ألب أرسلان بايراكتار: ديار بكر ستصبح مدينة نفطية…
هولير (روداو) – أعلن وزير الطاقة والموارد الطبيعية التركي أن حقل النفط الذي بدأ العمل فيه في ديار بكر أوسع من حقل غابار، وأن ديار بكر ستصبح مدينة نفطية.
تحدث وزير الطاقة والموارد الطبيعية التركي ألب أرسلان بايراكتار في الاجتماع الدوري لشهر نوفمبر لجمعية غرفة صناعة إسطنبول (ISO) الذي عُقد مساء الأربعاء.
أعلن ألب أرسلان بايراكتار أنه لتلبية الطلب المتزايد على الطاقة في تركيا، تسعى تركيا إلى زيادة الموارد المحلية والطاقة المتجددة.
وأشار بايراكتار إلى أنه منذ عام ٢٠١٦، وضعت “السياسة الوطنية للطاقة والتعدين” استراتيجية لاستكشاف النفط والغاز الطبيعي في تركيا وشمال كردستان.
على تركيا أن تكتب تاريخًا جديدًا
صرح بيرقدار عن إنتاج النفط في شمال كردستان:
يعمل حوالي 3600 مهندس في حقل جبار.
ببناء 600-700 كيلومتر من السكك الحديدية، يتم إنتاج 80 ألف برميل نفط يوميًا.
يبلغ حجم إنتاجه حاليًا حوالي ملياري دولار سنويًا. على تركيا أن تكتب تاريخًا جديدًا.
صرح وزير الطاقة التركي ألب أرسلان بيرقدار:
بدأنا العمل في أربعة حقول في ديار بكر.
تبحث تركيا عن النفط في الصخور باستخدام طريقة الحقن.
قد يكون الحقل الموجود في ديار بكر أكبر من الحقل الموجود في جبار، وسيُحدث تغييرًا جذريًا.
إذا نجحنا، فقد ننتقل إلى مرحلة تُصبح فيها ديار بكر مدينة نفطية من خلال حفر مئات الآبار.
كما أشار بيرقدار إلى أن تركيا ستواصل عملها في ليبيا وأفريقيا والعراق وسوريا وأذربيجان وتركمانستان وكازاخستان.
صرح بيرقدار أن الاقتصاد التركي نما من حوالي 240 مليار دولار إلى 1.6 تريليون دولار خلال السنوات الـ 23 الماضية، وقال:
“ارتفعت صادراتنا من 36 مليار دولار إلى 270 مليار دولار.
شهد الاقتصاد التركي نموًا قويًا، وحققنا نجاحًا باهرًا.
هذا النجاح هو نجاحكم، أيها الصناعيون عمومًا.”
وأشار وزير الطاقة التركي أيضًا إلى أنه مع نمو الاقتصاد التركي، ازدادت الحاجة إلى الطاقة أيضًا، وقال:
“نواجه ثلاثة تحديات في مجال الطاقة: أولًا، زيادة الطلب على الطاقة في تركيا؛ ثانيًا، مسألة اعتماد تركيا على الخارج؛ وثالثًا، هدف مكافحة تغير المناخ.
يتجه العالم نحو استخدام الكهرباء بوتيرة متزايدة، ونتجه نحو مرحلة يغزو فيها الذكاء الاصطناعي حياتنا على نطاق واسع.
وهذا أيضًا يُسهم في تحقيق الرقمنة. وعندما ننظر إلى تركيا، نرى نفس التوجه.
سيستمر الطلب على الطاقة في تركيا في الارتفاع.”
أنفقنا تريليون دولار على واردات الطاقة.
صرح وزير الطاقة التركي بأنهم أنفقوا تريليونًا وعشرين مليار دولار على واردات الطاقة خلال الـ 22 عامًا الماضية، وتابع:
“واجبنا هو خفض واردات الطاقة.
هدف تركيا هو الوصول إلى 120 ألف ميغاواط من الطاقة الشمسية وطاقة الرياح، وهو ما أعلنه الرئيس للعالم في قمة COP29.
حتى الآن، وصلت قدرتنا الإنتاجية من الطاقة الشمسية وطاقة الرياح إلى 38 ألف ميغاواط.”
في الأول من ديسمبر 2024، زار ألب أرسلان بيرقدار ولاية شرناق في شمال كردستان، وأعلن عن بدء أكبر عملية اكتشاف نفط في تاريخ الجمهورية التركية في تلك الولاية.
يبلغ إنتاج النفط اليومي في غابار 80 ألف برميل، وتستهدف الحكومة التركية الوصول إلى 100 ألف برميل بنهاية هذا العام.
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku ew gava wan ji bo hilberîna petrolê li Amedê dest pê kiriye, ji ya Gabarê berfirehtir e û Amed dê bibe bajarekî petrolê.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, di civîna asayî ya meha Çiriya Paşîn a Meclisa Odeya Pîşesaziyê ya Stenbolê (ISO) de ku êvara Çarşemê hat lidarxistin de axivî.
Alparslan Bayraktar ragihand ku ji bo dabînkirina daxwaza enerjiyê ya Tirkiyeyê ku zêde dibe, ew hewl didin çavkaniyên xwecihî û enerjiya nûjenbar zêde bikin.
Bayraktar bi bîr xist ku ji sala 2016an ve bi “Siyaseta Enerjî û Madenê ya Neteweyî” ve stratejiya lêgerîna li petrol û gaza xwezayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye bipêşxistin.
“Divê Tirkiye çîrokeke nû binivîse”
Bayraktar derbarê hilberîna petrolê ya li Bakurê Kurdistanê got:
“Li Gabarê nêzîkî 3 hezar û 600 endezyar dixebitin.
Bi çêkirina 600-700 kîlometre rêyê, niha rojane 80 hezar bermîl petrol tê hilberîn.
Heta îro qebareya wê salane nêzîkî 2 milyar dolarî ye. Divê Tirkiye çîrokeke nû binivîse.”
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar anî ziman:
“Me li Amedê li 4 qadan dest bi kar kiriye.
Tirkiye bi rêbaza derzê li petrola di nav zinaran de digere.
Ya Amedê dibe ku ji ya Gabarê mezintir be û dê bibe sedema guherîna hevkêşeyê.
Eger em bi ser bikevin, dibe ku em bi lêdana sedan bîran ber bi qonaxekê ve biçin ku Amed bibe bajarekî petrolê.”
Bayraktar amaje bi wê yekê jî kir ku Tirkiye dê li Lîbya, Afrîka, Îraq, Sûriye, Azerbeycan, Tirkmenistan û Qazaxistanê karên xwe bidomîne.
Bayraktar ragihand ku aboriya Tirkiyeyê di 23 salên borî de ji nêzîkî 240 milyar dolarî derketiye 1,6 trilyon dolarî û da zanîn:
“Hinartina me ji 36 milyar dolarî gihiştiye 270 milyar dolarî.
Aboriya Tirkiyeyê liv û tevgereke xurt bi xwe ve dîtiye û me çîrokeke serkeftinê ya girîng nivîsandiye.
Ev serkeftin bi giştî serkeftina we pîşesazan e.”
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê her wiha destnîşan kir ku li gel geşbûna aboriya Tirkiyeyê pêdiviya bi enerjiyê jî zêde bûye û got:
“Di mijara enerjiyê de em bi sê astengiyan re rûbirû ne, ya yekem, zêdebûna daxwaza enerjiyê ya Tirkiyeyê; ya duyem, mijara girêdayîbûna Tirkiyeyê ya bi derve û ya sêyem jî armanca têkoşîna bi guherîna avhewayê re ye.
Cîhan bi lezeke zêde ber bi bikaranîna karebayê ve diçe û em ber bi qonaxekê ve diçin ku hişê çêkirî (AI) bi awayekî berfireh dikeve nav jiyana me.
Ev dîjîtalbûnê jî bi xwe re tîne. Dema em li Tirkiyeyê jî dinêrin em heman arasteyê dibînin.
Daxwaza enerjiyê ya Tirkiyeyê dê her ku diçe zêdetir bibe.”
“Me trilyonek dolar daye hawirdekirina enerjiyê”
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê da zanîn ku wan di 22 salên borî de trilyonek û 20 milyar dolar daye hawirdekirina enerjiyê û wiha pê de çû:
“Erkê me kêmkirina hawirdekirina enerjiyê ye.
Armanca Tirkiyeyê ew e ku bigihêje 120 hezar megawatt enerjiya roj û bayê ku Serokkomar di Lûtkeya COP29 de ji cîhanê re ragihand.
Heta îro şiyana me ya di enerjiya roj û bayê de gihîştiye 38 hezar megawattan.”
Alparslan Bayraktar 1ê Kanûna Paşîn a 2024an çûbû Şirnexa Bakurê Kurdistanê û ragihandibû ku wan li wê parêzgehê dest bi pêvajoya dîtina herî mezin a petrolê ya di dîroka Komara Tirkiyeyê de kiriye.
Berhema rojane ya petrolê li Gabarê 80 hezar bermîl e û armanca hikûmeta Tirkiyeyê ji bo dawiya vê salê 100 hezar bermîl petrol e.