Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة….Prof. Dr. Farouk Ismail…. د. فاروق اسماعيل .. المصدر:إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين
  • دراسات وبحوث

2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة….Prof. Dr. Farouk Ismail…. د. فاروق اسماعيل .. المصدر:إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

khalil المحرر أبريل 2, 2024

2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

 

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين
The Beginning of Writing by the Kurds

Prof. Dr. Farouk Ismail
Researcher in the Department of Languages and Civilizations of the Ancient East at the Free
University of Berlin, Germany

Abstract:
There are many efforts have been made in the search for a special ancient Kurdish writing
system. It makes controversy and spreads negative ideas among interested people. I think most of
them are not scientific approaches but are dominated by desires and imagination. What is the
validity of what was said about the Kurdish cuneiform, the writings of Hewraman (from the first
century BC), and the “Qelemul Ekradi” which was mentioned by Ibin Wehshiyeh en-Nebti in the
9/10 century? This paper deals with these matters, explanation, and analysis, and concludes that all
of those are not true. Until the 16th Century the Kurds did not practice the writing; they only began
to use the Arabic writing in Islamic religious schools existing in their land.
Keywords: Kurds, Writing, Berossos, Hewraman, Ibin Wehşiyyeh Nebtî.

بداية الكتابة لدى الكُـــــورد
فاروق إسماعيل

الملخص:
ث ّمة جهودٌ عديدةٌ بُذلت في البحث عن كتاب ٍة كردي ٍة قديمٍة خا ّص ٍة، و في الوسط
بين المهت ّمين، ونشرت أفكاراً سلبيّةً
أثارت لغطاً

الثقافي الكردي. وأعتقد أنها لم تتم بمنهجٍ علم ّيٍ فما مدى ص ّحة ما قيل عن كتاب ٍة كرديّ ٍة ، بل غلب عليها طاب ُع الرغبات والخيال.
مسماريّ ٍة، وعن كتابات هورمان العائدة إلى القرن األول ق.م، وعن “قلم األكراد” الذي ذكره اب ُن وحشيّة النبط ّي في القرن التاسع
أو العاشر الميالدي؟ يتناول البحث هذه المسائل اإلشكاليّة بالشرح والتحليل، ويخلص إلى نفيها جميعها، وإلى القول بأن الكرد
تأ ّخروا في ممارسة الكتابة حتى القرن السادس عشر الميالدي؛ إذ بدؤوا باستخدام الكتابة العربية في المدارس الدينية اإلسالمية التي
افتتحوها في بالدهم.
ّة:

الكلمات المفتاحيـ ال ُكرد، الكتابة، برعوثا، هورمان، ابن وحشيّة النبطي.

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

28

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

1. Ziman û Nivîsîn
Di destpêkê de ziman hebû. Ziman bi hebûna mirov û pêdiviyên wî, hizirkirin û
têgihiştinê re hatiye. Bi pêşketina xweristiya jiyana mirovê kevin re û kawdanên
[zirûf] wî yên civakî û aborî, rêkûpêkbûna jiyana wî ya olî, û firehbûna sawêrên wî
yên hizrî re, mirov hest kir ku axaftina devkî bilêvkirî têra wî nake. Her wiha diviya
bû ku mirov tiştekî biafirîne ku ew tişt ziman bike giyaneke wisa ku bi çavan lê bê
nerîn û dîtin ku bi vî awayî karibe demeke dirêj wî biparêze. Di vir de rojbûna
nivîsînê bû.
Ew di hundirê perestgehên Sûmeriyan de li başûrê Iraqê çêbû, bi destê
perestparêzên ku çavdêrî û serpereştiya wan dikirin, ji ber ku wan di heman demê de
desthilatdariya olî û bajarî dikirin. (Walker, 1987)
Ziman “Ji wan amarên dengî pêk tê ku bi rêk û pêk in û di wan de derdbirînek heye”
(De Saussure, 1916: 26ff.). Ew amarên dengî bingeha kiryara ziman in, ew weke
amarên mûzîkê ne, ziman wan kontrol dike da dengin curbicur derxin, tu mifa ji van
dengan wê tunebe heger ji hev cuda bin, lê dema tên komkirin û li hev siwarkirin
wate û destnîşanan distînin û (kîtên dengî) didin. Dema ku ew kît li hev siwar dibin
(bêjeyan) didin û bêje têne cem hev dibin (hevok), û bi vî hawî deqeke hevgirtî
têgihiştî bi wate li ber me diyar dibe.
Rêkûpêkî mercekî sereke ye, yan na wê ev kîtên dengî belawela, ne bi hev girêdayî
bên û tu wateyê nadin, wî çaxî em ê ji wan dengên nehevgirtî re bêjin “lewlew” û
gerek derbirîn bin, û mifadana wateyê di navbera gotebêj û guhdar û yên derdoran
wan bigihînin. Bi vî hawî têgihiştina hizir, hest û pêdiviyan pêk tê.
Lê nivîsîn (nivîs) ew kiryara wênekirina dengê zimanî ye, û veguhestina wî bo bibe
çavdîtî ye, tu pêdiviya nivîsê bi du aliyên nêzîkî hev tune, beşeke xwegirtî ji cih
dadigre, palpiştiyê bi dest û çav dike.
Dema kiryara nivîsînê pêk tê, deng di ziman de dibe (tîpek) ku demek dirêj tê
parastin, û ev rewş alîkarî di veguhestina hizir û zanînê dike, ku ji nifşekî bighê yê
din û bi serdemin dirêj bike.
Carinan ziman û nivîs yek navî hilgirin (zimanê erebî, nivîsa erebî), û heye ku bi
du navên cuda bin tevî digelheviya wan (zimanê sumerî, nivîsîna mîxî[mismarî]).
Her miletek zimanekî wî heye, lê ne pêwist e ku milet tevde şêweyekî taybet ji
nivîsê pê hebe, lewra miletek nivîsê ji miletekî ku girêdana wî pê re hebe distîne, û tu
pêdivî tune ku ew girêdan nijadî be, lê belê dibe çandî yan olî be. Weke mînak
zimanên (osmanî, kurdî, farisî, efganî, pakistanî) tev bi tîpên erebî hatin nivîsîn.
Û dibe ku miletek şêweyekî ji nivîsînê ku berê di zimanê xwe de bikar tanî berde, û
berê xwe bide şêweyekî din. Li Tirkiyeyê ji sala 1928an ve bi tîpên Latînî tê nivîsin,
piştî ku dest ji yên erebî berdan. Weha jî alfabêya kurdî ya Celadet Bedirxan sala
1932an de li welat diyar bû, û beşeke mezin ji kurdan berê xwe danê li şûna tîpên
erebî bi kar tînin.
2. Nivîsîn li nik Miletên Kevnar di Welatên Kurdan de
Nivîsîn li nik miletên kevnar di welatên kurdan ên niha de -li gor şûnmayên zanistî
berdest, ta niha – bi çend şêweyan hatiye. Em karin bi giştî bêjin:

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

29

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

1- Miletin ji wan tiştek ne nivîsîne, û em tu nivîsînên wan ta niha nizanin, weke:
lullu , kuti. (Klengel, 1987: 164ff.; Hallo, 1971: 719)
2- Miletin nivîsîna xwe bi nivîsa mîxî danîne, weke: xurri , mittani , urarti.
(Wegner, 2007)
3- Kaşiyan (kasȋt) bi zimanê xwe tu pirtûk nenivîsîn, û piştî ku ji cihê xwe
(Luristan) rabûn û fermandarî li welatê Babil kirin (1595 -1157bz.) bi zimanê
xelkê cih nivîsîn; ango bi zimanê ekkedî (babilî) û bi nivîsa mîxî. (Brinkman,
1980: 472)
4- Zimanê mîdî (medî) nêzîktirîn zimanên kevnar e ji zimanê kurdî ye, lê em
hindik tiştan li ser zanin, û tu deqên dirêjî ku pê hatine peyde nabin.
Zimanê mîdî tevlî farisiya kevin bû, ya ku bi nivîsa mîxî- alfabêtî hatiye nivîsîn
(di serdema fermandariya exmîniyan de), û dûvre tevlî farisiya navîn bû
(pehlewî) ya ku bi nivîseke alfabêtî taybet hatiye nivîsîn (di serdema
ferandariya erşakî û sasaniyan de). (Schmitt, 2000: 21)
Xwiyaye ku ew di nav wan zimanan de winda bûye, weke îro di dema me de jî
li gelek cihan de têk dire. Di vê tabloya jêrde em kronolojiya dîrokî ji ziman û
nivîsînên beşekî ji malbata zimanên îranî, ji destpêka derbûna agahiyên dîrokî li
ser medan û şaneşînên farisan (sedsaliya 9 b.z.) heta Îslamê, kêşkêş dikin. Têde
pişaftina (essimilasyona) zimanê mîdî, û guhertinên şêweyên nivîsînê diyar
dibe.
835 550 331 225 0 224 638-642 /17-21k
Med Exmȋnȋ Iskender Part /Erşak Sasanȋ Islam
Ziman: Mȋdȋ + Ex.(farisiya kevin) → pehlewȋ (farisiya navȋn) →
farisiya derȋ
→
kurdȋ
Nivȋsîn: mȋxȋ-alfabȇt alfabȇta avesta alfabȇta erebȋ

3. Gerîna li Nivîsîneke Kurdî
Gelek gerîn û hewldan ji bo dîtina nivîsîneke kurdî taybet bûne û dibin, lê di
baweriya min de, ew ne bi rêbazeke zanistî , belê bêtir bi dilxwazî û fantazyan in.
lewra ew tevheviyeke neyênî di nav kurdan de ҫêdikin. E mê li ser ҫend kar û
baweriyan ji wan rawestin û binirxînin.
3.1. Nivîsîna Kurdî – Mîxî?
Di sala 1984an, di hejmara 53an ji kovara ” Sewtu’r-Rafideyn” de hevpeyvînek
bi Ebdullah ez-Zehawî hate weşandin, tê de ew daxwyanî dike, wî li muzeya Brîtanî
li Londonê nivîsînek kurdî-mîxî dîtiye, û navê nivîskarê wê yê kurd “Birasoz”e.

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

30

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

Vê agahiyê kir ku kêfa gelek kurdan bê, û di gelek cihan dubare bikin û
binivîsin bêyi ku li ser bifikirin û ji pispora bipirsin. (Hacani, 2002) ( Yildirim,
2013,25 ).
Dîtina nivîsek (Tablet) bi nivîsa mîxî bi xwe rast bû, lê tiştekî kurdî tê de tunebû, ji
xeynî ku navê nivîskar “Berossos” nêzî peyva kurdî “Birasoz” bû.
Berossos forma bi zimanê Yewnanî ji navê kahinekî Aramî (Bêl-usur / Ber’oşa) bû, li
şarê Babil di navbera 350-250 b.z. jiyaye, bi zimanê yewnanî jî zanîbû û pirtûkek
giring bi yewnanî di sê cildan, sernavê wê “Babylonika” nivîsandiye. di dawya
temenê xwe li girava Kûs ( li derya Ige) bi cih bûye heta mirina xwe li wir e.(Ismail,
2001) Wî ji li ser hikayeta tofana Nûh variyantek nivîsandibû, ew bû ya hat dîtin, û li
muzeyê navê wî li ber hatiye nivîsîn. Nêzîkbûna bilêvkirina navê wî li gor texmîn û
dilxwaziya ez-Zehawî hişt ku ev bawerî di nav kurdan de belav bibe.
3.2. Nivîsîna “Hewreman”?
Hewraman navê herêmeke çiyayî û bajarokekî li Rojavayî Kurdistana Îranê ye,
akinciyên wê bawermendên taîfa olî Yeresanî ne. Sala 1909an cotkarekî gencîneyek
di cêrekî de di şikeftekê di çiyayê Kûhê Salan de (2597m) nêzîkî bajarê Hewraman
(Qwraman, bi zimanê Farsî) dît. Tiştên têde tev nebedî bûn, ji bilî sê destnivîsan, ku li
ser parçê çermî pêçayî hatibûn nivîsîn, Mîrza Seîd Xanê Kurdistanî (bijîşkê di bin
rahênanê de li bajarê Sene) karîbû bi rêkê wan bidest xîne û xelas bike.
Sala 1913an Mîrza bi armanca xwendineke bijîşkî çû London, û ew destnivîs
bi xwe re birin, û li wir ew şanî lêkolînerê brîtanî E. G. Browne dan. Piştî hûr lê nerî
ew şand ba hevalê xwe Ellis H. Minns pisporê lêkolînên yewnaniya kevin, ji ber dît
ku wê ew heq jê derkeve. Demekê li ba Minns man, piştî kopîkirin û lêkolînê li
mozexana birîtanî bicî kir.
Minns xwendinek, wergerek û lêkolîneke berfereh li ser wan destnivîsan belav
kir, û jê re diyar bû ku: (Minns 1915)
– Destnivîsa yekem ji 64 rêzan e, ziman û nivîsîna wê yûnani ye, li sala 225an (bi
roznameya Silûqiyan) vedigere; ango sala 88/87bz.
– Destnivîsa duwem ji 30 rêzî ye, ziman û nivîsîna wê yûnani ye, li sala 291ê (bi
roznameya Silûqiyan) vedigere; ango sala 22/21bz.
Herdu destnivîs tekstê hevpeymanekê kirîn û firotina erdekî bi rezê tirî, li
cihwarê Dadbakan ji gundekî bi navê “Kop(h)anis” ku heye ew gundê “Kopi” e li
herêma Qeqedax rojavayî deşta Şehrezûr. Giringiyeke herduwan heye ji ber kêmbûna
vedîtina nivîsînên kevin di wê herêmê de. Li dema desthilatdariya part /Arşakiyan
vedigerin (225bz- 224z).
– Destnivîsa sêyem ne yûnanî ye. Minns goman kir ku aramî ye, lewra dît ku bide
dest pisporekî zimanê samî, û lêkolîner A. Cowley bijart û wêneyê destnivîsê jê re
şand. Piştî çend salan Cowley lêkolînek hûr û berfereh li ser destnivîsê belav kir
(Cowley, 1919: 147-154).
Ew giha encamekê ku bi alfabêya aramî, bi zimanê pehlewî (farisiya navîn) tev
çend peyvên aramî hatiye nivîsîn, û neqş bi vî hawî xwend:

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

31

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

1- șnt ///q yrḥa arwtt mybnw ftsfkbry twryn
2- // ..w yky krmaasmk mh abydșdnflgyat
3- rzbnwawyl brybșnyn dd ahy klazwzn 10 20 20 5
4- mh mn bwmḥwty a.. ḥ.. hmy ad/rlw qdmth
5- șhdyntyrkbryafyn …… bryrșnwarștt
6- bryabnw nryfnhy brymtrfdy synkbrymatbnn
7- …… krmaasmtnkrmazbntawylmn
8- ftsfkkla zwzn 10 20 20 5
Cowley wergereke sereta ne temam ji deqê re nîşan da, û dît ku ew li gorî
roznameya silûqî bi sala 300 dîrok kiriye, ango sala 12/11 b.Z, û şêweyê nivîsîna
deqê (ji alyê Paleografî ve) – li gor ew dibîne- “qûnaxeke zûye ji veguhestina ji
nivîsîna aramî ber bi Alfabêta pehlewî ye”, û ew dişibe nivîsîneke Şah Şapûrê
yekemîn ku di mozexana niştimanî Dublin a brîtanî de parastî ye, li cihwarê Hajiabad
hatiye vedîtin, û lêkolîneran gotin ku zimanê wê “Pehlewî– Keldî (Aramî)ye”.
Piştre hin lêkolîn li ser beşin ji deqê destnivîsê hatin weşandin; (Unvala, 1920:
125-144), (Nyberg, 1923: 182-230).
Lê ez bawer im ku deq bi nivîsîn û zimanê xwe Aramî ye, ew peymaneke bazirganî
ye, ji tarîxa peymanê, nişandana cihê rez, navê yê firotî û yê ku kirî ye, nirx,
teqezekirina ku nabe kes vê peymanê red bike, navê pênc şahidan, dûbarekirina
teqezekirina kirîn û firotinê, pêk hatiye.

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

32

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

(1) Nivîsîna “Hewreman”. (Cowley, A. (1919). The Pahlavi Document from
Avroman. The Journal of the Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland,
Cambridge,149).

Piraniya gotinê xuyayî aramî ne (me ew di metnê de reş kirine), lê navê kesên
hatine gotin -13 nav in- ew navin îranîya kevin in (me ew di metnê de meyl kirine), û
ew ne deqa aramî bi tenê ye ku di qada îranî de hatiye vedîtin, ji dema berî vê deqê û
di pişt re jî.
Çawa be, ez tu peywendiya vê destnivîsê bi kurdî re nabînim, ne ziman û ne
nivîsîn? Û tu bingeheke zanistî di girêdana wê bi kurdî re tuneye, (Ehmed, 2003:
308-310) (Yildirim, 2013: 26) (Adak, 2013: 99) (Őpengin, 2014: 25).
kurdîbûna wê ew e, ku di herêmeke cugrafî kurdî de hatiye dîtin, û ev ne delîl e. bi
hezaran metnên kevin yên Sumerî, Babilî-Asûrî, Aramî …. Erkeologan li herêmen
kurdan vedîtine.

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

33

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

3.3. Ibin Wehşiyeh û “qelemul Ekradî”:
Bi destpêka Islamê û belavbûna wê re di welatê kurdan de, kurd jî mîna miletên
din ên misilman ên ne ereb, berê xwe dan fêrkirina zimanê erebî û nivîsîna nivîsa
erebî.J.G.Taylor Qunsilê Birîtanî li Diyarbekirê di nabêna 1861-1863 dibêje ku ew ji
Meyafarqînê çûye bi rojhilat ve, û nexşek erebî yên herî kevn li Tirkiyê (ji sala 22k. –
642/643z.) li cem çemê Batmanê (yan: Nymphaeus) dîtiye. Ew nîşan dike ku nivîsîna
erebî zû gihaye Kurdistanê.(Taylor, 1865:25)
Lê destnivîsek ji sedsala 3k. /9-10z. de heye li ser nivîseke kurdî taybet diaxive,
bi sernavê: Şewqu’l-musteham fî me`rifeti rumûzil eqlam. Ango: Coşa yê evîndar di
naskirina nîşanên [amajeyên] pênûsan de. Û gelek ji kurdan, nivîskar û rewşenbîr,
baweriyê pê tînin. ((Ehmed, 2003: 330-332)(Yildirim, 2013: 26-27)(Adak, 2013:
99-100).
Danerê wê Ebû Bekir Ehmed bin Elî bin Wehşiyyê Ennebtî ye.Pênasîna kesayetû
berhemên wî di gelek ҫavkaniyên erebî de hene: ( Ibin en-Nedîm, el-Fihrist, 433,504-
505; Ismail Paşa, Idahul Meknûn 4/ 59; ez-Ziriklî, el-E’lam 1/ 170; el-Bustanî,
Da’iretu’l-Me’arif, 4/ 132; ‘Umer Riza Kehhaleh, Mu’cem el-Mu’llifîn 1/122; Yusuf
Ilyan Serkîs, Mu’cem el-Metbû’atil ‘erebiyyh we el-Mu’errebeh, 1/ 281; Brockelmann,
Tarîxul edebil ‘erebî, Sezgin, Tarîxut Turas el-‘erebî, 7/ 107…)
Jidayikbûn û mirin ne nas e, lê nîşanin hene ku ew di berdawiya sedsala 3k. /10z.
de miriye.Ew bi binyada xwe Kesdanî (Nebtî) bû, ango ji jêmayên Aramîyên Keldî /
Keldaniyên kevin ên başûrê Iraqê (b.z.)ye, ew serê xwe bi vî eslê xwe bilind dike, û
tevî ku bû misilman jî hê ew nijadperestî li nik peyde dibû.
Di cado (sihir) de dixebitî, nivişt û berbejn dinivîsîn. Jêder çend pirtûkên wî di vî
biwarî de berçav dikin:
– Kitabu terdiş Şeyatîn “Pirtûka Derkirina Iblîsan”
– Kitabu es-Sihri el-kebîr “Pirtûka Cado ya mezin”
– Kitabu es-Sihri es-Sexîr “Pirtûka Cado ya piçûk”
– Kitabu er-Ruqa we et-Te’awîz “Pirtûka bazbend û niviştan”
Weha jî çend pirtûk di biwarê Kîmya û feleknasiyê de wergerandine (ji
Babiliya Keldî/ Keldanî û Yûnanî). Lê berçavtirîn karê wî du pirtûkin:
1- Wergerandina pirtûka el-Filahetun Nebtiyyeh “Cotkirina Nebtî” ya ku li ser
çandiniyê û çawabûna wê diaxive, çend hijmar jê di pirtûkxanên destnivîsan de
yên erebî û ewropî de hene.
2- Pirtûka: Şewqul musteham fî me`rifeti rumûzil eqlam.
Di sala 241k. / 856z. de ew bi dawî kir. Ji 8 dergeh û dûmahiyekê pêk tê, li ser
şêweyên nivîsên kevn li cem gelek miletan diaxive (erebî, suryanî, nebtî ya
kevn, ibranî, misrî ya kevn, musneda yemenî, yewnanî…).
ji dergehê heştan jê, emê vêya bixwînin:

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

34

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

(2) “qelemul Ekradî”ya Ibin Wehşiyyeh Ennebtî (El-Tebba’, Iyad Xalid (2003).
Menhecu Tehqîqil Mextûtat we me’ehu kitabu Şewqul Musteham fî Me`rifeti Rumûzil
Eqlam li Ibin Wehşiyyê Ennebtî, 134)
Wergera wê eve:
Pesnek pênûseke din ji pênûsên kevin
Û tê de tîpin zêdeyî rênivîsan hene. Kurd dibêjin ku ev pênûs ya ku Bȋnûşad û
Masî yê Sûratî herduwan pê nivîsîne. Hemû zanist û hunerên xwe bi vê pênûsê
nivîsîne. Û vaye şêwenivîsa wê weke tu dibîn.
[ ]
Û tîpên mayî me tu bilêvkirin û mînak jê re di tu zimanî û pênûsê de nedîtin e. Ew
jî ji pênûsên `ecêb e. Û wênekirinên xerîb e. Û min li Bexdadê nêzîkî sih pirtûkî bi vê
şêwenivîsê dîtin. Li Şamê du pirtûk pê li ba min hebûn. Pirtûkek li ser cotkirina rezan
û darên xurma. Û yek li ser sedemên [nexweşiyên] avê û çawabûna derkirina wê ji
bin erdên nenas. Û min ew ji zimanê kurdan wergerandin zimanê erebî. Da mirov tev
[Benî beşer] sûdê jê bibînin. Berî niha min ew timam nekiribûn. Lê dema Xwedê
timamkirina wê ji min re hasanî kir min ew di bîst û yekê [Alifan ?] de bi dawî kir. Û
li gor daxwaz û mebestê hat. Bi alîkariya Xwedayê gewre. Û min ew kir gencîne di
gencînxana cenabê Mîrê bawermendan [emîr el mu`minîn] Ebdulmelik bin Merwan

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

35

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

de. Xwedê wî bi xweşiya dewleta wî şa bike. Û sitûna olê bi hêza wî rake. Roja
Pêncşema pîroz. Heyva Remezanê. Sala dused û çil û yekê.
Û spas ji Xweda bi tenê re.
Tewa bû.
Em ji deqê dighin van encaman:
1- Hevdemî û rikberiya ku digha pileya dijminatiyê di nav kurd û keldanan de.
Nijadperestiyek li cem Ibin Wehşiyyê xuyaye, û di nivîsînin din de jî. Di vî warî de
Rojhilatnasê bi nav û deng Carl Brockelmann (1868-1956) dibêje:
Ibin Wehşiyyêdi pirtûka xwe ya sereke de (el-Filahetun Nebtiyyeh) -mîna
nijadperestan- wî hewl daye terxan bike ku şaristaniya babiliyên kevnar bi gelekî di
ser şaristaniya erebên serkeftî re ye, lê ji ber ku tu agahiyên rasteqînî li cemê nebûn
wî ji li ba xwe jêder çêkirin û li jêderê hêlînî hindik ku wergerandî bi dest ketine zêde
kirin…Û tev ku misilmantiya wî rast xwiyaye jî, lê wî di bin siya wan jêderên ku wî
afirandine şerê bawermendiya islamê kiriye. ( Brockelmann, 1975: 319-323 )
û tevlî wê jî ew zîrekbûna kurdan di çandiniyê de berçav dike, dûvre vedigere ku wê
qencineyê li keldana vegerîne (yên ku berî wan li wir bi cih bûbûn).
2- Dema li ser kurdan diaxive gelekî lêkerê (dibêjin) bi kar tîne, weke rengekî ji
ne bawerkirinê.
3- Dibêje: Kurd dibêjin ku ev pênûs ya ku Bȋnûşad û Masî yê Sûratî herduwan pê
nivîsîne…”.
Ev dide xuyanî ku ew herdû nivîskar bûn, û Sûratî paşnavê Masî ye, û ew ne du
êlin weke ku hin lêkolîneran digotin. Û heger êl bana wê bi şêweyê pirjimar hatiba,
ne ya duduwan [di erebî de şêweyê dukes û pirjimar jev cudaye], û ji pirtûka wî tê
nasîn ku gelek pênûs (qelem) bi navê kesna hatine, hejmartina wan li vir wê gelekî
dirêj be.
4- Em tiştekî li ser herdû kesan di jêderin din de nizanin. Lê nave Bȋnûşad di
destpêka pirtûka wî “el-Filahetun Nebtiyyeh” derbas dibe wekî zanyarekî gelekî
kevin ku zanên Babilê jê mifa girtin.
5- Tu jêderên din li ser vê pênûsê (nivîsê) ya ku Ibin Wehşiyyê dîtiye neaxivîne, û
ne li ser pirtûkên ku pê hatine nivîsîn.
6- Tu pêzanîn li ser jiyana Ibin Wehşiyyê û tevjiyana wî bi kurdan re li cem me
tunene, û ne bê li ku derê fêrî zimanê kurdî bûye?.
7- Ibin Wehşiyyê ne mirovekî cêbaweriyê ye, û idda wî bi zanebûna pênûsên ku
behsa wan di pirtûka xwe di kiriye ne rast e. Nivîsa Ibranî û Suryanî îro roj xweşik
naskirî ye, lê ew wêne ku wî ji wan re danîne ne rastin!
Em karin bêjin ev nûçeyeke yekane -ta niha- li ser pênûsa (nivîsa) kurdî hatiye, û
xwediyê wê cadovanek, tê têkilya wî bi kurdî û kurdan ve tunebû. Lewra bo
teqezkirina wê pêdiviyek bi jêderin din û belgene din heye, yana bawerî pê nayê.
4. Encam:
Hewldanin din jî bûn, û hîn jî dibin ku nivîsînek kurdî taybet teqez bibe, di bin
bandora hizra neteweyî germ de, lê ew dûrî zanistiyê ne. Di baweriya min de ku ta

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

36

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين

niha em tu nivîseke kurdî taybet nizanin, girêdana kurdan a xurt bi islamê ve û
qurbaniyên wan di ber de, ew ber bi nivîsîna bi tîpên erebî de dehfandin, ew jî diyare
ji kevintirîn deqên kurdî, ji hemû wêjeya klasîk bi zaravayên curbicur (Lorî,
Hewramî, Kurmancî, Soranî); yên ku ketine nav destên me.

Jêder:
Adak, Abdurrahman (2013). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Kasîk. Çapa yekem, Istanbul, Nûbihar
153.
Brinkman, J. A. (1980). Kassiten. Reallexikon der Assyriologie, Band V, 470-481.
Brockelmann, Carl (1975). Tarîxul Edebil Erebî. Wergera: Es-Seyyid Yaqûb Bekir – Remezan
Ebduttewab, Cildê 4, çapa 3, Darul Me’arif, Qahireh.
Cowley, A. (1919). The Pahlavi Document from Avroman. The Journal of the Royal Asiatic Society
of Great Britain and Ireland, Cambridge, 147- 154.
De Saussure, Ferdinand (1916). Cours de linguistic generale. Wergera: Yoêl Yusuf Ezîz, Silsiletu
afaq erebiyeh 3, 1985, Bexdad.
Ehmed, Cemal Reșîd (2003). Zuhûru el-Kûrd fi’t-Tarîx. cildê 2, çapa 1, Erbîl, Kurdistan: Dār Aras.
El-Tebba’, Iyad Xalid (2003). Menhecu Tehqîqil Mextûtat we me’ehu kitabu Şewqul Musteham fî
Me`rifeti Rumûzil Eqlam li Ibin Wehşiyyê Ennebtî.Çapa 1, Dimeşq: Dar el-Fikr.
Hacanî, Hazim. (2002). Sefehatun min Tarîxi el-Kurd we Kurdistan. çapa 1, Erbîl, Kurdistan:
Mu’sesetu Mukriyanî.
Hallo, W. W. (1971). Gutium. Reallexikon der Assyriologie, Band III, 708-721.
Ismail, Farouk. (2001). Ber’osa / Berossos. El-Mewsû’etu el- ‘Erebiyyeh (Arab Encyclopaedia ),
Dimeşq, Vol. IV, 865.
Klengel, H. (1987). Lullubi. Reallexikon der Assyriologie, Band XII, 164-168.
MacKenzie, D. N. (1987). Avroman Documents. Three Parchments found in a cave in the Kūh-e
Sālān. Encyclopaedia Iranica, Columbia University, Vol. III, Fasc.1, 111.
Minns, Ellis H. (1915). Parchments of the Parthian Period from Avroman in Kurdistan. The
Journal of Hellenic Studies, London, 35, 22- 65, Pl. I-III.
Nyberg, H. S.(1923). The Pahlavi documents from Avroman. Le Monde Oriental, Paris, 17, 182-
230.
Őpengin, Ergin (2014). Kadim Kürtçenin Izinde. Tevatür ve temellük kiskacinda kürt kültür
tarihçiligi. Kürt Tarihi, Istanbul, 11, Turkey, 18-29.
Schmitt, Rüdiger (2000). Die iranischen Sprachen in Geschichte und Gegenwart. Reichert Verlag,
Wiesbaden.
Taylor, J. G. (1865). Travels in Kurdistan. Journal of the Royal Geographical Society of London,
London, 35, 21-58.
Unvala, J. M. (1920). On the Three Parchments from Avroman in Kurdistan. Bulletin of the School
of Oriental Studies, London, 1(4), 125-144.
Walker, C.B.F. (1987). Reading the Past. Cuneiform. 1. Edition, London, British Museum
Publications.
Wegner, Ilse (2007). Hurritisch, eine Einführung. 2. Edition, Harrassowitz Verlag, Wiesbaden.
Yildirim, Kadri (2013). Kürtlerin islam őncesi. Alfabe serüveni. Kürt Tarihi, Istanbul, 5, Turkey,
24-29.

International Journal of Kurdish Studies –Vol. 2, No. 5, 2024 –الكردية للدراسات الدولية المجلة

37

إصدارات المركز الديمقراطي العربي للدراسات االستراتيجية والسياسية واالقتصادية / المانيا – برلين
Kurtehek li ser jînenîgariya zanistî ya Dr.Farûq Îsmaîl:
Mamoste û lêkolînerê zanîngeha Sûrî pisporê ziman û şaristaniyên semîtîk ên rojhilata
kevnar, ji Zanîngeha Tübingen, Almanya, di sala 1991 de. Niha li Zanîngeha Azad a Berlînê,
Almanya, di Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Kevin de wek lêkolîner dixebite .Wî li welatê
xwe, Sûriyê, li çend zanîngehên sûrî, di beşên dîrok û arkeolojiyê de mamostetî kir.
Li derveyî welatê xwe, li Yemen, Tirkiye û Almanyayê jî mamostetîye kiriye.
Ew yek ji pisporên herî navdar ê zimanê Akadî, nivîsên bi tîpên nivîsarên aramî û fenîkî ye,
her wiha bi nivîsên kevnar ên Yemenê û destnivîsên kurdî re eleqedar dibe. Di vî warî de gelek
lêkolîn û pirtûk çap kirine.

نبذة عن السيرة العلمية للدكتور فاروق اسماعيل:
أستاذ جامعي وباحث سوري مختص في فقه اللغات السامية وحضارات الشرق القديم. من جامعة توبنجن األلمانية .1991
بصفة باحث في قسم لغات وحضارات الشرق القديم في
يعمل حاليا جامعة برلين الحرة األلمانية. ً
قام بالتدريس في وطنه سوريا في عدة جامعات؛ في أقسام: اللغة العربية، التاريخ، اآلثار في جامعة حلب، وجامعة الفرات
بفروعها الثالثة، وفي قسم التاريخ بجامعة البعث بحمص، وفي قسم اآلثار بإدلب.
وفي خارج وطنه عمل في قسم التاريخ بكلية التربية بالمحويت – جامعة صنعاء وفي جامعة تعز )اليمن(. وفي قسم اللغة
والثقافة الكردية في جامعة ماردين في تركيا. وفي جامعة هامبورغ األلمانية )2019-2017(. يعد من أبرز المختصين في اللغة
األ ّكادية والكتابات المسمارية، والنقوش اآلرامية والفينيقية، كما يهتم بالنقوش اليمنية القديمة والمخطوطات الكردية. له العديد ومن
األبحاث والكتب المنشورة

Continue Reading

Previous: عن عنف “ولاد بديعة” الذي يعرفه السوريون جيداً ….كارمن كريم – صحفية سورية….. المصدر :موقع درج
Next: المحكمة الاتحادية تنظر في دعوى ضد وجود القوات الأميركية في العراق هيمن بابان رحيم… المصدر : رووداو ديجيتال

قصص ذات الصلة

  • دراسات وبحوث

معضلة الطاقة في إيران :القيود والتداعيات والخيارات السياسية… عمود شكري .المدوّنة صدى.المصدر :مركز مالكوم كير– كارنيغي للشرق الأوسط.

khalil المحرر يونيو 26, 2025
  • دراسات وبحوث

كيف تستفيد تركيا من انشغال إيران بالصراع ضد إسرائيل….المصدر: العرب

khalil المحرر يونيو 16, 2025
  • دراسات وبحوث

“المطلوبون أصبحوا السلطة في سوريا”وقوانين الأسد ما تزال تحكم السوريين….المصدر: تلفزيون سوريا ـ وفاء عبيدو

khalil المحرر يونيو 6, 2025

Recent Posts

  • ..التوقيت المريب لظهور سلاح “حزب الله”. خيرالله خيرالله….المصدر: العرب
  • ماذا يعني انفتاح بريطانيا على سوريا؟. علي قاسم..المصدر: العرب
  • الكويت تحاصر “الإخوان” عبر ضبط أموال التّبرّعات نايف سالم – الكويت….المصدر: اساس ميديا
  • عندما تلعب إيران في ملعب أميركا! حسن فحص……..المصدر: اساس ميديا
  • ساطع نورالدين ….في وداع التشيّع الايراني..المصدر:صفحة الكاتب

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يوليو 2025
  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • ..التوقيت المريب لظهور سلاح “حزب الله”. خيرالله خيرالله….المصدر: العرب
  • ماذا يعني انفتاح بريطانيا على سوريا؟. علي قاسم..المصدر: العرب
  • الكويت تحاصر “الإخوان” عبر ضبط أموال التّبرّعات نايف سالم – الكويت….المصدر: اساس ميديا
  • عندما تلعب إيران في ملعب أميركا! حسن فحص……..المصدر: اساس ميديا
  • ساطع نورالدين ….في وداع التشيّع الايراني..المصدر:صفحة الكاتب

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • مقالات رأي

..التوقيت المريب لظهور سلاح “حزب الله”. خيرالله خيرالله….المصدر: العرب

khalil المحرر يوليو 6, 2025
  • مقالات رأي

ماذا يعني انفتاح بريطانيا على سوريا؟. علي قاسم..المصدر: العرب

khalil المحرر يوليو 6, 2025
  • مقالات رأي

الكويت تحاصر “الإخوان” عبر ضبط أموال التّبرّعات نايف سالم – الكويت….المصدر: اساس ميديا

khalil المحرر يوليو 6, 2025
  • مقالات رأي

عندما تلعب إيران في ملعب أميركا! حسن فحص……..المصدر: اساس ميديا

khalil المحرر يوليو 6, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.