هولير (روداو) – صرّح النائب عن حزب الشعوب الديمقراطي، جنكيز شاندار، قائلاً: “قد يُفرج عن صلاح الدين دميرتاش خلال ساعات أو أيام”.
أعلن النائب عن حزب الشعوب الديمقراطي (DEM) من ديار بكر، جنكيز شاندار، أن الرئيس المشارك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش، قد يُفرج عنه خلال الأيام أو الساعات القادمة.
شارك شاندار اليوم في برنامج على يوتيوب، وناقش جدول الأعمال مع آدم كاراجوبان.
أكّد شاندار اعتقاده بأن دميرتاش سيُفرج عنه قريبًا، وقال:
“هذا رأيي ومشاعري، لكنني أعتقد أن دميرتاش سيُفرج عنه خلال الأيام القليلة القادمة”.
كما أشار جنكيز جاندار إلى تصريح الرئيس التركي رجب طيب أردوغان حول “دولة العدالة”، وقال إنه قال مازحًا لبعض زملائه في حزب العدالة والتنمية إنه من الأفضل ترجمة التصريح إلى “تركيا دولة قانون”.
“هذا ليس مُرضيًا”.
وانتقد جاندار نظام العدالة التركي، وتابع:
“حتى المحاكم المستقلة كانت عدالة. صورة العدالة وأدائها في تركيا ليسا مُرضيين.
وخاصةً عندما نعود إلى المعاملة التي وُجهت لبعض زملائنا الصحفيين أمس، عندما قالوا “عدالة”، لا يوجد أي فهم يُذكر لمعنى “القانون قيد التنفيذ”.”
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Dibe ku Selahattîn Demîrtaş di nava çend saet an rojan de were berdan.”
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Cengîz Çandar ragihand, dibe ku Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di nava rojên pêşiya de yan jî di nava çend saetan de were berdan.
Cengîz Çandar îro beşdarî bernameyeke li ser YouTubeyê bû û rojev ji Adem Karaçoban re nirxand.
Çandar diyar kir ku ew bawer dike Demîrtaş dê di demeke kurt de bê berdan û got:
“Ev nêrîn û hesta min e lê ez bawer dikim ku Demîrtaş di nava çend rojên pêşiya me de derdikeve.”
Cengîz Çandar her wiha behsa gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a “dewleta dadweriyê” kir û ragihand ku wî bi henekî ji hinek hevkarên xwe yên AK Partiyê re gotiye ku baştir e ew gotin wekî “Tirkiye dewleteke yasayî ye” bê wergerandin.
“Ne ew qasî dilxweşker e”
Çandar rexne li sîstema dadweriyê ya Tirkiyeyê girt û wiha pê de çû:
“Dadgehên serbixwe jî dadwerî bûn. Li Tirkiyeyê dîmen û performansa dadweriyê ne ew qasî dilxweşker e.
Bi taybetî dema ku em berê xwe didin serederiya (miamele) ku doh li hemberî hinek hevkarên me yên rojnameger hat kirin, dema dibêjin ‘dadwerî’ têgihiştineke wiha çênabe ku ‘yasa tê bicihanîn.'”