حزب الديمقراطية في السجون: “يجب إطلاق سراح دميرتاش ويوكسيكداغ فورًا”… هولير (رودوا) – بعد رفض طلب تركيا لدى المحكمة الأوروبية لحقوق الإنسان، ازدادت الآمال بإطلاق سراح الرئيس المشارك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش، وسياسيين آخرين في قضية كوباني.
زارت وفود من حزب الديمقراطية الرئيسين المشاركين السابقين لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش وفيغن يوكسيكداغ، وطالبت بالإفراج عنهما.
زار وفد من حزب الديمقراطية، مؤلف من الرئيس المشارك العام تولاي حاتم أوغلاري، ونائب إسطنبول جنكيز تشيشيك، صلاح الدين دميرتاش في سجن أدرنة.
كما زارت المتحدثة باسم حزب مؤتمر الشعوب الديمقراطي، ميرال دانيش بيشتاش، النائبة عن حزب الديمقراطية، فيغن يوكسيكداغ في سجن كانديرا في كوجالي.
بعد الزيارة، تلا حاتم أوغلاري رسالة دميرتاش أمام السجن.
ووفقًا للرسالة، قال دميرتاش: “آمل أن تزور اللجنة أوجلان في أقرب وقت ممكن لفتح صفحة جديدة”.
وقالت تولاي حاتم أوغلاري أيضًا:
“أصدقاؤنا مسجونون بشكل غير قانوني منذ عشر سنوات.
يجب تنفيذ هذا القرار فورًا وإطلاق سراحهم”.
“نريد أن نأخذ سجناءنا ونغادر من هنا”.
وقالت ميرال دانيش بشتاش أيضًا بعد زيارتها ليوكسكداغ:
“لم يعد هناك أي سبيل. لا توجد عقبات أمام حرية دميرتاش ويوكسكداغ، ويمكن إطلاق سراحهما اليوم”.
وأمام سجن أدرنة، رقص المواطنون على أمل إطلاق سراح دميرتاش.
قالت إحدى أمهات السلام: “يجب إطلاق سراح دميرطاش وأصدقائه. نريد أن نأخذ سجناءنا الآن ونغادر هذا المكان”.
وأضافت أم السلام، بيديا غوكغوز: “إذا أرادوا السلام، فعليهم إطلاق سراح سجنائنا السياسيين أولًا”.
من جهة أخرى، صرّح رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، بأن “إطلاق سراح دميرطاش سيكون خيرًا لتركيا”، كما قال الرئيس التركي رجب طيب أردوغان: “هذه دولة قانون. سنلتزم بكل ما تقرره المحكمة”.
بعد هذه التصريحات والتطورات، من المتوقع أن تُصدر المحكمة الجنائية العليا الثانية والعشرون في أنقرة قرارها، ويجري النظر في إطلاق سراح دميرطاش وسجناء قضية كوباني.
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku serlêdana Tirkiyeyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat redkirin, hêviyên ji bo berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên Doza Kobaniyê zêde bûn.
Şandeyên DEM Partiyê çûn serdana Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û daxwaza berdana wan kir.
Şandeyeke DEM Partiyê ya ku ji Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek pêk dihat, li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Selahattîn Demîrtaş.
Her wiha Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê çû serdana Fîgen Yuksekdagê.
Piştî serdanê, Hatîmogullariyê li ber girtîgehê peyama Demîrtaş ji raya giştî re xwend.
Li gorî peyamê Demîrtaş gotiye, “Hêvî dikim ku komîsyon di demeke herî nêzîk de ji bo vekirina rûpeleke nû biçe serdana Ocalan.”
Tulay Hatîmogullariyê her wiha anî ziman:
“Hevalên me ev 10 sal in bi awayekî nehiqûqî girtî ne.
Pêwîst e ev biryar demildest bên bicihanîn û ew bên berdan.”
“Em dixwazin girtiyên xwe bigirin û ji vir biçin”
Meral Daniş Beştaşê jî piştî serdana xwe ya Yuksekdagê da zanîn:
“Êdî rê nemane. Ti astengî li pêşiya azadiya Demîrtaş û Yuksekdag nînin û ew dikarin îro jî bên berdan.”
Li ber Girtîgeha Edîrneyê welatiyan bi hêviya berdana Demîrtaş govend gerand.
Dayîkeke Aştiyê got, “Divê Demîrtaş û hevalên wî bên berdan. Em dixwazin niha girtiyên xwe bigirin û ji vir biçin.”
Dayîka Aştiyê Bedîa Gokgozê jî anî ziman, “Heger aştiyê dixwazin, lazim e berê girtiyên me yên siyasî berdin.”
Li aliyê din, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku “berdana Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê wesîleya xêrê be” û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû:
“Ev der welatekî hiqûqê ye. Daraz çi bibêje em dê pêbend bin.”
Piştî van daxuyanî û pêşhatan, tê payîn ku Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê biryarekê bide û çav li berdana Demîrtaş û girtiyên Doza Kobaniyê ne.