هولير (روداو)
– ألقى الرئيس المشارك لحزب الديمقراطية الديمقراطية، تونجر بكرهان، كلمةً في اجتماع الكتلة البرلمانية لحزبه، وأشاد بتصريحات رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي.
وقال رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، اليوم: “إذا لم يغادر أحد، فسأصطحب ثلاثة من أصدقائي معي، ولن أتردد في الذهاب إلى إمرالي والجلوس على طاولة المفاوضات”.
تحدث الرئيس المشارك لحزب الديمقراطية الديمقراطية، تونجر بكرهان، عن جدول أعمال الاجتماع الأسبوعي للكتلة البرلمانية لحزبه في البرلمان التركي.
وكان أبرز ما في خطابه هو دعمه لتصريحات رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي.
إنها علامة شجاعة.
صرّح بكرهان بأن كلمات بهجلي “بالغة الأهمية وجديرة بالتقدير”، وقال:
“إن تصريحه ‘إذا لم تذهب اللجنة، فسأذهب أنا’ دليل شجاعة في تحمل مسؤولية تاريخية”.
أكد بكرهان تأييده للحوار ومناقشة المشاكل على طاولة المفاوضات، وقال إن دعوة بهجلي “لنكف عن لعب دور القردة الثلاثة” (لم أرَ، ولم أسمع، ولا أعلم) جاءت في وقتها المناسب.
وأكد بكرهان على ضرورة ألا تُضيّع اللجنة البرلمانية يومًا واحدًا وتذهب إلى إمرالي.
“تركيا قادرة على لعب دور داعم في سوريا”
كما لفت بكرهان الانتباه في خطابه إلى الأحداث في سوريا، مؤكدًا أن تركيا قادرة على لعب دور مهم في عملية التحول الديمقراطي في جارتها.
وأشار بكرهان إلى زيارة الرئيس السوري أحمد شير إلى الولايات المتحدة ورفع عقوبات قيصر، قائلًا إن ذلك يفتح الباب أمام سوريا.
وأكد بكرهان أن هذه العملية يجب أن تشمل جميع الشعوب والأديان في سوريا، وقال:
“تركيا قادرة على دعم أخوة الشعب السوري دون تمييز”.
يمكن لتركيا مساعدة سوريا في تحولها الديمقراطي والقيام بدور داعم.
خارطة طريق من خمس نقاط
حدد تونجر بكرهان الخطوات اللازمة لتحقيق السلام والديمقراطية في خمس نقاط:
قانون الفترة الانتقالية: لإرساء سلام دائم قائم على القانون، يجب سن قانون يُطبّق التكامل الديمقراطي.
إلغاء نظام الأوصياء: يجب إنهاء سياسة الأوصياء، وعودة رؤساء البلديات المنتخبين إلى مناصبهم، وتعزيز الإدارات المحلية.
إصلاح السجون: يجب إلغاء مجالس الرقابة الإدارية والإفراج عن السجناء المرضى.
إعادة التعيين: يجب إعادة أكاديميي السلام والمفصولين بشكل غير قانوني إلى وظائفهم.
إصلاح القضاء: يجب تعديل قانون العقوبات التركي (TCK)، وقانون الإجراءات الجنائية (CMK)، وقانون التنفيذ، وإلغاء قانون مكافحة الإرهاب. يجب ضمان حرية التعبير، وحرية الفكر والتعبير والصحافة.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de axivî û pesnê gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî îro got, “Heke ti kes neçe, ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê û rûniştina li dora maseyê dudiliyê nakim.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser rojevê axivî.
Beşa herî balkêş a axaftina wî, piştgiriya wî ya ji bo gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bû.
“Nîşana wêrekiyê ye”
Bakirhan diyar kir ku ev gotinên Bahçelî “gelekî girîng û hêjayî teqdîrê ne” û got:
“Gotina wî ya ‘Eger Komîsyon neçe, ez diçim’ nîşana wêrekiya wergirtina berpirsyariyeke dîrokî ye.”
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku ku ew alîgirê diyalogê û axaftina li ser pirsgirêkan a li ser maseyê ne û anî ziman ku banga Bahçelî ya “Bila em dev ji lîstina sê meymûnan (min nedîtiye, nebihîstiye û nizanim) berdin) jî gelekî di cih de ye.
Bakirhan got ku divê komîsyona li Parlamentoyê rojekê jî winda neke û here Îmraliyê.
“Tirkiye dikare li Sûriyeyê roleke piştgiriyê bilîze”
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê jî û diyar kir ku Tirkiye dikare di pêvajoya demokratîkbûnê ya cîranê xwe de roleke girîng bilîze.
Bakirhan amaje bi serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Amerîkayê û rakirina sizayên Sezarê kir û got ku ev yek ji bo Sûriyeyê derfetekê vedike.
Bakirhan diyar kir ku divê ev pêvajo hemû gel û baweriyên Sûriyeyê li xwe bigire û got:
“Tirkiye dikare bêyî cudahî piştgiriyê bide biratiya gelên Sûriyeyê.
Tirkiye dikare di veguherîna demokratîk de alîkariya Sûriyeyê bike û roleke piştgirî bilîze.”
Nexşerêya pêncxalî
Tuncer Bakirhan, gavên ku divê ji bo aştî û demokratîkbûnê bên avêtin di pênc xalan de rêz kirin:
Yasaya Serdema Veguhastinê: Ji bo avakirina aştiyeke mayînde ya li ser zemîneke hiqûqî, divê yasayeke ku entegrasyona demokratîk pêk bîne were derxistin.
Rakirin Qeyûman: Divê dawî li siyaseta qeyûman were anîn, şaredarên hilbijartî vegerin ser karên xwe û birêvebiriyên xwecihî bên bihêzkirin.
Reforma Girtîgehan: Divê Lijneyên Çavdêriya Îdarî bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan.
Vegerandina li kar: Divê Akademîsyenên Aştiyê û kesên ku bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine dûrxistin, vegerin ser karên xwe.
Reforma Dadweriyê: Divê Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), Qanûna Muhakemeya Ceza (CMK) û Qanûna Înfazê bên guhertin, divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê were rakirin. Divê azadiya raman, derbirîn û çapemeniyê were misogerkirin.