روداو……
هولير (روداو) – صرّح رئيس البرلمان التركي نعمان كورتولموش، بشأن زيارة اللجنة إلى إمرالي، قائلاً: “يمكن اتخاذ مثل هذه الخطوة لإكمال العملية”.
وأكد نعمان كورتولموش أنه في حال اتخذت لجنة التضامن الوطني والأخوة والديمقراطية قرارًا، فستتصرف بناءً عليه.
والتقى كورتولموش بالصحفيين والمديرين العامين لوسائل الإعلام في إسطنبول.
وبعد كلمته، أجاب رئيس البرلمان على أسئلة الصحفيين.
وأكد كورتولموش أن لجنة التضامن الوطني والأخوة والديمقراطية قد كُلّفت بمهمة تاريخية وهامة.
كما تحدث رئيس البرلمان عن عمل اللجنة، مشيرًا إلى أنها وصلت الآن إلى مرحلتها النهائية.
وأشار نعمان كورتولموش إلى وجود اختلافات كبيرة في وجهات النظر داخل اللجنة، وقال: “لم يقل أحد من المشاركين: لا نريد هذه العملية”. طرح الجميع أفكارًا مهمة من أجل “تركيا خالية من الإرهاب”.
“يمكن اتخاذ مثل هذه الخطوة”.
وتحدث كورتولموش أيضًا عن زيارة إمرالي التي نوقشت في الأيام الأخيرة، وقال: “يمكن اتخاذ مثل هذه الخطوة لإكمال العملية.
للمفوضية اتخاذ قرار. رأيي الشخصي ليس مهمًا هنا. أعربت مختلف الأحزاب السياسية عن آرائها الإيجابية بشأن هذه القضية.
إذا اتخذت المفوضية قرارًا كهذا، فسيتم اتخاذ الإجراءات اللازمة بناءً عليه”.
“سيتم تسجيل نزع سلاح المنظمة”.
وتحدث نعمان كورتولموش أيضًا عن التعديلات التشريعية في البرلمان، وقال: “النقطة الأهم في المرحلة المقبلة هي التأكد من أن المنظمة قد نزعت سلاحها وحلت نفسها بالفعل، وتسجيل ذلك.
بعد أن تتخذ مؤسساتنا الأمنية، وخاصة جهاز الاستخبارات الوطني (MIT) ووزارة الدفاع، هذا القرار، سيكون من الممكن للبرلمان إجراء بعض التعديلات القانونية.
إذا اتخذ مجلس الأمن القومي هذه القرارات وأعلن عنها، فسيكون ذلك بمثابة خطوة مهمة للغاية”.
كما لفت رئيس البرلمان الانتباه إلى اجتماع اللجنة الأسبوع المقبل، قائلاً: “سنستمع الأسبوع المقبل إلى وزير داخليتنا ووزير دفاعنا ورئيس استخباراتنا.
هذه العملية ليست عملية سلام بين الأتراك والأكراد.
هذه العملية هي مراقبة برلمانية لعملية تسليم سلاح المنظمة”.
وأخيرًا، أشار نعمان كورتولموش إلى العملية السابقة، قائلاً: “في العملية السابقة، كانت جميع المؤسسات التي أدارت العملية تقريبًا تحت سيطرة أعضاء منظمة غولن الإرهابية”.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê ziyareta Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê got, “Ji bo temamkirina pêvajoyê gaveke wiha dikare bê avêtin.”
Numan Kurtulmuş diyar kir ku eger Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasê biryarê bide ew dê li gorî wê hareket bikin.
Kurtulmuş li Stenbolê bi rojnameger û berpirsên giştî yên weşanên medyayê re civiya.
Serokê Parlamentoyê piştî axaftina pirsên rojnamegeran bersivandin.
Kurtulmuş teqez kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê mîsyoneke girîng û dîrokî wergirtiye.
Serokê Parlamentoyê behsa xebatên Komîsyonê jî kir û destnîşan kir ku Komîsyon êdî gihîştiye xala dawî.
Numan Kurtulmuş anî zimên ku di Komîsyonê de nêrînên gelekî cuda hene û got, ” Ji beşdaran ti kesî negot ’em vê pêvajoyê naxwazin.’ Her kesî ji bo ‘Tirkiyeya Bêteror’ ramanên girîng anîn zimên.”
“Gaveke wiha dikare bê avêtin”
Kurtulmuş li ser ziyareta Îmraliyê ya ku di van rojên dawî tê nîqaşkirin jî axivî û got, “Ji bo temamkirina pêvajoyê gaveke wiha dikare bê avêtin.
Komîsyon dikare biryarê bide. Nêrîna min a şexsî li vir ne girîng e. Partiyên siyasî yên cuda di vê mijarê de nêrînên xwe yên erênî anîne zimên.
Eger Komîsyon biryareke wiha bide, li gorî wê dê hareket bê kirin.”
“Çekdanîna rêxistinê dê bê tescîlkirin”
Numan Kurtulmuş derbarê guherînên yasayî yên parlamentoyê de jî axivî û got, “Xala herî krîtîk a qonaxa bê, tesbîtkirin û tescîlkirina wê yekê ye ku rêxistinê bi rastî çek daniye û xwe tasfiye kiriye.
Piştî ku saziyên me yên ewlehiyê, bi taybetî MÎT û Wezareta Parastinê vê tesbîtê bikin, wê demê dê mimkin be ku parlamento hin sererastkirinên yasayî pêk bîne.
Eger Lijneya Ewlehiya Neteweyî van tesbîtan bike û îlan bike dê mesafeyeke gelekî girîng bê qutkirin.”
Serokê Parlamentoyê bal kişand ser civîna hefteya bê ya Komîsyonê jî û got, “Hefteya bê em dê guh bidin Wezîrê me yê Karên Navxwe, Wezîrê me yê Parastinê û Serokê Îstixbaratê.
Ev pêvajo, ne pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirk û Kurdan de ye.
Ev pêvajo, şopandina parlamentoyê ya ji bo pêvajoya danîna çekan a rêxistinê ye.”
Numan Kurtulmuş di dawiyê de amaje bi pêvajoya berê kir kîr û got, “Di pêvajoya berê de hema hema hemû saziyên ku pêvajoyê bi rê ve dibirin di bin kontrola FETOyiyan de bûn.”