…..هولير (روداو) –
صرّح وزير الخارجية التركي هاكان فيدان قائلاً: “يجب حماية حقوق جميع الجماعات العرقية والمعتقدات، ولا سيما الأكراد والعلويين والإيزيديين والتركمان”.
وأدلى هاكان فيدان بتصريح للصحفيين في دافوس عقب مراسم توقيع دستور مجلس السلام، واستعرض فيه الملف السوري.
وأكّد فيدان على ضرورة اعتزاز الجميع بهويتهم، قائلاً:
“ينبغي على الجميع أن يفخروا بهويتهم، وأن يتوحدوا تحت راية المواطنة السورية، وأن يقدموا المساهمة اللازمة لسوريا”.
“الحرب تُناقش على طاولة المفاوضات”
صرح فيدان بأن الرئيس التركي رجب طيب أردوغان يبذل قصارى جهده لوقف الحرب في غزة، وقال:
“في الواقع، يُعدّ مجلس السلام منبرًا تجتمع فيه دول عديدة لمحاولة التوفيق بين وجهات نظرها المختلفة.
هذه المصالحة ليست بالمهمة السهلة، فهي تتطلب مفاوضات دبلوماسية جادة وجهودًا حثيثة.
نشهد اليوم أن الحرب على الأرض تُخاض الآن على طاولة المفاوضات.”
“وحدة سوريا مهمة لنا”
لفت وزير الخارجية التركي الانتباه إلى وحدة الأراضي السورية، وتابع:
“وحدة سوريا وسلامتها مهمة لنا. إنها مهمة أولًا وقبل كل شيء للسوريين، ثم للمنطقة.
لطالما سعينا إلى القيام بدور بنّاء، وسنواصل القيام بذلك.”
أشار فيدان إلى أن سوريا تعاني من حرب أهلية منذ 14 عامًا، وقال:
“إن تحوّل بلدٍ يُصدّر الإرهاب واللاجئين إلى دول الجوار، إلى سوريا تسير نحو الوحدة، وتُعيد لاجئيها، وتُوقف الإرهاب، يُعدّ معجزةً حقيقيةً لمنطقتنا.”
“يجب أن يتّحد الجميع تحت راية المواطنة السورية.”
وتابع هاكان فيدان كلمته، مُلفتًا الانتباه إلى حقوق مختلف المكونات، قائلاً:
“يجب حماية حقوق جميع المكونات العرقية والمعتقدات، ولا سيما الأكراد والعلويين والإيزيديين والتركمان.
يجب أن يفخر الجميع بهويتهم، وأن يتّحدوا أيضًا تحت راية المواطنة السورية.”
وأكّد فيدان أن هذا عاملٌ من عوامل السلام في سوريا والمنطقة، مُشيرًا إلى أن التطورات الأخيرة في سوريا “تسير عمومًا في الاتجاه الصحيح”.
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Di serî de Kurd, Elewî, Êzidî û Tirkmen, divê mafên hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan bên parastin.”
Hakan Fîdan li Davosê piştî merasîma îmzekirina Destûra Lijneya Aştiyê daxuyanî da rojnamegeran û rojeva Sûriyeyê nirxand.
Fîdan destnîşan kir ku divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be û wiha got:
“Divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be lê di bin welatîbûna Sûriyeyê de jî bibe yek û tevkariya pêwîst bide Sûriyeyê.”
“Şer li ser maseyê tê gotûbêjkirin”
Fîdan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rawestandina şerê li Xezeyê bi hemû hêza xwe dixebite û got:
“Di rastiyê de Lijneya Aştiyê cihek e ku gelek welat lê dicivin û hewl didin nêrînên xwe yên cuda li hev bînin.
Ev lihevanîn ne karekî hêsan e, mizakereyeke dîplomatîk a cidî û têkoşînê dixwaze.
Em dibin şahid ku şerê li qadê êdî li ser maseya muzakereyan tê meşandin.”
“Yekîtiya Sûriyeyê ji bo me girîng e”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û wiha pê de çû:
“Yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê ji bo me girîng e. Di serî de ji bo Sûriyeyiyan, piştre jî ji bo herêmê girîng e.
Me her tim hewl da ku em roleke avaker bilîzin û em dê vê yekê bidomînin.”
Fîdan bi bîr anî ku Sûriye ev 14 sal in di nav şerê navxweyî de ye û got:
“Veguhertina welatekî ku teror û penaberan hinardeyî welatên derdorê dike, ji bo Sûriyeyeke ku ber bi yekîtiyê ve diçe, penaberên xwe vedigerîne û terorê radiwestîne, bi rastî ji bo herêma me wekî mûcîzeyekê ye.”
“Divê her kes di bin welatîbûna Sûriyeyê de bibe yek”
Hakan Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mafên pêkhateyan û got:
“Di serî de Kurd, Elewî, Êzidî û Tirkmen, divê mafên hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan bên parastin.
Divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be lê di bin welatîbûna Sûriyeyê de jî bibe yek.”
Fîdan diyar kir ku ev yek hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo herêmê faktoreke aştiyê ye û destnîşan kir ku pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê “bi giştî ber bi başiyê ve diçin.”