جو كينت يلتقي ب روجلات عفريني .ومظلوم عبدي.
هولير (روداو) – التقى جو كينت، مدير المركز الوطني الأمريكي لمكافحة الإرهاب، بروجلات عفرين ومظلوم عبدي.
نشر جو كينت بعض الصور على حسابه على تويتر، وقال: “عدتُ للتو من اجتماع مع شركائنا في مكافحة الإرهاب في العراق وسوريا”.
تُظهر الصور لقاء جو كينت مع قائدة وحدات حماية المرأة (YPJ)، روحيلات عفرين، والقائد العام لقوات سوريا الديمقراطية (SDF)، الجنرال مظلوم عبدي، وجنود عراقيين.
صرح جو كينت بأنه زار العراق وسوريا والتقى بشركائه في مكافحة الإرهاب.
وأشاد كينت بالتقدم المحرز والتزام شركائه.
شركاؤنا في مكافحة الإرهاب
نشر جو كينت بيانًا على حسابه على تويتر، قائلًا:
“عدتُ لتوي من اجتماع مع شركائنا في مكافحة الإرهاب في العراق وسوريا، الذين يواصلون محاربة داعش والقاعدة والجماعات الموالية لإيران”.
“كان الأمر مثيرًا للغاية”.
أعرب كينت عن سعادته بالتقدم الذي أحرزه حلفاؤه والتزامهم، مضيفًا:
“كان من المثير للغاية رؤية التقدم الذي أحرزناه والتزام شركائنا في حربنا ضد الإرهاب”.
كما تحدث عن علاقته المميزة مع القوات الخاصة العراقية، قائلًا:
“كان من دواعي سروري الشخصي أن أقود القوات الخاصة العراقية، وكالة مكافحة الإرهاب.
ساعد فريق وكالة مكافحة الإرهاب التابع لي في بنائها عام ٢٠٠٣، ثم قاتلتُ إلى جانبهم في بغداد والفلوجة والموصل، وفي كل مكان بينهما. إنهم مقاتلون مذهلون”.
Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Navenda Neteweyî ya li Dijî Terorê ya Amerîkayê Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya.
Joe Kent bi rêya hesabê xwe yê Xê hinek wêne belav kirin û ragihand, “Ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê vegeriyam.”
Di wêneyan de xuya dibe ku Joe Kent bi Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û leşkerên Îraqê re hevdîtin kirine.
Joe Kent diyar kir ku ew çûye Îraq û Sûriyeyê û bi hevkarên xwe yên têkoşîna li dijî terorê re civiyaye.
Kent pesnê bipêşketinên ku hatine bidestxistin û sozdariya hevkarên xwe da.
“Hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê”
Joe Kent li ser hesabê xwe Xê daxuyaniyek belav kir û got:
“Ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê vegeriyam ku şerê li dijî DAIŞ, El Qaîde û komên ser bi Îranê ve didomînin.”
“Gelekî balkêş bû”
Kent diyar kir ku ew ji ber bipêşketin û sozdariya hevalbendên xwe kêfxweş e û wiha pê de çû:
“Gelekî balkêş bû dîtina bipêşketina ku hatiye bidestxistin û sozdariya hevkarên me ya ji bo têkoşîna me ya li dijî terorê.”
Wî her wiha amaje bi pêwendiya xwe ya taybet a bi Hêzên Taybet ên Îraqê re kir û got:
“Ji bo min bi xwe gelekî taybet bû ku min seriyek da Hêzên Taybet ên Îraqê, Dezgeha Dijî Terorê.
Tîma min a ODAyê sala 2003yan alîkariya avakirina wan kir, paşê min mil bi milê wan li Bexda, Felûce, Mûsil û li her devera di navbera wan de şer kir. Ew şervanên bêhempa ne.”