أربيل (رواد) – أعلن الرئيس الأمريكي دونالد ترامب رضاه عن التطورات في سوريا، قائلاً: “الرئيس السوري الجديد أحمد الشرع يعمل بإخلاص”.
أصدر الرئيس الأمريكي دونالد ترامب رسالةً بشأن العلاقات السورية الإسرائيلية وآخر المستجدات في سوريا.
وقال ترامب: “الولايات المتحدة راضيةٌ للغاية عن النتائج التي تحققت بفضل العمل الجاد والعزيمة في سوريا.
سنستخدم جميع مواردنا لضمان استمرار الحكومة السورية في تحقيق أهدافها الرئيسية المتمثلة في بناء دولة حقيقية ومستقرة”.
كما قال دونالد ترامب عن العلاقات السورية الإسرائيلية: “من المهم جدًا أن تحافظ إسرائيل على حوار قوي وحقيقي مع سوريا، وألا يحدث أي شيء من شأنه أن يعيق تحول سوريا إلى دولة مستقرة”.
رسالة الرئيس الأمريكي هي كما يلي:
“الولايات المتحدة سعيدة للغاية بالنتائج التي تحققت في سوريا. لقد تحققت هذه النتائج بفضل العمل الجاد والمثابرة.
لقد أنهيتُ العقوبات القاسية والصارمة على سوريا، وكان هذا أحد الأمور التي ساعدت كثيرًا.
أعتقد أن سوريا، قيادةً وشعبًا، قدّروا هذه الخطوة حقًا!
من المهم جدًا أن تحافظ إسرائيل على حوار قوي وصادق مع سوريا.
كما يجب ألا يحدث أي شيء من شأنه أن يعيق تحول سوريا وتحولها إلى دولة مستقرة.
يعمل الرئيس السوري الجديد أحمد الشرع بجد لضمان حدوث أمور جيدة. يريد أحمد الشرع أن تتمتع كل من سوريا وإسرائيل بعلاقة طويلة الأمد ومتطورة.
هذه فرصة تاريخية. هذه الخطوة تبني على النجاح الذي تحقق مسبقًا من أجل السلام في الشرق الأوسط!
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji pêşhatên li Sûriyeyê raziye û got, “Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê û rewşa dawî ya Sûriyeyê peyamek belav kir.
Trump got, “Amerîka ji wan encamên ku bi keda zêde û rijdiyê li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî raziye.
Em dê hemû derfetên xwe bi kar bînin da ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo avakirina welatekî rastîn û avedan, li ser armancên xwe yên sereke berdewam be.”
Donald Trump li ser pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê jî got, “Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze û tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê bo dewleteke avedan.”
Peyama Serokê Amerîkayê wisa ye:
“Amerîka ji wan encamên ku li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî razî ye. Ev encam bi keda zêde û rijdiyê hatine bidestxistin.
Min dawî li sizayên gelekî bihêz û tund ên li ser Sûriyeyê anî û ev yek bû yek ji wan tiştên ku gelekî alîkarî da.
Baweriya min ew e ku Sûriye, serkirdayetî û gelê wê ev pêngav bi rastî teqdîr kirin!
Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze.
Her wiha divê tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê û veguherîna wê ya ji bo dewleteke avedan.
Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike da ku piştrast bibe tiştên baş diqewimin. Ehmed Şer dixwaze hem Sûriye û hem jî Îsraîl bi hev re bibin xwediyê pêwendiyeke demdirêj û bipêşketî.
Ev derfeteke dîrokî ye. Ev pêngav li ser wê serkeftinê zêde dibe ku pêşwext ji bo aştiya li Rojhilata Navîn hatiye kirin!