جورج أصلان: أوجلان قد يوجه رسالة إلى البابا… هولير (روداو) – أعلن جورج أصلان، النائب عن حزب الديمقراطية الديمقراطية (DEM)، أن “عبد الله أوجلان قد يوجه رسالة إلى البابا إلى الفاتيكان”.
شارك جورج أصلان، النائب عن حزب الديمقراطية الديمقراطية (DEM) من ماردين، في نشرة “نوروج” على روداو، وأجاب على أسئلة جعفر مبشرنيا.
يتوجه البابا ليون الرابع عشر، بابا الفاتيكان، إلى تركيا في أول زيارة رسمية له إلى الخارج.
أصدر الفاتيكان تفاصيل زيارة البابا التي تستغرق أربعة أيام.
سيلتقي البابا بالرئيس التركي، وسيزور أنقرة وإسطنبول وإزنيك.
“الزيارة مهمة جدًا للمسيحيين”
قال جورج أصلان عن زيارة البابا: “هذه الزيارة مهمة جدًا للشعب المسيحي، لأنها تتزامن مع الذكرى السنوية الـ 1700 لمجمع نيقية الأول (إزنيك)”. يصادف هذا العام الذكرى السنوية الـ ١٧٠٠ لمجمع نيقية الأول، الذي عُقد في إزنيك، وله أهمية تاريخية للعالم المسيحي.
سيزور البابا أيضًا أطلال كنيسة “القديس نيوفيتوس”.
هذا المكان مغمور في بحيرة إزنيك منذ سنوات، وسيُقام فيه احتفال ديني.
ولهذا الغرض، بُنيت منصة خاصة على الماء ليتمكن البابا والسياح من رؤية الفسيفساء والمقابر دون الإضرار بالآثار.
“قد يكون لدى أوجلان رسالة”
تتزامن زيارة البابا إلى الفاتيكان مع نقاشات حول “عملية السلام” في تركيا وشمال كردستان.
وعندما سُئل جورج أصلان: “هل سيُوجّه أوجلان رسالة إلى البابا ليو؟”، أشار إلى إمكانية إرسال رسالة، وقال: “إذا زاره وفد إمرالي (أوجلان)، فقد يكون لديه رسالة”.
تحدث أصلان أيضًا عن طلباته من البابا: “البابا رجل دين، ولا يمكننا أن نطلب منه شيئًا.
يواصل البابا الحديث عن السلام والصلاة من أجله، وهذه مهمة رجال الدين.
أتوقع منه أن يصلي من أجل السلام ويلقي بعض الخطب حول هذا الموضوع.
إذا التقيت بالبابا، فسأطلب منه الحديث عن السلام.”
هل سيكون هناك لقاء بين البابا وحزب الديمقراطيين الأكراد؟
قال جورج أصلان عن إمكانية لقاء البابا وحزب الديمقراطيين الأكراد:
“حاولنا مقابلته، ولكن نظرًا لضيق وقته، لن تُعقد أي اجتماعات.
قد أحضر اجتماعات البابا في إسطنبول غدًا.”
وضع المسيحيين
كما قدّم أصلان معلومات عن وضع اللغة السريانية وعدد المسيحيين في تركيا وشمال كردستان، قائلاً:
“95% من شعبنا غادروا تركيا وهم في الشتات، تمامًا كما انخفض عددهم في العراق وسوريا.
نحن نعتبر هذا البلد وطننا، ونحن أقدم من جميع الأمم.” وفقًا للمعلومات التي قدمها أصلان، يوجد حوالي 5 آلاف مسيحي في ماردين وقراها.
وأضاف جورج أصلان: “نظرًا لانخفاض عدد المسيحيين، لا يوجد تعليم سرياني، لكن التعليم باللغة الأم حق لكل أمة.
على حد علمي، هذا الحق موجود أيضًا في جنوب كردستان وسوريا.”
برنامج البابا
سيزور البابا ليو، كغيره من الباباوات السابقين، جامع السلطان أحمد يوم السبت.
ثم سيتوجه إلى كنيسة مار أفرام السريانية الأرثوذكسية، ثم سيلتقي بطريرك اليونان، فنر، برثلماوس، وسيوقع بيانًا مشتركًا.
سيقيم البابا احتفالًا دينيًا كبيرًا في قاعة فولكسفاغن أرينا في اليوم نفسه، سيحضره آلاف الأشخاص.
وفي اليوم الأخير من زيارته، سيحضر البابا احتفالًا دينيًا في الكاتدرائية الرسولية الأرمنية.
سيغادر البابا ليو إلى بيروت، عاصمة لبنان، بعد ظهر الأحد.
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan ragihand, “Dibe ku Abdullah Ocalan peyamekê bide Papayê Vatîkanê.”
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Mêrdînê George Aslan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên Cafer Mubeşirniya.
Papayê Vatîkanê Papa Leo XIV, ji bo yekemîn serdana xwe ya fermî ya derveyî welêt diçe Tirkiyeyê.
Vatîkanê hûrgiliyên serdana çarrojî ya Papa belav kirin.
Papa dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û here Enqere, Stenbol û Îznîkê.
“Serdan ji bo Xiristiyanan pir girîng e”
George Aslan li ser serdana Papa got, “Ev serdan ji bo gelê Xiristiyan gelekî girîng e, ji ber ku hevdem e bi 1700emîn salvegera yekemîn Konseya Nîkeayê (Îznîkê).”
Îsal 1700emîn salvegera yekemîn Konseya Nîkeyayê ye ku li Îznîkê hatibû lidarxistin û ji bo cîhana Xiristiyaniyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Papa dê bermahiyên Dêra “St. Neophytos”ê jî ziyaret bike.
Ev cih bi salan di bin ava Gola Îznîkê de mabû û dê li wê deverê merasîmeke olî çêbibe.
Ji bo vê mebestê, li ser avê platformeke taybet hatiye çêkirin da ku Papa û geştyar karibin bêyî ku zererê bidin bermahiyan, mozaîk û goran bibînin.
“Dibe ku Ocalan peyamekê bide”
Serdana Papayê Vatîkanê li gel nîqaşên li ser “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdem e.
George Aslan li ser pirsa “Gelo Ocalan dê peyamekê bide Papa Leo?” amaje bi egera şandina peyamekê kir û got: “Eger şandeya Îmraliyê wî (Ocalan) ziyaret bike, dibe ku peyameke wî hebe.”
Aslan li ser daxwazên xwe yên ji Papa jî wiha axivî: “Papa mirovekî olî ye, tiştek nîne ku em jê daxwaz bikin.
Papa berdewam behsa aştiyê dike û ji bo aştiyê diayan dike û ev karê mirovên olî ye.
Ez pêşbînî dikim ku diayan ji bo aştiyê bike û hinek axaftinan li ser vê mijarê bike.
Eger ez Papa bibînim, ez dê jê bixwazim ku behsa aştiyê bike.”
Gelo dê hevdîtineke Papa û DEM Partiyê çêbibe?
George Aslan li ser egera hevdîtineke Papa û DEM Partiyê got:
“Me hewl da ku em bi wî re bicivin lê ji ber ku dema wî kêm e, ti hevdîtin nayên kirin.
Dibe ku sibe li Stenbolê beşdarî civînên Papa bibim.”
Rewşa Xiristiyanan
Aslan li ser rewşa zimanê Suryanî û hejmara Xiristiyanan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî agahî dan û got:
“Ji sedî 95ê xelkê me li Tirkiyeyê nemaye û li Diyasporayê ne, her wekî li Îraq û Sûriyeyê jî kêm bûne.
Em vî welatî wekî welatê xwe dibînin û ji hemû neteweyan kevintir in.”
Li gorî agahiyên ku Aslan dane, li Mêrdîn û gundên wê nêzîkî 5 hezar Xiristiyanan hene.
George Aslan her wiha ragihand, “Ji ber kêmbûna hejmara Xiristiyanan perwerdeya Suryanî nîne lê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê her neteweyê ye.
Ya ku ez dizanim ev maf li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê jî heye.”
Bernameya Papa
Papa Leo mîna Papayên berê dê şemiyê Mizgefta Sultan Ahmetê ziyaret bike.
Pişt re dê here Dêra Suryanî ya Ortodoks a Mor Efremê û dûv re bi Patrîkê Fenerê yê Rûm Bartholomeos re bicive û daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin.
Papa heman rojê li Volkswagen Arenayê merasîmeke olî ya mezin saz bike ku dê bi hezaran kes beşdarî bibin.
Papa dê roja dawî ya serdana xwe, beşdarî merasîmeke olî ya li Katedrala Apostolî ya Ermeniyan bibe.
Papa Leo dê yekşemê piştî nîvro ber bi Beyrûta paytexta Libnanê ve bi rê bikeve.