Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • Bakirhan: Av bi bêjingê nayê komkirin 5 demjimêr berê ………..RÛDAW
  • الملف الكوردي

Bakirhan: Av bi bêjingê nayê komkirin 5 demjimêr berê ………..RÛDAW

khalil المحرر نوفمبر 12, 2024

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser karên qeyûman û got, “Av bi bêjingê nayê komkirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxandin.

“Av bi bêjingê nayê komkirin”

Bakirhan bal kişand ser xwenîşandanên li Êlihê û got:

“Qeyûmê Êlihê wekî karê xwe ewil pêşî li xizmeta Kurdî girt. Qeyûm ev e û em dibêjin qeyûm dijminatî ye.

Heta ku em bidin fêmkirin em dê vê gotina xwe bidomînin. Xelkê me dixwaze rêz li îradeya wan bê girtin. Xelkê me daxwaza demokrasiyê dike ne ku daxwaza qeyûman.

Li Êlihê dayîkekê got, ‘Av bi bêjingê nayê komkirin’. Ez jî ji we dipirsim, gelo ma qeyûm ne komkirina avê ya bi bêjingê ye? Ew dixwazin bi bêjingê avê kom bikin.

Du heyaman qeyûm hatin tayînkirin. Desthilatê ji ber tayînkirina qeyûman bersiveke pir zelal wergirt lê tevî vê yekê dîsa jî heman tiştan dubare dike.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan pêr piştî civîna kabîneyê derbarê tayînkirina qeyûman axivî û ji bo şaredarên DEM Partiyê gotibû, “Kes nizanin ew kî ne, ew ne serokên hilbijartî ne ew kesên rêxistinê ne.”

“Eger hûn li kesên nenas digerin li dora xwe xwe binêrin.”

Bakirhan nerazîbûneke tund nîşanî van gotinên Erdogan da û got:

“Qeyûm ne bes in niha jî ji hevserokên me re dibêje, ‘Kes nizanin ew kî ne û çi ne.’ Diyar e em kî ne.

Em li vir edalet, aştî û demokrasiyê dixwazin. Ew kesên we tayînkirine kez nizane ew kî ne û çi ne.

Ew mafên kesên belengaz dixwin, ew dizî û gendeliyê dikin.

Eger hûn li mirovên nenas digerin, li dora xwe û hawîrdora xwe binêrin.”

“Hûn ji hemû Kurdan re dibêjin terorîst”

Bakirhan tohmetên li wan tên kirin red kir û got:

“Ew qasî bê fikar bûne ku lingên wan li kevirekî jî bikeve dê qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partiyê bikin.

Tenê ew ji vê derewa ‘terorîzmê’ bawer dikin. Di partiya me de ne ‘teror’, ne jî ‘terorîst’ hene. Em dizanin ku hûn ji hemû Kurdan re dibêjin ‘terorîst’.

Niha jî hewl didin ji hemû kesên mixalif re bibêjin terorîst.”

“Qeyûm êdî ne pisgirêka Kurdan e”

Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku tayînkirina qeyûman êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e û wiha domand:

“Binêrin, em bi zelalî dibêjin, qeyûm êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e.

Li Esenyurtê jî ev rastî eşkere bû. Eger em bi hev re li dijî qeyûman ranewestin, ne tenê li erdnigariya Kurdan dê li her çar aliyên Tirkiyeyê bên tayînkirin.”

Hilbijartinên Amerîkayê

Bakirhan derbarê hilbijartinên Amerîkayê jî got:

“Nûnerên desthilatê dixwazin hilbijartina Trump veguherînin derfetekê. Hewl didin vê bikin bingeha operasyona leşkerî ya li Rojavayê. Bi êrişa li Rojavayê hûn nikarin qeyranan ji holê rakin.

Em dixwazin bidin zanîn ku hûn dê bi sermayeyên biyanî bi ser nekevin, çareserî li Amedê ye, li Enqereyê ye.”

Continue Reading

Previous: ENQERE – ‘Gotinên Devlet Bahçelî ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng in’……Enqere – (Rûdaw) –
Next: جولة آستانة تدعو لوقف التصعيد في المنطقة وموسكو مستعدة لحوار مع ترمب حول سوريا توافق على استئناف عمل «الدستورية» ودفع التقارب بين دمشق وأنقرة موسكو: رائد جبر…المصدر : الشرق الاوسط

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

تشكيل لجنة للإجراءات في البرلمان التركي. المصدر: روداو

khalil المحرر يونيو 25, 2025
  • الملف الكوردي

بيان تيار مستقبل كردستان سوريا حول التفجير الإرهابي الذي استهدف كنيسة مار الياس في الدويلعة – دمشق.

khalil المحرر يونيو 22, 2025
  • الملف الكوردي

مؤتمر العملية في إسطنبول: “العملية والعنف لا يجتمعان” راوين ستيرك…. المصدر:إسطنبول (روداو)

khalil المحرر يونيو 22, 2025

Recent Posts

  • واشنطن تعلّق تزويد كييف بأسلحة… كييف تتحرّك والكرملين: القرار يقرّب نهاية الصراع…المصدر: النهار
  • الدكتور محمد نور الدين  انقسام داخلي على الزعامة: «الشعب الجمهوري» أمام المجهول……المصدر : صفحة الكاتب
  • ساطع نورالدين مبعوث أميركي يبني الأبراج..على أنقاض”سايكس بيكو”…المصدر : صفحة الكاتب
  • حكاية الإمبراطوريتين تركيا وإيران: خصمان على الورق.. حليفان في العمق! رستم محمود.المصدر:موقع963
  • غزة امتحان لترامب… خيرالله. خيرالله……..المصدر:العرب

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يوليو 2025
  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • واشنطن تعلّق تزويد كييف بأسلحة… كييف تتحرّك والكرملين: القرار يقرّب نهاية الصراع…المصدر: النهار
  • الدكتور محمد نور الدين  انقسام داخلي على الزعامة: «الشعب الجمهوري» أمام المجهول……المصدر : صفحة الكاتب
  • ساطع نورالدين مبعوث أميركي يبني الأبراج..على أنقاض”سايكس بيكو”…المصدر : صفحة الكاتب
  • حكاية الإمبراطوريتين تركيا وإيران: خصمان على الورق.. حليفان في العمق! رستم محمود.المصدر:موقع963
  • غزة امتحان لترامب… خيرالله. خيرالله……..المصدر:العرب

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • الأخبار

واشنطن تعلّق تزويد كييف بأسلحة… كييف تتحرّك والكرملين: القرار يقرّب نهاية الصراع…المصدر: النهار

khalil المحرر يوليو 2, 2025
  • مقالات رأي

الدكتور محمد نور الدين  انقسام داخلي على الزعامة: «الشعب الجمهوري» أمام المجهول……المصدر : صفحة الكاتب

khalil المحرر يوليو 2, 2025
  • مقالات رأي

ساطع نورالدين مبعوث أميركي يبني الأبراج..على أنقاض”سايكس بيكو”…المصدر : صفحة الكاتب

khalil المحرر يوليو 2, 2025
  • مقالات رأي

حكاية الإمبراطوريتين تركيا وإيران: خصمان على الورق.. حليفان في العمق! رستم محمود.المصدر:موقع963

khalil المحرر يوليو 2, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.