هولير (روداو) – اندلع نقاش حاد في البرلمان التركي بين نائبة رئيس البرلمان برفين بولدان ونائب رئيس كتلة حزب الخير، تورهان جوميز، حول كلمة “رسول”.
اتهم جوميز بولدان بإرسال “رسائل” إلى زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان، فردّت بولدان قائلةً: “أنا لستُ رسولاً، أنا أعمل من أجل السلام في هذا البلد”.
ردّ نائب رئيس كتلة حزب الخير، تورهان جوميز، في البرلمان التركي على خطابات نائبة رئيس البرلمان برفين بولدان، التي انتقدت الأسبوع الماضي زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان بشأن خطاب وسائل الإعلام.
واجبكِ أن تكوني رسولة.
قال جوميز لبولدان: “سيدتي الرئيسة، نعلم أن لديكِ دورين. أحدهما نائب رئيس البرلمان، والآخر عضو في البرلمان، وأنتِ الآن تجلسين على كرسي أتاتورك.”
وأكمل تورهان جوميز حديثه قائلاً:
“لكننا علمنا الأسبوع الماضي أن لديكِ أيضًا واجبًا كرسولة ورسولة.
لقد زرتِ إمرالي، وفي اجتماعاتكِ هناك وجّهتِ رسالةً للمجتمع.
ليس من مسؤوليتكِ إيصال رسائل إرهابي قتل 50 ألف شخص، من شرطتنا وجنودنا ومعلمينا وحراس قريتنا الشهداء، إلى تركيا. لا يمكنكِ فعل هذا، هذا خطأٌ جسيم.”
بعد كلمات جوميز، عمّت الفوضى.
“أفعل ذلك من أجل سلام هذا البلد”.
ردّت نائبة رئيس البرلمان، برفين بولدان، دون انتظار انتهاء جوميز من كلمتها، قائلةً:
“أرفض كلامك. لا أحد يستطيع أن يمنحك هذا الحق.
لن أتعدى على كرامة إنسان على هذا المقعد، ولن أسمح بانتهاكها. هذا ليس من حقك. لا يحق لك الكلام.
إذا كنت أفعل شيئًا، فليس من أجل رسالة، بل من أجل مستقبل تركيا، من أجل سلام هذا البلد”.
قامت جوميز، التي انزعجت من المقاطعة، وقالت: “لن تتسامحوا مع كلامي”.
رفعت بولدان الجلسة لمدة 15 دقيقة، ودعت نواب قادة الكتل الحزبية إلى قاعة الاجتماعات خلف القصر الرئاسي.
Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê de di navbera Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan û Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez de li ser gotina “peyamber” nîqaşeke tund derket.
Çomez, Buldan bi “peyamberiya” Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tohmetbar kir û Buldan jî bertek nîşan da û got, “Ez ne peyamberiyê, ji bo aştiya vî welatî kar dikim.”
Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, li Parlamentoya Tirkiyeyê bertek nîşanî axaftinên Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan da ku hefteya borî rexneyên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ên derbarê zimanê medyayê de ragihandibû.
“Wezîfeya we peyamberî ye”
Çomez ji Buldanê re got, “Xatûna Serok, me dizanî ku du şewqeyên we hene. Yek jê Wekîla Serokê Parlamentoyê ye, ya din jî parlamenterî ye û hûn niha li ser kursiyê Ataturk rûniştine.”
Turhan Çomez axaftina xwe wiha domand:
“Lê hefteya borî em fêr bûn ku wezîfeyeke we ya wekî peyamhilgirtin û peyamberiyê jî heye.
We serdana Îmraliyê kir û di hevdîtinên xwe yên li wir de we peyamek da civakê.
Berpirsiyariyeke we ya wekî gihandina peyamên terorîstekî kujerê 50 hezar kesan, polîs, leşker, mamoste û cerdevanên me yên şehîd ji Tirkiyeyê re nîne. Hûn nikarin vê yekê bikin, ev gelekî şaş e.”
Piştî van gotinên Çomez alozî derket.
“Ez ji bo aştiya vî welatî dikim”
Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan, bêyî ku li benda qedandina axaftina Çomez bisekine, bersiv da û got:
“Ez van gotinên we red dikim. Ti kes nikare mafekî wiha bide we.
Ez li ser vê kursiyê rûmeta mirovekî bin pê nakim û nahêlim bê binpêkirin. Ev ne mafê we ye. Hûn nikarin biaxivin.
Eger ez karekî dikim, ne ji bo peyamberiyê ye, ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo aştiya vî welatî dikim.”
Çomezê ku ji ber qutkirina axaftina xwe aciz bû, rabû ser piyan û got, “Hûn nikarin tehemûlî axaftina min bikin.”
Buldanê 15 deqeyan navber da rûniştinê û wekîlên serokên komên partiyên siyasî vexend odeya civînê ya li pişt Dîwana Serokatiyê.