بهجلي: الجناح الثاني لطائر السلام قيد البناء…
هولير (روداو) – أعلن رئيس حزب الحركة القومية، دولت بهجلي، أن رسائل عبد الله أوجلان منطقية، وقال: “إن شاء الله، سيُبنى الجناح الثاني لطائر السلام، وسيشهد الجميع تحليقه معًا”.
تحدث بهجلي في حفل مدرسة حزبه، ولفت الانتباه إلى عملية حل القضية الكردية.
“نتقدم خطوة بخطوة”
أكد بهجلي وجود محاولات استفزازية ضد العملية، ولكن على الرغم من ذلك، فإن العملية تتقدم خطوة بخطوة.
وقال رئيس حزب الحركة القومية: “نتقدم نحو النتيجة خطوة بخطوة. لا نستمع للشائعات، ونسير على نهجنا”.
“رسائل أوجلان معقولة”
لفت بهجلي الانتباه إلى زيارة اللجنة لعبد الله أوجلان، وتابع:
“اجتمعت اللجنة في 4 ديسمبر. رسائل الزعيم المؤسس لحزب العمال الكردستاني إيجابية ومعقولة وموثوقة ومؤكدة.”
“لا يمكننا تفويت هذه الفرصة”
استذكر دولت بهجلي تصريحه “السلام ليس طائرًا بجناح واحد” الذي أدلى به بعد دعوات عبد الله أوجلان وقرارات حزب العمال الكردستاني، وقال:
“إن شاء الله، سيُصنع الجناح الثاني لطائر السلام، وسيرى الجميع رحلته معًا.
نحن نؤيد التعاون. يجب أن ننخرط في الحوار والتسوية والتعاطف.”
إن ما يعزز فرصة التسامح والتفاهم والحل من خلال الحوار هو القيم الديمقراطية.
لا يمكننا تفويت هذه الفرصة التي مضى عليها قرن من الزمان. نحتضن جميع إخواننا الأكراد بشوق ومحبة واحترام.
ردًا على مكتب الرئيس بارزاني
في خطابه، ردّ بهجلي أيضًا على بيان مكتب الرئيس مسعود بارزاني بشأن زيارته لجزيرة ابن عمر.
قال بهجلي: “لن تُزعجنا استفزازات جزيرة ابن عمر. إذا تطرقنا إلى مسألة ذئبنا الرمادي؛ فأنا ذئب رمادي، وسأرحل على أي حال”.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku peyamên Abdullah Ocalan maqûl in û got, “Înşalah dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.”
Bahçelî di merasîma dibistana partiya xwe de axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd.
“Em qonax bi qonax diçin”
Bahçelî diyar kir ku li dijî pêvajoyê hewldanên provakatîf hene lê tevî vê jî pêvajo qonax bi qonax bi pêş dikeve.
Serokê MHPyê got, “Em qonax bi qonax ber bi encamê ve diçin. Em guh nadin gotegotan û di rêya xwe de dimeşin.”
“Peyamên Ocalan maqûl in”
Bahçelî bal kişand ser serdana komîsyonê ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:
“Komîsyon 4ê Kanûnê civiyaye. Peyamên lîderê damezirîner ê PKKyê erênî, maqûl, pêbawer û teqez in.”
“Em nikarin vê firsendê ji dest bidin”
Devlet Bahçelî gotina xwe ya “Aştî ne çûkekî yekbask e” ku piştî bangên Abdullah Ocalan û biryarên PKKyê kiribû bi bîr anî û got:
“Înşalah dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.
Em alîgirê hevkariyê ne. Divê em bi axaftin, lihevkirin û empatiyê mijûl bibin.”
Tişta firsenda tehemûlê, hevfêmkirinê û çareseriya bi rêyên diyalogê bi pêş dixe, nirxa demokratîk e.
Em nikarin vê firsenda sedsalî ji dest bidin. Em hemû birayên xwe yên Kurd bi hesret, muhbet û hurmetê hembêz dikin.”
Bersiva ji bo Ofîsa Serok Barzanî
Bahçelî di axaftina xwe de bersiv da daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî ya derbarê serdana wî ya Cizîrê jî.
Bahçelî got, “Provokasyona Cizîrê dê me bêzar neke. Heke em werin ser mijara gurê boz me; bê guman ez gurê boz im û ez dê wilo jî koç bikim.”