جنكيز جاندار: قد نرى مظلوم عبدي وإلهام أحمد في تركيا… روداو – صرّح النائب عن حزب الديمقراطية، جنكيز جاندار، قائلاً: “إن أمكن، سيزور إلهام أحمد ومظلوم عبدي تركيا قريبًا”.
ينعقد “مؤتمر السلام والمجتمع الديمقراطي الدولي” في مركز جم كاراجا الثقافي بمنطقة بكركوي بإسطنبول، ويستمر يومين.
شاركت إلهام أحمد، الرئيسة المشاركة لدائرة العلاقات الخارجية في الإدارة الذاتية، عبر الإنترنت، وألقت كلمة.
علّق النائب عن حزب الديمقراطية، جنكيز جاندار، على غياب إلهام أحمد عن المؤتمر، لشبكة روداو.
صرّح جاندار بأن عدم حضور إلهام أحمد شخصيًا للمؤتمر دليل على تردد الحكومة.
بحسب جاندار، لا تزال السلطات مترددة بشأن الخطوات الواجب اتخاذها بشأن قوات سوريا الديمقراطية (SDF) والوضع في سوريا.
“مشكلة بيروقراطية”
قال جنكيز جاندار عن سبب غياب إلهام أحمد:
“كان ينبغي على السلطات الموافقة على وصول إلهام أحمد حتى تتمكن من القدوم إلى تركيا، فهذه مسألة بيروقراطية.
ولكن عندما يتعلق الأمر بشخصية مثل إلهام أحمد، لم يحدث هذا.”
“الحكومة لا تزال مترددة”
لفت جاندار الانتباه إلى التصريحات الأخيرة للمتحدث باسم الحكومة، وقال:
“عندما تدقق في التصريحات التي صدرت قبل أيام، ترى أن الحكومة لا تزال مترددة في اتخاذ بعض الخطوات بشأن قوات سوريا الديمقراطية والوضع في سوريا.”
“قد يزورون تركيا”
اعتبر جاندار مشاركة إلهام أحمد عبر الإنترنت مؤشرًا مهمًا.
توقع جنكيز جاندار بثقة مثيرة للاهتمام، وتابع: “مشاركة إلهام أحمد عبر الإنترنت تعني، إن أمكن، أن إلهام أحمد ومظلوم عبادي سيزوران تركيا قريبًا جدًا، وسنراهما هناك”.
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Eger heye di demeke gelekî nêzîk de Îlham Ehmed jî û Mezlûm Ebdî jî Tirkiyeyê ziyaret bikin.”
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi online beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar beşdarnebûna fîzîkî ya Îlham Ehmedê ya di konferansê de ji Rûdawê re nirxand.
Çandar diyar kir ku rênedana Îlham Ehmedê ku bi awayekî fîzîkî tevlî konferansê bibe, nîşaneya dudiliya hikûmetê ye.
Li gorî Çandar, desthilat di derbarê gavên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rewşa Sûriyeyê de hîn bi guman tevdigere.
“Pirsgirêkeke burokratîk”
Cengîz Çandar li ser sedema nehatina Îlham Ehmedê wiha got:
“Ji bo ku Îlham Ehmed were Tirkiyeyê, diviyabû ku desthilatê hatina wê erê kiriba, ev wekî karekî burokratîk e.
Lê dema ku mijar bû keseke wekî Îlham Ehmedê, ev yek pêk nehat.”
“Hikûmet hîn dudil e”
Çandar bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên berdevkê desthilatê û got:
“Dema ku mirov bi hûrî li daxuyaniyên çend roj beriya niha dinêre, mirov dibîne ku hikûmet di derbarê HSDyê û rewşa li Sûriyeyê de hîn dudil e ku hinek pêngavan biavêje.”
“Dibe ku Tirkiyeyê ziyaret bikin”
Çandar beşdariya online ya Îlham Ehmedê wekî nîşaneke girîng nirxand.
Cengîz Çandar pêşbîniyeke balkêş kir û wiha pê de çû:
“Bi awayê online tevlîbûna Îlham Ehmedê tê wê wateyê ku eger heye di demeke gelekî nêzîk de Îlham Ehmed jî û Mezlûm Ebdî jî Tirkiyeyê ziyaret bikin û em wan li Tirkiyeyê bibînin.”