أحمد الشرع : نحن والأكراد سنكون كيانًا واحدًا… هولير (روداو) – قال الرئيس السوري أحمدالشرع “للأكراد مكانة في عقولنا وأعيننا، إن شاء الله نكون كيانًا واحدًا”.
ينعقد منتدى الدوحة الثالث والعشرون في العاصمة القطرية الدوحة.
سأل المذيع في روداو، سنجر عبد الرحمن، أحمد الشرع على هامش منتدى الدوحة الثالث والعشرين: “كيف سيكون مستقبل الأكراد في سوريا؟”، فوضع الرئيس السوري يده على عينيه وقال: “للأكراد مكانة في عقولنا وأعيننا، إن شاء الله نكون كيانًا واحدًا”.
تأتي كلمات أحمد الشرع هذه في وقتٍ فشلت فيه الحكومة الانتقالية حتى الآن في التوصل إلى اتفاق مع الأكراد حول العديد من القضايا الأمنية والسياسية والاقتصادية المتعلقة بمستقبل سوريا وكردستان الغربية.
اتفاق آذار والنقاط المتنازع عليها
في آذار/مارس 2025، وقّع الرئيس السوري أحمد الشرع والقائد العام لقوات سوريا الديمقراطية (قسد)، مظلوم عبدي، اتفاقيةً تهدف إلى دمج قوات سوريا الديمقراطية في الجيش السوري.
وبموجب الاتفاقية، ستخضع المعابر الحدودية والمطارات وحقول النفط والغاز التي كانت تُدار سابقًا من قِبل الإدارة الذاتية لسيطرة حكومة دمشق.
كما يُقرّ الاتفاق بالأكراد كمواطنين كاملي الحقوق، ويمنحهم الحق في التمثيل في مؤسسات الدولة.
على الرغم من أن هذا الاتفاق قد بعث الآمال في تخفيف التوتر المستمر بين دمشق والإدارة الذاتية، ويُعتبر فرصةً لبناء سوريا أكثر شمولًا، إلا أن بنوده لم تُنفّذ بعد.
مستقبل قوات سوريا الديمقراطية
وفقًا لدمشق، فإن أحد الأسباب الرئيسية لعدم تنفيذ الاتفاق هو “مستقبل قوات سوريا الديمقراطية”.
تسعى هذه القوة ذات الأغلبية الكردية إلى الانضمام إلى الجيش السوري الجديد بتركيبته الحالية.
من جهة أخرى، تطالب دمشق بتفكيك القوة وانضمام أعضائها إلى الجيش الجديد واحدًا تلو الآخر.
كما أعلن الرئيس السوري في كلمته بمنتدى الدوحة إجراء انتخابات عامة بعد انتهاء المرحلة الانتقالية.
“أكثر من ألف غارة جوية نُفذت”.
لفت أحمد الشرع الانتباه إلى الهجمات الإسرائيلية على الأراضي السورية، مُشيرًا إلى أن إسرائيل نفذت “أكثر من ألف غارة جوية ومئات الانتهاكات البرية” ضد سوريا منذ 8 ديسمبر/كانون الأول 2024.
وأعلن الرئيس السوري أنه يعمل مع الجهات الدولية الفاعلة لضمان انسحاب إسرائيل من الأراضي التي احتلتها بعد 8 ديسمبر/كانون الأول، وقال إن هذا المطلب يحظى بدعم دول أخرى أيضًا.
“أمريكا أيضًا مُشاركة في المفاوضات”.
وأعلن الرئيس السوري أن أمريكا مُشاركة أيضًا في المفاوضات مع إسرائيل، وأن اتفاقية عام 1974 بين الجانبين سارية المفعول منذ 50 عامًا.
فيما يتعلق بمطلب إسرائيل بإنشاء منطقة منزوعة السلاح، قال أحمدالشرع : “إسرائيل تريد منطقة منزوعة السلاح. حسنًا، من سيحمي هذه المنطقة؟ إسرائيل تُصرّح دائمًا بقلقها من الهجمات عليها.
إذا لم يكن هناك جيش وقوات أمنية، فمن سيحمي هذه المنطقة؟
المفاوضات مستمرة الآن. الدول تدعم انسحاب إسرائيل إلى الحدود قبل 8 ديسمبر/كانون الأول 2024”.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got,”Cihê Kurdan li ser ser û çavên me heye, înşalah em dê bibin yek.”
Li Dohaya paytexta Qeterê Foruma 23yemîn a Dohayê tê lidarxistin.
Pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman li kêleka Foruma 23yemîn a Dohayê ji Ehmed Şer pirsî, “Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê dê çawa be?” Serokkomarê Sûriyeyê destê xwe danî ser çavên xwe û got: “Cihê Kurdan li ser ser û çavên me heye, înşalah em dê bibin yek.”
Ev gotinên Ehmed Şer di demekê de ne ku hikûmeta veguhêz heta niha nekariye bi Kurdan re li ser gelek mijarên ewlehî, siyasî û aborî yên têkildarî paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li hev bike.
Peymana Adarê û xalên nakok
Adara 2025an, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi armanca tevlêvkirina hêzên HSDyê di nava artêşa Sûriyeyê de peymanek îmze kiribûn.
Li gorî peymanê, deriyên sînorî, balafirgeh û bîrên petrol û gazê ku berê hemû ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihatin birêvebirin, dikevin bin kontrola hikûmeta Şamê.
Her wiha peyman Kurdan wekî welatiyên tam nas dike û mafê nûnertiyê di saziyên dewletê de dide Kurdan.
Her çi qasî vê peymanê hêviya kêmkirina rageşiya demdirêj a di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêkiribe û wekî derfetekê ji bo Sûriyeyeke berfirehtir hatibe dîtin jî lê xalên peymanê nehatine pêk anîn.
Paşeroja HSDyê
Li gorî Şamê yek ji sedemên sereke yên pêknehatina peymanê “paşeroja HSDyê ye.”
Hêza ku piraniya wê Kurd in daxwaz dike ku bi vê pêkhateya xwe ya niha bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê.
Li aliyê din, Şam jî daxwaz dike ku hêz were hilweşandin û endamên wê yek bi yek tev li artêşa nû bibin.
Serokkomarê Sûriyeyê di gotara xwe ya Foruma Dohayê jî de ragihand ku dê piştî temambûna qonaxa veguhêz hilbijartin giştîn bên kirin.
“Zêdetirî hezar êrişên asmanî hatin kirin”
Ehmed Şer bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li nav axa Sûriyeyê û diyar kir ku Îsraîlê piştî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an “zêdetirî hezar êrişên asmanî û bi sedan binpêkirinên bejahî” li dijî Sûriyeyê pêk anîne.
Serokkomarê Sûriyeyê ragihand ku ew bi aktorên navneteweyî re dixebitin da ku Îsraîl ji wan herêmên ku piştî 8ê Kanûna Pêşîn dagir kirine vekişe û got ku ev daxwaz ji aliyê welatên din ve jî tê piştgirîkirin.
“Amerîka jî di dan û standinan de cih digire”
Serokkomarê Sûriyeyê eşkere kir ku di dan û standinên bi Îsraîlê re de Amerîka jî cih digire û peymana 1974an a di navbera her du aliyan de 50 salan berdewam kiriye.
Ehmed Şer li ser daxwaza herêma bêçek a Îsraîlê jî wiha got, “Îsraîl herêmeke bêçek dixwaze. Baş e, kî dê vê herêmê biparêze? Îsraîl her tim dibêje ku ew ji êrişên li dijî xwe dilgiran e.
Eger artêş û hêzên asayîşê nebin, kî dê vê herêmê biparêze?
Niha dan û standin berdewam dikin. Welat piştgiriyê didin wê yekê ku Îsraîl vekişe sînorên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an.”