Amed (Rûdaw) – Pişti danîna qeyûman a ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê li ber wan şaredariyan çalakiyên protestokirinê hatin lidarxistin û alîgirên DEM Partiyê nerazîbûn nîşan da
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî îro da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Hevserok û parlamenterên DEM Partiyê ji bo pistgiriya şaredaran çûn Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê.
Şaredarên wan bajaran ragihand ku heta Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, ji wê biryara xwe venegere ew dê protestoyên xwe bidomînin.
Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
“Ev cara sêyemîn e îradeya xelkê Mêrdinê xesp dikin”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk got:
“Cara sêyem e li Mêrdînê îpotek danîn ser vîna gel. Em li vî welatî ji bo aştiyeke birûmet, ji bo edeleta wekhêv têdikoşin.
Armanca me ji bo Kurdan avakirina paşerojeke azad û demokratîk e lê desthilat îro bi armanca bêdengxistina gelê Kurd bi ser me de tê.”
“Em dê rê nedin zîhniyeta qeyûman”
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî got, “Em dê bi ti awayî fêrî vê zîhniyetê nebin û bi ti awayî em dê rê nedin vê zîhniyetê.”
“Herî zêde me deng wergirtine”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî wiha got:
“Di nav 81 bajaran de bi rêjeya herî zêde şaredariya me deng wergirtine.
Em dê vê emanetê bi ti awayî radestî memûrekî erzan nekin. Em li vir in, li berxwedanê ne û em hemû gelê xwe jî ji bo berxwedanê vedixwînin vê derê.”
Di xwepêşandanên li Êlihê de di navbera çalakvan û polîsan de alozî derket û hinek kes hatin desterserkirin.
“Derbeyek pêk hatiye”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî got:
“Ji ber di qada siyasetê de nikarin dest û pişta me bînin xwarê, bi destên dadger û polîsan û bi bê hiqûqiya Wezareta Karên Navxwe darbeyek pêk hatiye.”
“Desthilat dê bibe partiyeke tabelayê”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha got:
“Hûn înkarê dikin û hûn diz in. Hûn ew desthilat in ku ji aliyekî ve destên xwe dirêj dike û ji aliyekî din ve jî zilmê dik3 ku rewabûna we jî nemaye.
Bila ji xelkê Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê re soza me be ku desthilat dê rojekê li vê axê tenê bibe partiyeke tabelayê.”
أعلنت وزارة الداخلية التركية في بيان مكتوب اليوم، أنها وضعت الوصاية على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
ذهب الرؤساء المشاركون ونواب حزب الحركة الديمقراطية إلى إيله وماردين وخلفيتي لدعم رؤساء البلديات.
وأعلن عمداء تلك المدن أنهم سيواصلون احتجاجاتهم حتى لا تعود وزارة الداخلية التركية عن قرارها.
وتم تعيين محافظ ماردين تونجاي آكويون بدلاً من أحمد تورك.
تم إقالة جولستان سونوك، الرئيس المشارك لبلدية إيليه، وتعيين محافظ إيليه، أكرم كانالب.
كما تم إقالة الرئيس المشارك لبلدية الخلفية، محمد قريلان، وتعيين محافظ الخلفية، هاكان باشوغلو، محافظًا.
“هذه هي المرة الثالثة التي يتم فيها انتهاك إرادة أهالي ماردين”
وقال رئيس بلدية ماردين أحمد تورك:
“هذه هي المرة الثالثة التي يتم فيها رهن إرادة الناس في ماردين. نحن نقاتل من أجل سلام مشرف، ومن أجل العدالة المتساوية في هذا البلد.
هدفنا هو بناء مستقبل حر وديمقراطي للأكراد، لكن الحكومة تأتي إلينا اليوم بهدف إسكات الشعب الكردي”.
“لن نسمح بعقلية أولياء الأمور”
وقال محمد كارايلان، رئيس بلدية خلفتيه المشارك: “لن نتعلم هذه العقلية بأي شكل من الأشكال ولن نسمح بهذه العقلية بأي شكل من الأشكال”.
“لقد حصلنا على أكبر عدد من الأصوات”
وقال العمدة المشارك لبلدية إيليه جولستان سونوك أيضًا:
“من بين 81 مدينة، حصلت بلديتنا على أكبر عدد من الأصوات.
ولن نسلم هذه الثقة بأي حال من الأحوال إلى مسؤول رخيص. نحن هنا للمقاومة وندعو جميع أبناء شعبنا هنا للمقاومة”.
وخلال الاحتجاجات في إيليه، وقع صراع بين النشطاء والشرطة وتم اعتقال بعض الأشخاص.
“لقد حدث انقلاب”
وقال الرئيس المشارك لحزب الديمقراطيين الديمقراطيين، تولاي حاتيموغولاري، أيضًا:
وأضاف: “لأنهم لا يستطيعون إسقاط أيدينا وظهورنا في المجال السياسي، فقد تم الانقلاب بأيدي القضاة والشرطة ومن دون سلطة وزارة الداخلية”.
“السلطة ستصبح طرف الطاولة”
كما قال الرئيس المشارك لحزب الحركة الديمقراطية تونجر باكيرهان:
“أنتم تنكرون ذلك وأنتم لصوص. أنتم السلطة التي تمد يديها من جهة وتظلم من جهة أخرى حتى أنكم لا تملكون الشرعية.
فليكن وعدنا لشعب إيليه وماردين وخلفيتي وأسنيورت أن الحكومة ستصبح يومًا ما مجرد حزب إشارة في هذه الأرض.