما قدمت إلهام أحمد معلومات عن الحوارات مع دمشق، وذكرت أن هناك محادثات بين الإدارة الذاتية ومسؤولي الحكومة الانتقالية، وقالت:
“دول وسيطة مثل أمريكا وفرنسا تُحضر لاجتماعات، ونحن أيضًا نلتقي كسوريين”.
صرحت إلهام أحمد بأن المناقشات مستمرة حول دمج قوات سوريا الديمقراطية (SDF) مع وزارة الدفاع وقوات الأمن في وزارة الداخلية، وقالت:
“دمج قوات سوريا الديمقراطية وقوات الأمن الداخلي يندرج في إطار اللامركزية، وهناك اتفاق على ذلك. لا مجال للحل أو إنكار الإنجازات”.
وفي ختام كلمتها، لفتت إلهام أحمد الانتباه إلى أهمية عملية السلام في تركيا، وقالت:
“هذه العملية مهمة أيضًا لأمن سوريا، لأن حل القضية الكردية بالغ الأهمية للمنطقة”.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand, qonaxa heyî hestiyar e û divê ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk were avakirin.
Îlham Ehmedê her wiha got, diyalogên wan bi hikûmeta veguhêz a Şamê re berdewam dikin.
Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê îro bi dirûşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” konferansa damezirandina Yekitiya Esnafan hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHAyê, di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û kesayetên olî amade bûn.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Metranê Cizîr û Firatê yê Suryanên Ortodoks Mar Morîs Emsîh jî di nav beşdaran de bûn.
“Tenê kesayet hatin guhartin, siyaset heman e”
Îlham Ehmedê di axaftina xwe de destnîşan kir ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û got:
“Em hîn di destpêka qonaxa ji nû ve sazkirinê de ne. Her çi qasî hewlên guhartina hişmendiyê hebin jî, sîstemên desthilatdar ji bo parastina pergala navendî li ber xwe didin.”
Îlham Ehmedê da zanîn ku tevahiya xelkê Sûriyeyê li benda guhartinên cidî ye û wiha pê de çû:
“Hêviya me Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û pirreng e. Lê hewlên cidî ji bo hiştina vê sîstemê wekî xwe tên kirin.
Di desthilatê de tenê kesayet hatin guhartin, lê siyaset heman e.”
“Helandin û înkarkirina destkeftiyan nîne”
Îlham Ehmedê li ser diyalogên bi Şamê re jî agahî dan û diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û berpirsên hikûmeta veguhêz de danûstandin hene û got:
“Welatên navbeynkar ên wekî Amerîka û Fransayê civînan amade dikin û em jî wekî Sûriyeyî dicivin.”
Îlham Ehmed da zanîn ku li ser tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a bi Wezareta Parastinê û Hêzên Asayîşê ji bo Wezareta Karên Navxweyî nîqaş berdewam dikin û got:
“Entegrasyona HSD û Hêzên Ewlhiyê ya Navxwe di çarçoveya nenavendiyê de ye û li ser vê yekê lihevkirin heye. Helandin û înkarkirina destkeftiyan nîne.”
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got:
“Ev pêvajo ji bo ewlehiya Sûriyeyê jî girîng e, ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurdan ji bo herêmê pir girîng e.”