هولير (روودوا) – صرّح نائب الرئيس التركي، جودت يلماز، بأنه إذا لزم الأمر، سيتم تغيير القوانين لإيجاد حل.
كما تحدث جودت يلماز عن عمل اللجنة، قائلاً: “نتيجةً لهذه الأعمال، سيتم إجراء تعديلات قانونية، وإن لزم الأمر، وإن شاء الله، سنزيل قضية الإرهاب تمامًا من أجندة بلدنا”.
التقى نائب الرئيس التركي، جودت يلماز، بممثلين عن بعض منظمات المجتمع المدني في شمال كردستان في منطقة بهجلي إيفلر بإسطنبول.
أكد يلماز في كلمته على ضرورة تطور تركيا في وحدة وتضامن، والوقوف في وجه الألاعيب الخارجية.
وأكد أن “الإرهاب” عدو التنمية والديمقراطية، وقال: “في بيئة يُقضى فيها على الإرهاب تمامًا، ستزداد ديمقراطيتنا قوةً لـ 86 مليون شخص، وستصبح الحقوق والحريات الأساسية أسهل”.
ستقدم اللجنة توصياتها.
لفت جودت يلماز الانتباه إلى عمل اللجنة، وتابع:
“هناك لجنة في برلماننا الآن، وهي تعمل بكفاءة عالية. باستثناء مجموعة برلمانية واحدة، جميع المجموعات والأحزاب موجودة هناك. ويتم الاستماع إلى جميع شرائح المجتمع باستمرار.
ونتيجة لهذه الجهود، ستقدم لجنتنا بعض التوصيات إلى برلماننا.
وفي إطار هذه التوصيات، إذا لزم الأمر، سيتم إجراء تعديلات قانونية، ونأمل أن نزيل قضية الإرهاب تمامًا من جدول أعمال بلدنا.
ستتعزز الديمقراطية والتنمية في مكان خالٍ من الإرهاب. الإرهاب عدو التنمية والديمقراطية.”
Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz diyar kir ku eger pêwîst be ji bo çareseriyê dê yasa jî bên guhertin.
Cevdet Yilmaz behsa xebatên Komîsyon jî kir û got,”Di encama van xebatan de, eger pêwîstî bi sererastkirinên yasayî hebe dê bên kirin û înşall=ah em dê vê mijara terorê bi temamî ji rojeva welatê xwe derxin.”
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê bi nûnerên hinek saziyên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê re civiya.
Yilmaz di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Tirkiye di nava yekîtî û hevgirtinê de bi pêş bikeve û li hember lîstikên ji derve bisekine.
Wî da zanîn ku “teror” dijminê geşedan û demokrasiyê ye û got: “Di hawîrdoreke ku teror bi temamî ji holê rabûye de, dê demokrasiya me ji bo 86 milyonî hê xurtir bibe û maf û azadiyên bingehîn dê hêsantir bên jiyîn.”
“Komîsyon dê pêşniyaran bike”
Cevdet Yilmaz bal kişand ser xebatên Komîsyonê û wiha domand:
“Li parlamentoya me niha Komîsyonek heye. Gelek baş kar dike. Ji bilî grûbeke parlamentoyê, hemû grûb û partî li wê derê ne. Berdewam guhdariya hemû aliyên civakê tê kirin.
Di encama van xebatan de Komîsyona me dê hinek pêşniyaran ji bo parlamentoya me bike.
Di çarçoveya van pêşniyaran de, eger pêwîstî bi sererastkirineke yasayî hebe dê ev bên kirin û înşalah em dê vê mijara terorê bi temamî ji rojeva welatê xwe derxin.
Li cihekî ku teror lê nebe, dê demokrasî û geşedan bihêz bibin. Teror dijminê geşedan û demokrasiyê ye.”