هولير (روداو) – زعم الكاتب في صحيفة حرييت، عبد القادر سيلفي، في مقاله اليوم أن إطلاق سراح دميرتاش بات على وشك الحدوث، وأن أردوغان أبدى موقفًا إيجابيًا حيال هذه القضية.
قدّم الكاتب في صحيفة حرييت، عبد القادر سيلفي، المعروف بقربه من الحكومة، معلومات حول إطلاق سراح صلاح الدين دميرتاش، الرئيس المشارك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي.
وأشار سيلفي في مقاله إلى أن الرئيس التركي رجب طيب أردوغان أبدى موقفًا إيجابيًا تجاه إطلاق سراح دميرتاش في محادثات جرت قبل اجتماع الكتلة البرلمانية لحزبه.
أصبح الطريق أمام دميرتاش واضحًا الآن.
قال سيلفي: “عندما حضر الرئيس أردوغان اجتماع كتلة حزبه، تحدثتُ مع شخصية مهمة حول قضية دميرتاش.
وعندما أبلغني أن أردوغان سيُدلي بتصريح إيجابي، أوليتُ الموضوع اهتمامًا بالغًا.
بعد الاجتماع، سُئل أردوغان عن دميرتاش، فقال: “هذا البلد بلد العدالة، وسنتصرف وفقًا لما يقوله العدل”.
كان أردوغان يُبدي ترحيبًا بالإفراج عن دميرتاش.
كما استذكر سيلفي كلمات رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، الذي قال: “إن إطلاق سراح صلاح الدين دميرتاش سيكون خيرًا”، وأضاف: “أصبح الطريق أمام دميرتاش واضحًا الآن”.
يجري الإعداد لحزمة من الحريات
أفادت سيلفي في مقالها بوجود استعدادات داخل الحكومة لـ”حزمة من الحريات”، وتابعت:
“هناك من داخل حزب العدالة والتنمية من يقول: لنفتح صفحة جديدة. دعونا لا نكتفي بدميرتاش. دعونا أيضًا نمهد الطريق لإطلاق سراح أسماء مثل عثمان كافالا الذي ينتظرهم في المجتمع”.
يُطلق على هذا الرأي: “بهذه الطريقة يمكننا خلق جوّ من الحرية”. .
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya îro de îdia kir ku ji bo berdana Demîrtaş rojên bi hejmar mane û Erdogan di vê mijarê de helwesteke erênî nîşan daye.
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selviyê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi desthilatê re tê naskirin, di nivîsa xwe ya îro de derbarê berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş agahî dan.
Selvî di nivîsa xwe de diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di sohbetên beriya civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de, li hemberî berdana Demîrtaş nêzîkatiyeke erênî nîşan daye.
“Êdî rêya Demîrtaş xuya kir”
Selvî wiha got, “Dema ku Serokkomar Erdogan beşdarî civîna koma partiya xwe bû ez li ser mijara Demîrtaş bi kesekî girîng re axivîm.
Dema ku agahî da min ku dê Erdogan daxuyaniyeke erênî bide, min bala xwe da mijarê.
Piştî civînê pirsa Demîrtaş ji Erdogan hat kirin. Wî got, ‘Ev welat welatê dadweriyê ye, dadwerî çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin’.
Erdogan bi awayekî erênî nêzîkî berdana Demîrtaş bû.”
Selvî her wiha gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên ku gotibû, “Berdana Selahattîn Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran” bi bîr anîn û got, “Êdî rêya Demîrtaş xuya kir.”
Pakêteke azadiyê tê amadekirin
Selvî, di nivîsa xwe de diyar kir ku di nav desthilatê de amadehiyên “pakêteke azadiyê” hene û wiha pê de çû:
“Di nav AK Partiyê de kesên ku dibêjin ‘Ka em rûpeleke nû vekin. Em tenê bi Demîrtaş nemînin. Em rêya berdanê ji bo navên wekî Osman Kavala yên ku di civakê de li benda wan in jî vekin’ hene.
Nêrîna ‘Bi vî awayî em atmosfereke azadîxwaz pêk bînin’ tê gotin.”