– أُجِّل اجتماع لجنة التضامن الوطني والأخوة والديمقراطية في البرلمان التركي، الذي كان من المقرر عقده اليوم على جدول أعمال “زيارة أوجلان”.
تعثر عمل اللجنة بشأن مسألة زيارة إمرالي.
يواجه حزب العدالة والتنمية الحاكم في تركيا صعوبات في اتخاذ هذا القرار المهم.
أُجِّل الاجتماع السابع عشر للجنة إلى الأسبوع المقبل. السبب الرسمي هو “مشاكل فنية”، لكن السبب الحقيقي هو الخلاف حول زيارة إمرالي والاجتماع مع زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان.
قال بهجلي: “سنذهب”، وحزب العدالة والتنمية متردد.
أعلن الرئيس العام لحزب الحركة القومية، دولت بهجلي، أن حزبه مستعد للذهاب إلى إمرالي، لكن حزب العدالة والتنمية لم يتخذ قرارًا نهائيًا بعد.
أيّد الرئيس التركي رجب طيب أردوغان مناقشة جميع القضايا. كما ترك أردوغان أسئلةً حول زيارة إمرالي دون إجابة.
ووفقًا لمعلومات من كواليس أنقرة، هناك وجهات نظر متباينة داخل حزب العدالة والتنمية حول هذه القضية.
يعتقد بعض قادة حزب العدالة والتنمية أنه لا داعي لزيارة المفوضية إلى إمرالي، لأن وفد الحزب الديمقراطي في إمرالي قد بدأ بالفعل في الذهاب ونقل رسائل أوجلان إلى الرأي العام.
ويعارض بعض قادة حزب العدالة والتنمية الآخرين أيضًا زيارة إمرالي خوفًا من خسارة الأصوات واستعادة ذكريات ما حدث بين عامي 2013 و2015.
يصرّ حزب الديمقراطيين، بينما ينتظر حزب الشعب الجمهوري موقف حزب العدالة والتنمية.
يصرّ حزب الديمقراطيين على ضرورة زيارة المفوضية إلى إمرالي. ويرى حزب الديمقراطيين في ذلك دليلًا على صدق حزب العدالة والتنمية.
من ناحية أخرى، ينتظر حزب الشعب الجمهوري قرار الحكومة. وسيعلن حزب الشعب الجمهوري موقفه بعد أن يصبح الأمر رسميًا.
كان زعيم حزب الشعب الجمهوري، أوزغور أوزيل، قد صرّح قبل بضعة أسابيع برغبتهم في معرفة موقف حزب العدالة والتنمية من زيارة إمرالي.
من جهة أخرى، انضمّ فاتح أربكان، زعيم حزب ينيدن رفاه، إلى المناقشات، مُصرّحًا بأنه إذا كان زعيم حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، راغبًا في ذلك، فعليه زيارة جزيرة إمرالي.
حرب إعلامية حول زيارة إمرالي
من جهة أخرى، أثارت مسألة زيارة إمرالي جدلًا واسعًا بين وسائل الإعلام المُقرّبة من الحكومة.
عارضت صحيفة يني شفق هذه الخطوة بعنوان “فليُمنع وصول المفوضية إلى إمرالي”.
كما ردّت صحيفة توركون، المُقرّبة من حزب الحركة القومية، على صحيفة يني شفق بعنوان “ما مشكلتك؟”.
كما اتهمت توركون صحيفة يني شفق بـ”الانقلاب على العملية”.
ومن المنتظر أن تعد اللجنة تقريرها بشأن القوانين الإجرائية المقترحة في الثالث عشر من الشهر الجاري، كما ستكون جلسة استماع أوجلان مدرجة على جدول الأعمال أيضاً…..
Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku dê îro li ser rojeva “Serdana Ocalan” bihata kirin, hat bipaşxistin.
Xebatên Komîsyonê li ser pirsa çûna Îmraliyê asê mane.
Partiya desthilat a Tirkiyeyê AK Partî di dayîna vê biryara girîng de zehmetiyan dikişîne.
Civîna 17emîn a Komîsyonê ji bo hefteya bê hat bipaşxistin. Sedema fermî “pirsgirêkên teknîkî” ye lê sedema rastîn nakokiya li ser çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ye.
Bahçelî got “Em diçin”, AK Partî dudil e
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku partiya wî amade ye biçe Îmraliyê lê belê AK Partî hîn negihiştiye biryareke teqez.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da nîqaşkirina hemû mijaran. Her wiha Erdogan pirsên derbarê çûna Îmraliyê de bêbersiv hiştin.
Li gorî agahiyên kulîsên Enqereyê li ser mijarê di nav AK Partiyê de nêrînên cuda hene.
Hinek serkirdeyên AK Partiyê di wê baweriyê de ne ku hewce nake Komîsyon biçe Îmraliyê, ji ber ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jixwe diçe û peyamên Ocalan ji raya giştî re radigihîne.
Hinek serkirdeyên din ên AK Partiyê jî ji tirsa windakirina dengan, li dijî çûna Îmraliyê derdikevin û pêvajoya salên 2013-2015an bi bîr tînin.
DEM Partî israr dike, CHP li benda helwesta AK Partiyê ye
DEM Partî israr dike ku divê Komîsyon teqez biçe Îmraliyê. DEM Partî vê yekê jî ji bo samîmiyeta AK Partiyê wekî pîvanekê dibîne.
Li aliyê din, CHP jî li benda biryara desthilatdariyê ye. CHP dê helwesta xwe piştî ku mijar fermî bibe diyar bike.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel beriya bi çend hefteyan diyar kiribû ku di warê çûn û neçûna Îmraliyê de ew dixwazin helwesta AK Partiyê bibînin.
Li aliyê din Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî tevlî nîqaşan bû û wî jî diyar kir ku eger Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pir dixwaze bila ew biçe Girava Îmraliyê
Şerê medyayê li ser çûna Îmraliyê
Li aliyê din, mijara çûna Îmraliyê di nav medyaya nêzîkî desthilatdariyê de jî bûye sedema nîqaşan.
Rojnameya Yeni Şafakê bi manşeta “Bila Komîsyon neçe Îmraliyê” li dijî çûnê derket.
Rojnameya Turkgun a nêzîkî MHPyê jî bi manşeta “Derdê we çi ye?” bertek nîşanî Yeni Şafakê da.
Her wiha Turkgunê, Yeni Şafakê bi “derbekirina pêvajoyê” tohmetbar kir.
Tê payîn ku 13ê mehê Komîsyon ji bo pêşniyar yasayên pêvajoyê rapora xwe amade bike û guhdarîkirina Ocalan jî bê rojevê.