روداو……
هولير (روداو) – صرّح الناشط الكردي علي تشيفن لروداو بعد إطلاق سراحه: “أكرر، أنا لستُ تركيًا”.
صرّح رئيس جمعية الرواد الأكراد، علي تشيفن، في مقابلة صحفية: “أنا لستُ تركيًا”، وتعرّض لاحقًا لهجمات وتهديدات.
اعتقل علي تشيفن بعد تلك المقابلة بتهمة “الدعاية لمنظمة إرهابية مسلحة”.
حلّ الناشط الكردي علي تشيفن، الذي صرّح في مقابلة صحفية: “أنا لستُ تركيًا”، وسُجن لعشرة أشهر، ضيفًا على روداو بعد إطلاق سراحه، وتحدث إلى هيفيدار زانا عن إجراءات محاكمته.
صرح علي تشيفن في بداية خطابه أنه كان يعلم أنه سيُعتقل عندما استخدم تلك الكلمات، وقال:
“عندما قلتُ “أنا كردي”، كنتُ أعلم أنني سأُعتقل.
لأنني كنتُ أؤمن بمعلومات استخبارات الدولة التركية التي تُشير إلى اعتقالي.”
وأضاف تشيفن أنه اعتُقل بعد كلماته وأُفرج عنه بعد بيان، لكنه أُعيد اعتقاله في منزله بعد يومين، وقال:
“فوجئتُ بإطلاق سراحي. كنتُ أتساءل عن سبب إطلاق سراحي.
وبعد يومين، في الصباح، داهموا منزلي مرة أخرى واعتقلوني.”
“اتُهمتُ بالدعاية لحزب العمال الكردستاني.”
كشف تشيفن أنه بعد اعتقاله، وُضعت ضده لائحة اتهام من ألف صفحة، وأنه اتُهم بدعم حزب العمال الكردستاني.
صرح جيفين أيضًا عن أدلة الادعاء:
“عندما ذهبنا إلى المحكمة، كان الدليل الذي قدموه هو إفادتي “شهداء كردستان”.
اعتبروا ذلك دعاية لحزب العمال الكردستاني، لكنني أكدتُ أيضًا في المحكمة أنني لا أرتبط بأي أحزاب أو منظمات.
أي شيء يُسمى تركيًا أو عربيًا أو فارسيًا لا يُعرّفني.
أنا كردي وسأحافظ على هويتي.”
“طلب المدعي العام التبرئة، وحكم القاضي.”
تحدث جيفين أيضًا عن إجراءات المحاكمة، وذكر أنه لم تكن هناك أدلة دامغة، وطلب المدعي العام تبرئته، لكن القاضي أصرّ على قراره، وقال:
“طلب المدعي العام إطلاق سراحي، لكن القاضي أراد الحكم عليّ.
أُفرج عني بعد 10 أشهر، لكن قضيتي لا تزال قائمة.”
نحن على نهج قاضي محمد، الملا مصطفى البارزاني، والشيخ سعيد.
أكد الناشط الكردي علي جيفين أنه لا يندم على كلامه، وسيظل دائمًا مدافعًا عن هويته الكردية، مضيفًا:
“لا أندم. أكرر، أنا لست تركيًا.
إذا ناولوني الميكروفون مرة أخرى اليوم، فسأقول الشيء نفسه.
نحن على نهج قاضي محمد، الملا مصطفى البارزاني، والشيخ سعيد
على كل كردي أن يدافع عن هويته.”
وقال علي جيفين أيضًا:
“كل كردي ليس عضوًا في حزب العمال الكردستاني، وحزب العمال الكردستاني ليس مسؤولًا عن هويتي.
أنا كردي، أنا كردي له هويتي، وسأواصل قضيتي.”
ماذا حدث؟
قال رئيس جمعية الرواد الأكراد، علي جيفين، في مقابلة صحفية: “أنا لست تركيًا”، وأصبح لاحقًا هدفًا للهجمات والتهديدات.
أُلقي القبض على علي تشيفن بعد المقابلة بتهمة “الدعاية لمنظمة إرهابية مسلحة”.
ونظرت المحكمة الجنائية الأساسية العشرون في بويوك تشكمة في قضيته.
ورغم أن المدعي العام طلب تبرئته في 28 ديسمبر/كانون الأول، إلا أن القاضي أصدر حكمًا.
وأفاد المدعي العام بعدم كفاية الأدلة لتبرير العقوبة، وطلب تبرئة تشيفن.
إلا أن المحكمة رفضت طلب التبرئة، وحكمت على علي تشيفن بالسجن 3 سنوات.
وبعد أن قضت المحكمة بالإفراج عنه في جلسة عُقدت في 16 من الشهر نفسه، أُطلق سراحه من السجن في 17 من الشهر نفسه.
Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê Kurd Alî Çevenê piştî ku hat berdan ji Rûdawê re got, “Dîsa dibêjim, ez ne Tirk im.”
Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.
Alî Çeven piştî wê roportajê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.
Çalakvanê Kurd Alî Çevenê ku di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” bûbû rojev û 10 mehan girtî mabû, piştî ku hat berdan bû mêvanê Rûdawê û ji Hêvîdar Zanayê re qala pêvajoya darizandina xwe kir.
Alî Çeven di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dema wî ew gotin bi kar anî, wî dizanî ku dê were girtin û got:
“Min dema ku got ‘Ez Kurd im’, min dizanî ku dê min bigirin.
Çimkî min ji hişmendiya dewleta Tirkiyeyê bawer dikir ku dê min bigrin.”
Çeven da zanîn ku ew piştî gotinên xwe hat desteserkirin û piştî îfadeyê hatiye berdan lê piştî 2 rojan dîsa bi ser mala wî de hatiye girtin û anî ziman:
“Ez ji berdana xwe şaş mabûm. Min digot çima hatim berdan.
Piştî du rojan, serê sibê dîsa avêtin ser mala min û ez hatim desteserkirin.”
“Bi propagandaya PKKyê hatim tometbarkirin”
Çeven eşkere kir ku piştî girtinê îdianameyeke hezar rûpelî li ser wî hatiye amadekirin û ew bi piştgiriya PKKyê hatiye tometbarkirin.
Çeven derbarê delîlên dozgeriyê jî da zanîn:
“Dema em çûn dadgehê, delîlên ku pêşkêş kirin gotina min a ‘Şehîdên Kurdistanê’ bû.
Wan ev yek wekî propagandaya PKKyê nirxand lê belê min di dadgehê de jî got, ti pêwendiyên min bi ti partî û rêxistinan re nînin.
Tiştekî ku navê wê Tirk, Ereb û Faris be, min nîşan nade.
Ez Kurd im û ez dê li ser nasnameya xwe berdewam bim.”
“Dozger beraet xwest, dadger ceza da”
Çeven qala pêvajoya darizandinê jî kir û diyar kir ku delîlên berbiçav nebûn û dozger beraeta wî xwest lê dadger di biryara xwe de israr kiriye û got:
“Dozger daxwaza berdana min kir lê dadger xwest ceza bide min.
Piştî 10 mehan ez hatim berdan lê hîn doza min didome.”
“Em li ser rêbaza Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û Şêx Seîdan in”
Çalakvanê Kurd Alî Çeven tekez kir ku ew ji gotinên xwe ne poşman e û dê her tim nasnameya xwe ya Kurdî biparêze û wiha pê de çû:
“Ez ne poşman im. Dîsa dibêjim, ez ne Tirk im.
Heger îro dîsa mîkrofonê dirêjî min bikin, ez dê heman tiştî bêjim.
Em li ser rêbaza Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û Şêx Seîdan in.
Divê her Kurdek xwedî li nasnameya xwe derkeve.”
Alî Çeven her wiha anî ziman:
“Her Kurd ne PKKyî ye û PKK ne berpirsyarê nasnameya min e.
Ez Kurd im, bi nasnameya xwe Kurdperwer im û ez dê doza xwe bidomînim.”
Çi bûbû?
Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.
Alî Çeven piştî wê roportajê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.
Doza Alî Çeven li Dadgeha 20emîn a Ceza ya Bingehîn a Buyukçekmeyê hat dîtin.
Tevî ku dozger 28ê Kanûna Paşîn daxwaza beraetê wî kir jî dadger biryara ceza dayê.
Dozger diyar kir ku delîlên têrker ên ku rê bidin cezadanê nînin û xwestibû ku Çeven beraet bike.
Lê dadgehê daxwaza dozger a beraetê red kir û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birî.
Piştî ku dadgehê di rûniştina 16ê mehê de biryara berdana Çeven da, ew 17ê mehê ji girtîgehê hat berdan.