روداو……هولير (روداو) – أعلن رئيس جهاز الاستخبارات التركي (MIT)، إبراهيم كالين، أن هدف عملية التسوية هو احتضان الأكراد.
ألقى كالين كلمة في “المؤتمر الدولي لدراسات الاستخبارات” في إسطنبول، وتحدث عن عملية التسوية.
وأشار رئيس جهاز الاستخبارات إلى جهود عملية التسوية، قائلاً: “مع تركيا بلا إرهاب، لا نهدف فقط إلى القضاء على إرهاب حزب العمال الكردستاني الذي استمر 40 عامًا، بل نريد في الوقت نفسه تطهير المنطقة بأكملها من جميع أنواع المنظمات الإرهابية والقوى التابعة لها.
نريد إرساء نظام أمن واستقرار قائم على ديناميكيات المنطقة.
هدفنا هو تحقيق مصالحة حقيقية وسلام ووحدة استراتيجية في المنطقة بين الأتراك والأكراد والعرب والمكونات الأخرى.”
انتهت سياسة الإبادة الجماعية في غزة بوقف إطلاق النار.
وتحدث إبراهيم قالن أيضًا عن وقف إطلاق النار في غزة، قائلاً: “كما تعلمون، فيما يتعلق بقضيتنا الأكثر سخونة، وقف إطلاق النار في غزة، فقد تركنا وراءنا هذا الصباح صفحةً وفترةً مهمةً في تاريخنا الحديث.
انتهت اليوم سياسات الإبادة الجماعية ضد شعب غزة، المستمرة منذ عامين، بوقف إطلاق النار.
بالطبع، أقول هذا بحذرٍ شديد، لأن تنفيذ وقف إطلاق النار سيكون أهم واجباتنا من الآن فصاعدًا.
تم تطبيق وقف إطلاق نار هش، وتتطلب مراقبته ميدانيًا أيضًا حساسيةً واهتمامًا كبيرين.
في مثل هذه الظروف الحساسة والدقيقة، تحدث الانتهاكات والتخريب دائمًا، ولكن اليوم لدينا وقف إطلاق نار.”
“سوريا بحاجة إلى مساعدة الجميع”
وأكد إبراهيم قالن أنه مع سقوط نظام الأسد، بدأت مرحلة جديدة في سوريا، وأنهم يبذلون جهودًا جبارة لحماية وحدة أراضيها ووحدتها السياسية وتنميتها الاقتصادية والاجتماعية.
أكد رئيس جهاز المخابرات الوطنية أن الحكومة السورية تواجه صعوبات وتحديات جسيمة، وتابع:
“بعد فترة حرجة انهار فيها نظام البعث الذي دام 60 عامًا وانتهت فيها الحرب الأهلية التي استمرت 14 عامًا، فإن إعادة إعمار سوريا ليست بالمهمة السهلة.
سوريا بحاجة إلى مساعدة ودعم الجميع. لأن الإدارة السورية الجديدة ورثت دولة منهارة ومجتمعًا منقسمًا واقتصادًا مفلسًا.
إن إعادة بناء هذا الهيكل ليست مسؤولية الشعب السوري فحسب، بل هي مسؤوليتنا جميعًا.”
“نقوم بالتوسط في الحرب الروسية الأوكرانية”.
كما أشار رئيس جهاز المخابرات التركي إلى الحرب الروسية الأوكرانية، مؤكدًا أن تركيا لعبت أدوارًا حاسمة حتى الآن، قائلًا:
“لإنهاء هذه الحرب، حرصنا في تركيا على أن نكون دولةً تتحدث وتتحدث مع جميع الأطراف.
كما تعلمون، وبفضل دبلوماسية رئيسنا، عُقدت ثلاثة اجتماعات في إسطنبول خلال الأشهر الثلاثة الماضية.
سنواصل، في تركيا، استضافة هذه الجهود والتوسط فيها وتسهيلها.
نؤمن بأن الحرب الروسية الأوكرانية يمكن حلها أيضًا من خلال التفاوض والحوار والسلام”.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ragihand ku armanca pêvajoya çareseriyê hemêzkirina Kurdan e.
Kalin li Stenbolê di “Kongreya Navneteweyî ya Lêkolînên Îstixbaratê” de gotarek pêşkêş kir û behsa pêvajoya çareser kir.
Serokê MÎTê amaje bi xebatên pêvajoya çareseriyê kir û wiha got, “Bi Tirkiyeya Bêteror, em ne tenê armanc dikin ku terora PKKyê ya 40 salî bi dawî bikin lê di heman demê de em dixwazin tevahiya herêmê ji her cure rêxistinên terorê û hêzên wekîl paqij bikin.
Em dixwazin li ser bingeha dînamîkên herêmê sîstemeke ewlehî û îstiqrarê ava bikin.
Armanca me ew e ku em li herêmê di navbera Tirk, Kurd, Ereb û pêkhateyên din de hemêzkirineke rastîn, aştî û yekbûneke stratejîk pêk bînin.”
“Siyaseta qirkirinê ya li Xezeyê bi agirbestê bi dawî bû”
Îbrahîm Kalin derbarê agirbesta li Xezeyê jî axivî û wiha got, “Wekî hûn dizanin, derbarê mijara me ya herî germ, agirbesta li Xezeyê me vê sibehê di dîroka xwe ya nêzîk de rûpelek û serdemeke girîng li pey xwe hişt.
Siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Xezeyê yên ku 2 sal in didomin, îro bi agirbestekê bi dawî bûne.
Helbet ez vê yekê bi hişyarî û baldariyeke mezin dibêjim. Ji ber ku pêkanîna agirbestê dê ji niha û pê de bibe erkê me yê herî girîng.
Agirbesteke nazik hatiye pêkanîn û çavdêriya wê ya li ser erdê jî hestiyarî û baldariyeke mezin hewce dike.
Di rewşên wiha hestiyar û nazik de her tim binpêkirin û sabotaj çêdibin lê îro êdî agirbestek li ber destê me heye.”
“Pêwîstiya Sûriyeyê bi alîkariya her kesî heye”
Îbrahîm Kalin anî ziman ku bi rûxandina rejîma Esed re li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kiriye û ew ji bo parastina yekparçeyiya axê, yekitiya siyasî, pêşketina aborî û civakî di nav hewldaneke mezin de ne.
Serokê MÎTê tekez kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi dijwarî û zehmetiyên mezin re rû bi rû ye û wiha domand:
“Piştî serdemeke krîtîk a ku rejîma Beasê ya 60 salî rûxiya û şerê navxweyî yê 14 salan bi dawî bû, ji nû ve avakirina Sûriyeyê ne karekî hêsan e.
Pêwîstiya Sûriyeyê bi alîkarî û piştgiriya her kesî heye. Ji ber ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê dewleteke hilweşiyayî, civakeke parçebûyî û aboriyeke îflaskirî wergirtiye.
Jinûvesererastkirina vê avahiyê ne tenê berpirsiyariya xelkê Sûriyeyê ye, berpirsiyariya me hemû kesî ye.”
“Em ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê navbeynkariyê dikin”
Serokê MÎTê amaje bi şerê Rûsya-Ukraynayê jî kir û diyar kir ku Tirkiye heta niha rolên krîtîk lîstine û got:
“Ji bo bidawîkirina vî şerî, me wekî Tirkiyeyê xwe wekî welatekî ku bi hemû aliyan re diaxive û axaftinê didomîne bi cih kiriye.
Wekî hûn dizanin, di encama dîplomasiya serokatiya serokkomarê me de, di 3 mehên borî de li Stenbolê 3 civîn hatin lidarxistin.
Em wekî Tirkiye dê ji bo van xebatan mazûvanî, navbeynkarî û rola hêsankeriyê bidomînin.
Em bawer dikin ku şerê Rûsya-Ukraynayê jî dikare bi rêya muzakere, diyalog û aştiyê were çareserkirin.”