أربيل (روداو) –
حذّرت الرئيسة المشتركة لحزب الحركة الديمقراطية (DEM)، تولاي حاتيموغلاري، من أن تباطؤ وتيرة عملية الحل، يُعزز شجاعة مؤيدي الحرب.
وتحدثت تولاي حاتيموغلاري عن عملية الحل خلال اجتماع لكتلة حزبها في البرلمان التركي.
قال حاتم أوغلو: “لدى تركيا فرصة تاريخية. هذه الفرصة لحل مشكلة عمرها مئة عام وإنهاء حرب دامت خمسين عامًا.
“على الدولة اتخاذ خطوات ملموسة.”
انتقد حاتم أوغلاري الحكومة والمعارضة، قائلاً: “إنهم ليسوا على أرض الواقع من أجل التعايش السلمي، ولم تُتخذ أي خطوات للإصلاحات القانونية.”
ودعا الرئيس المشارك لحزب الديمقراطية الديمقراطية الحكومة والدولة إلى اتخاذ خطوات ملموسة، لا سيما في مجال الإصلاحات القانونية.
ودعا حاتم أوغلاري إلى اتخاذ خطوات عاجلة لتعزيز ثقة الشعب، قائلاً: “يجب إجراء إصلاحات قانونية قبل عرض ميزانية 2026 على البرلمان. هذا سيعزز الثقة ويمهد الطريق لنجاح العملية.”
“تزايدت الاستفزازات”
لفت تولاي حاتم أوغلو الانتباه إلى الاستفزازات العنصرية التي تزايدت مؤخرًا، قائلاً: “كل خطوة لا تُتخذ وكل تأخير يُشجع معارضي العملية. لن نتورط في هذه الفوضى العنصرية.” سنُكرّس جهودنا لبناء السلام ومجتمع ديمقراطي، وسنُفكّك ألغازهم ولن نقع في فخاخ مُعارضي العملية.
دعوا للإفراج عن دميرتاش ويوكسيكداغ
كما لفت حاتيموجولاري الانتباه إلى زيارته للرئيسين المُشاركين السابقين لحزب الشعوب الديمقراطي، صلاح الدين دميرتاش وفيغن يوكسيكداغ، وقال: “يجب الإفراج فورًا عن صلاح الدين دميرتاش وفيغن يوكسيكداغ وجميع أصدقائنا المُعتقلين في قضية مؤامرة كوباني. يجب ألا يبقوا في السجن ولو لساعة واحدة”.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya Partiya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê hişyarî da ku her ku rîtma pêvajoya çareseriyê kêm dibe wêrekiya alîgirên şer zêde dibe.
Tulay Hatîmogullari li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Hatîmogullariyê got, “Derfeteke dîrokî di destê Tirkiyeyê de heye. Ev derfet ji bo çareserkirina pirsgirêkeke 100 salî û bidawîkirina şerê 50 salî ye.
“Divê dewlet gavên berbiçav bavêje”
Hatîmogullari rexne li hikûmet û mixalefetê girt û got, “Ew ji bo civakîbûna aştiyê ne li qadan in û ji bo sererastkirinên yasayî ti gav nehatine avêtin.”
Hevseroka DEM Partiyê bangî hikûmet û dewletê kir ku bi taybetî di warê sererastkirinên yasayî de bikevin qonaxa gavên berbiçav.
Hatîmogullariyê xwest ji bo zêdekirina baweriyê di nava xelkê de bi lez gav bên avêtin û got, “Divê berî ku bûdceya 2026an bê parlamentoyê, sererastkirinên yasayî bên kirin ev dê baweriyê zêde bike û rê li ber serkeftina pêvajoyê veke.”
“Provokasyon zêde bûne”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser provokasyonên nijadperest ên ku di demên dawî de zêde bûne û got, “Her gava ku neyê avêtin û her derengketin, dijberên pêvajoyê wêrektir dike. Em dê nekevin nava vê aloziya nijadperestiyê.
Em dê enerjiya xwe ji bo avakirina aşitî û civakeke demokratîk xerc bikin û em dê lîstika wan deşîfre bikin û nekevin xefikên dijberên pêvajoyê.”
Banga berdana Demîrtaş û Yuksekdagê
Hatîmogullariyê bal kişand ser ziyareta xwe ya ji bo Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî û got, “Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên di Doza Komploya Kobaniyê de girtî ne bi lez bên berdan. Divê saetekê jî di hundir de nemînin.”