أربيل (روداو) – ردّت تولاي حاتم أوغلاري، الرئيسة المشاركة لحزب الديمقراطية الديمقراطية، على من يربطون عملية السلام بالحسابات الانتخابية.
حضرت تولاي حاتم أوغلاري، الرئيسة المشاركة لحزب الديمقراطية الديمقراطية، “ملتقى المجتمع الديمقراطي والسلام” في جناق قلعة وألقت كلمة.
“قضيتنا أكبر من الانتخابات”
ردّت تولاي حاتم أوغلاري قائلةً: “من يحاول إقامة تحالف انتخابي من هذا لن يحقق نتائج.
قضيتنا أكبر بكثير من الانتخابات”.
وذكّرت بأن العملية تُنفّذ مع الدولة، وبما أن حزب العدالة والتنمية وحزب الحركة القومية مشاركان في الحكومة، فإن الاجتماعات تُعقد معهم بشكل طبيعي.
“القضية الكردية ليست قضية انتخابية”
وأشارت الرئيسة المشاركة لحزب الديمقراطية الديمقراطية إلى أن من يعتبر القضية الكردية قضية انتخابية مخطئ.
وقالت حاتم أوغلاري: “هذه العملية، بالمعنى الضيق، تتجاوز الانتخابات ومصالح الأحزاب”.
“نعمل لبناء السلام”
وأكدت حاتم أوغلو أن “عملية تاريخية” قد انطلقت في تركيا منذ الأول من أكتوبر/تشرين الأول.
ولفتت الانتباه إلى لقاء المفوضية مع زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان في إمرالي، واصفةً إياه بأنه “تاريخي ومهم”.
وصرحت تولاي حاتم أوغلو بأن الهدف من هذه العملية هو:
“نقوم بهذه العملية لبناء السلام وإرساء سلام كريم في هذه الأرض”.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiva wan kesan da ku pêvajoya aştiyê bi hesabên hilbijartinê ve girê didin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Çanakkaleyê beşdarî “Civîna Civaka Demokratîk û Aştiyê” bû û axaftinek kir.
“Meseleya me ji hilbijartinê mezintir e”
Tulay Hatîmogullari bertek nîşan da û got, “Yên ku hewl didin ji vê yekê tifaqeke hilbijartinê derxin, dê encamê nestînin.
Meseleya me ji hilbijartinê gelekî mezintir e.”
Wê bi bîr anî ku pêvajo bi dewletê re tê meşandin û ji ber ku AK Partî û MHP di hikûmetê de ne, hevdîtin bi awayekî xwezayî bi wan re tên kirin.
“Meseleya Kurd ne meseleya hilbijartinê ye”
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku kesên meseleya Kurd wekî meseleya hilbijartinê dibînin şaş in.
Hatîmogullariyê got, “Ev pêvajo, di wateya teng de ji hilbijartinê û berjewendiyên partiyan wêdetir e.”
“Em ji bo avakirina aştiyê dixebitin”
Hatîmogullariyê diyar kir ku ji 1ê Çiriya Pêşîn a par ve li Tirkiyeyê “pêvajoyeke dîrokî” dest pê kiriye.
Wê bal kişand ser hevdîtina Komîsyonê ya li Îmraliyê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re û ew hevdîtin wekî “dîrokî û girîng” nirxand.
Tulay Hatîmogullariya armanca pêvajoyê wiha anî zimên:
“Em vê pêvajoyê ji bo avakirina aştiyê û bicihkirina aştiyeke bi rûmet li van axan dimeşînin.”