لم تُدرج مؤسسة معارض دمشق الدولية علم كردستان في إعلانها للمعرض المُقرر إقامته في هولير.
ردّت سلطات إقليم كردستان بشدة على ذلك، قائلةً: “لا يحق لأي جهة لا تعترف بعلمنا إقامة معرض هنا”.
وبعد التحذيرات، تم حذف الإعلان.
نشرت الهيئة العامة للمعارض والأسواق الدولية في دمشق إعلانًا على مواقع التواصل الاجتماعي لمعرض “المنتجات الوطنية السورية” المُزمع إقامته في هولير في الفترة من 23 إلى 26 ديسمبر 2026.
إلا أن صورة قلعة هولير المُستخدمة في الإعلان اقتصرت على علمي العراق وسوريا، وتم تجاهل علم إقليم كردستان.
أدى ذلك إلى احتجاجات.
في الصورة المذكورة، رُفعت الأعلام العراقية والسورية على قلعة أربيل بحجم كبير، بينما حُجب علم كردستان، الذي كان من المفترض عرضه رسميًا، عمدًا.
بعد أن سلطت شبكة روداو الضوء على هذه القضية، اضطرت المؤسسة السورية إلى حذف المنشور من صفحتها على فيسبوك مساءً.
“لن نسمح بذلك”
بعد اندلاع الأزمة، أصدر مسؤولون في حكومة إقليم كردستان بيانات شديدة اللهجة.
قال رئيس لجنة الإنتاج في حكومة إقليم كردستان، محمد شكري:
“لن نسمح أبدًا بظهور علم كردستان في تلك الصورة. لقد تواصلنا معهم، وعليهم تغيير الصورة.
وإذا لم يفعلوا، فلن يُسمح لهم بالمشاركة في هذا المعرض أو إقامته.”
“قضيتنا خط أحمر”
وصرح محافظ أربيل، أميد خوشناو، بأن هذه القضية “خط أحمر”، قائلاً:
“لا نقبل بتجاهل علم كردستان. لقد أوضحنا موقفنا بوضوح للمنظمين.
إذا كنتم على دراية بعلم كردستان، فيمكنكم إقامة هذا المعرض، أما إذا كنتم تجهلونه، فمن المستحيل عليكم افتتاحه هنا.”
هناك خطر الإلغاء
حذرت محافظة أربيل وهيئة الإنتاج من أنه في حال عدم تعديل المواد الترويجية لتتوافق مع الرموز الرسمية لإقليم كردستان، سيتم إلغاء المعرض بالكامل.
ومن المقرر أن يُقام المعرض، الذي يُشرف عليه غرفتا صناعة دمشق وحلب، في 23 ديسمبر/كانون الأول 2026 في مركز أربيل الدولي للمعارض.
Hewlêr (Rûdaw) – Krîza Alaya Kurdistanê ya di navbera Hewlêr û Şamê de çareser bû û Alaya Kurdistanê di reklamê de cih girt.
Saziya Pêşangehên Navneteweyî ya Şamê, ji bo pêşangeha ku biryar e li Hewlêrê were lidarxistin di reklama xwe de cih neda Ala Kurdistanê.
Li ser vê yekê rayedarên Herêma Kurdistanê bertekên tund nîşan dan û got, “Kî alaya me nas neke nikare li vir pêşangehê veke.”
Piştî hişyariyan reklam hat jêbirin.
Saziya Giştî ya Pêşangehên Navneteweyî û Bazarên Navneteweyî ya Şamê, ji bo “Pêşangeha Berhemên Niştimanî ya Sûriyeyê” ku plan e 23-26ê Kanûna Paşîn a 2026an li Hewlêrê were lidarxistin, li ser medyaya civakî reklamk belav kir.
Lê belê di wêneyê Keleha Hewlêrê yê ku di reklamê de hat bikaranîn de tenê alayên Îraq û Sûriyeyê cih girtin û Ala Herêma Kurdistanê hat paşguhkirin.
Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir.
Di wêneyê navborî de, li ser Keleha Hewlêrê alayên Îraq û Sûriyeyê bi awayekî mezin hatibûn montajkirin lê Alaya Kurdistanê ya ku divê bi awayekî fermî hebe, bi qestî nehatibû danîn.
Piştî ku Rûdawê mijar anî rojevê, saziya Sûriyeyî neçar ma ku di saetên êvarê de wê parvekirinê ji rûpela xwe ya Facebookê jê bibe.
“Em destûrê nadin”
Piştî derketina krîzê, rayedarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyên tund dan.
Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî got:
“Em qet rê nadin ku di wî wêneyî de Alaya Kurdistanê nebe. Me pêwendî bi wan re danî, neçar in wî wêneyî biguherînin.
Eger nekin dê destûr ji bo beşdarbûn an lidarxistina vê pêşangehê neyê dayîn.”
“Mijara me ya xeta sor e”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî diyar kir ku ev mijar “xeta sor” e û wiha axivî:
“Em bi ti awayî qebûl nakin ku Alaya Kurdistanê tune were hesibandin. Me peyama xwe ya zelal gihand organîzatoran.
Eger hûn Alaya Kurdistanê nas dikin hûn dikarin vê pêşangehê bikin, eger hûn nas nakin ne mimkun e hûn li vir pêşangehê vekin.”
Metirsiya betalkirinê heye
Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Hilberînê hişyarî da ku eger materyalên danasînê li gorî sembolên fermî yên Herêma Kurdistanê neyên sererastkirin, dê pêşangeh bi temamî were betalkirin.
Pêşangeha ku tê plankirin di bin çavdêriya Odeyên Pîşesaziyê yên Şam û Helebê de were kirin, tê pêşbînîkirin ku 23yê Kanûna Paşîn a 2026an li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê dest pê bike.