بايدمير يُحذّر من القامشلي: التاريخ يُعيد نفسه
روداو… هولير (روداو) – حذّر السياسي الكردي عثمان بايدمير من القامشلي قائلاً: “التاريخ يُعيد نفسه. علينا نحن الأكراد ألا نُكرر أنفسنا”.
زار عثمان بايدمير مقر حزب الاتحاد الديمقراطي (PYD) في القامشلي خلال زيارته لروج آفا كردستان.
ووفقاً لوكالة أنباء هاوار، استقبله الرئيسان المُشتركان لحزب الاتحاد الديمقراطي، بروين يوسف وغريب حسو.
وصف عثمان بايدمير العملية التي بدأت اليوم في تركيا وشمال كردستان بالفرصة المُتاحة، قائلاً: “يجب تقييم هذه الفرصة”.
على أنقرة الاعتراف بروجافا كجار.
وأكد أيضًا أنه حتى الآن لم تُوجّه أي تهديدات من روجافا لتركيا، وقال:
“رغم الاستفزازات، لم يُلقِ الشعب الكردي في روجافا حجرًا واحدًا على تركيا. لقد صمد.
ككردي، أشكر روجافا على صمودها.
وكما أقامت أنقرة علاقات جيدة مع جنوب كردستان تجاريًا وسياسيًا، فعليها أن تفعل الشيء نفسه مع روجافا وأن تعترف بها وتجعلها جارًا لها.
هذا أملنا ونسعى لتحقيقه.”
يجب علينا نحن الأكراد ألا نكرر أنفسنا.
استذكر بيدمير المخططات والمؤامرات التي حِيكت ضد الأكراد في عشرينيات القرن الماضي، وقال:
“باختصار، التاريخ يعيد نفسه. يجب علينا نحن الأكراد ألا نكرر أنفسنا.
يجب ألا نتصرف بعقلية عشرينيات القرن الماضي. يجب أن نكون واعين لأنفسنا ونعي بعضنا البعض.
لدينا تجارب جيدة وأخرى سيئة في تاريخنا. فلنعزز التجارب الجيدة ولا نكرر التجارب السيئة.
لا تزال هناك فرصة سانحة، إذا اغتنمناها، سيستفيد شعبنا أيضًا. وعندما يستفيد شعبنا، ستستفيد المنطقة أيضًا.”
لن يستقر الشرق الأوسط إلا بتحرر الأكراد.
صرّح بيدمير أن الشرق الأوسط لن يستقر إلا بتحرر الأكراد، وتابع:
“إذا لم ينل الأكراد حقوقهم ولم يُصان وجودهم، فلن تستقر المنطقة أيضًا. لقد دُفعت أثمان كثيرة، كفى، وأكثر من ذلك ظلم.
عندما ننظر إلى المنطقة، يبدو وكأن حربًا قد اندلعت هنا، ولم تُزوَّد الخدمات بالمعرفة.
هذه الأرض بحاجة إلى تحسين وتعزيز. ولهذا، السلام ضروري أيضًا.
لقد قاوم هذا الشعب صمودًا عظيمًا، وتحققت نتائج حتى الآن، ويجب الآن بناء هذه المقاومة.”
كما أعرب الرؤساء المشاركون لحزب الاتحاد الديمقراطي عن امتنانهم لجهود شعب شمال كردستان في مقاومة روج آفا كردستان.
Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji Qamişloyê hişyarî da û got, “Dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin.”
Osman Baydemîr di serdana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê de, navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Qamişloyê ziyaret kir.
Li gorî nûçeya ANHAyê, Osman Baydemîr ji aliyê Hevserokên PYDyê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.
Osman Baydemîr pêvajoya ku îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, wekî derfetekê pênase kir û got, “Divê ev derfet bê nirxandin.”
“Divê Enqere Rojava wekî cîran nas bike”
Her wiha da zanîn ku heta niha ti xetereyên Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkiyeyê çênebûye û got:
“Her çend provokasyon çêbûn jî gelê Kurd ê Rojava kevirek jî neavêt Tirkiyeyê. Xwe ragirt.
Ez wekî Kurdekî spasiya metaneta Rojava dikim.
Çawa ku Enqere bi Başûrê Kurdistanê re di warê bazirganî û siyasetê de têkiliyên baş çêkirine, divê heman tiştî bi Rojavayê Kurdistanê re jî bike û wê nas bike û bike cîranê xwe.
Hêviya me ev e û em ji bo wê jî dixebitin.”
“Divê em Kurd xwe dubare nekin”
Baydemîr plan û komployên salên 1920î yên li ser Kurdan hatin meşandin bi bîr xist û got:
“Bi kurtasî, dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin.
Divê em bi hişmendiya salên 1920î tev negerin. Divê me hay ji xwe hebe û hay ji hev hebe.
Di dîroka me de tecrubeyên me yên baş û xirab hene. Em tecrubeyên baş xurt bikin û yên nebaş dubare nekin.
Hîn derfet heye, eger em jê sûd wergirin dê gelê me jî sûdê wergire. Dema gelê me sûd wergirt, dê herêm jî sûdê wergire.”
“Heta Kurd azad nebin Rojhilata Navîn aram nabe”
Baydemîr diyar kir ku heta Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn jî aram nabe û wiha domand:
“Eger Kurd negihîjin mafên xwe û hebûna wan neyê parastin, dê herêm jî aram nebe. Gelek bedêl hatin dayîn, êdî bes e, ji vê zêdetir dê neheqî be.
Dema mirov li herêmê dinêre, xuya ye ku li vir şer çêbûye û bi zanabûn xizmet nehatiye kirin.
Pêwîstiya vê axê bi başbûn û xurtbûnê heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi aramiyê heye.
Vî gelî berxwedaneke mezin kir, heta niha encamek hatiye bidestxistin û divê niha avakirin were kirin.”
Hevserokên PYDyê jî ji bo keda gelê Bakurê Kurdistanê ya di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de spasiya xwe anîn ziman.