أربيل (رووداو) – أعرب الزعيم السابق لحزب الشعب الجمهوري عن استيائه من العقوبة التي صدرت بحق القادة السابقين لحزب الشعوب الديمقراطي، قائلا، “دع الإنسان يقتل الأسود ولا يكون أسير الثعالب”.
تستمر الخلافات حول العقوبات المشددة التي فرضت على الرئيسين المشاركين السابقين لحزب الشعوب الديمقراطي صلاح الدين دميرطاش وفيجن يوكسكداغ وسياسيي حزب الشعوب الديمقراطي في قضية كوباني.
ورد الزعيم السابق لحزب الشعب الجمهوري على تلك العقوبات ببيان نشره على حسابه على وسائل التواصل الاجتماعي في 17 مايو/أيار.
“بعض المسؤولين في حزبه اتفقوا مع نظام حزب العدالة والتنمية”
رد كمال كيليتشدار أوغلو على الانتقادات الموجهة لموافقة حزب الشعب الجمهوري على رفع الحصانة عن دميرتاش وسياسيي حزب الشعوب الديمقراطي وقال:
“جريمة الإرهاب لا تدخل في نطاق الحصانة. كما أنه لا توجد جريمة إرهابية ارتكبها السيد دميرطاش وأصدقاؤه.
وكما يقول السيد دميرطاش في دفاعه، فهو مدافع عن الديمقراطية والسلام.
وفي الوقت الذي أصبح فيه الوضع على هذا النحو، تم سجن السيد دميرتاش بمثل هذه الوصية التي اتفق عليها بعض المسؤولين في حزبه مع نظام حزب العدالة والتنمية، وقد تم ذلك تحت ستار “رفع الحصانة”.
“إرادة السيد دميرطاش هي أردوغان نفسه”
وأعلن كيليتشدار أوغلو أنه ليس من هؤلاء الأشخاص الذين تركوا دميرطاش بمفرده وتابع:
“أحد أهم أسماء وصية السيد دميرطاش هو أردوغان نفسه.
ضد اعتقال السيد دميرتاش وأصدقائه، بالإرادة التي يقودها أردوغان وبعض الأشخاص في حزبهم يتطلعون إليها في كل فرصة، حتى لو تركت وحدي، سأقاتل”.
وأنهى الزعيم السابق لحزب الشعب الجمهوري كيليجدار أوغلو تصريحه بكلام الأكراد وقال:
“”ليقتل الإنسان الأسود ولا يكون أسيراً للثعالب”.”
وفي 16 مايو 2024، حكمت المحكمة العليا الثانية والعشرون في أنقرة على صلاح الدين دميرطاش بالسجن 42 عامًا، وفيجن يوكسيكداغ بالسجن 33 عامًا و3 أشهر، وأميت تورك بالسجن 10 سنوات، وعشرات السياسيين الآخرين بالسجن عشر سنوات في الجلسة 83 للقضية.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Berê yê CHPyê bi gotineke pêşiyan a Kurdan nerazîbûn li hemberî cezayê ku ji hevserokên berê yê HDPyê re hatiye dayîn nîşan da û got, “Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be.”
Nerazîbûnên li ser cezayên giran ên ku di Doza Kobaniyê de bo hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û siyasetmdarên HDPyê hatiye dayîn berdewam in.
Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) 17ê Gulanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê bertek da wan cezayan.
“Hinek berpirsên partiya wî bixwe jî bi rejîma AKPyê re li hev kiriye”
Kemal Kiliçdaroglu bersiva rexneyên pesendkirina rakirina parêzbendiya Demîrtaş û siyasetmedarên HDPyê ji aliyê CHPyê ve da û got:
“Tawana terorê ne di çarçoveya parêzbendiyê de ye. Herwiha ti tawaneke terorê nîne ku birêz Demîrtaş û hevalên wî kiribin.
Wekî ku birêz Demîrtaş di parastina xwe de jî dibêje ew parêzvanê demokrasî û aştiyê ye.
Di demekê de ku rewş wiha ye birêz Demîrtaş ji aliyê îradeyeke wiha ku hinek berpirsên partiya wî bixwe jî tê de li gel rejîma AKPyê li hev kirine ve hatiye zîndanîkirin û ev yek bi maskeya `rakirina parêzbendiyê` hatiye kirin.”
“Îradeya ku birêz Demîrtaş girtiye, Erdogan bixwe ye”
Kiliçdaroglu ragihand ew nabe ji wan kesên ku Demîrtaş bi tenê hiştine û wiha pê de çû:
“Yek ji navên herî girîng ên wê îradeya ku birêz Demîrtaş girtiye, Erdogan bixwe ye.
Li dijî girtina birêz Demîrtaş û hevalên wî, ji aliyê wê îradeya ku Erdogan pêşengiya wê dike û di nav partiya wan bixwe de jî hinek kes di her derfetê de çav lê diniqînin, eger ez bi tenê jî bimînim ez dê têkoşînê bikim.”
Serokê Berê yê CHPyê Kiliçdaroglu bi gotineke pêşiyan a Kurdan dawî li daxuyaniya xwe anî û got:
“Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be.”
Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulana 2024an di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal û 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.