Hewlêr (Rûdaw) – Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî dîsa di rojevê de ye.
Li gorî zanyariyan Nûnerê Fransayê yê Sûriyeyê hewl dide careke din aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dest bi diyalogê bikin.
Bi navbeynkariya Fransa û Amerîkayê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) careke din li ser xalên “Peymana Dihokê” dest bi danûstandinan kiribû.
Danûstandinên PYNK û ENKSyê di qonaxa duyem de ji ber nakokiyan xitimîbûn û bi dawî bûbûn.
Li gorî zanyariyên Rûdawê Nûnerê Fransa dîsa PYNKyê xwestiye ku diyalog careke din dest pê bike.
Li aliyê din çavkaniyên ENKSyê jî dibêjin, ne Amerîka û ne jî Mazlûm Ebdî bi re neketiye pêwendiyê ji bo ku careke din dest bi diyalogê bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê, xelk li bendî dubarebûna vî dîmenê hevdîtina her du aliyên siyasî yên ENKS û PYNKyê ye, da ku careke din diyaloga lihevkirin û yekrêziyê dest pê bike.
Çavkaniyekê ji şandeya danûstandinkar a partiyên PYNKyê pêşhateyên herî nû di derbarê egera destpêkirina diyalogê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kirin.
Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, di hefteya borî de, nûnerê Fransayê li gel şandeke partiyên PYNKyê civiya û ji şandeyê re diyar kir ku ku pir girîng e diyalog careke din dest pê bike.
Bi gotina heman çavkaniyê, nûnerê Fransayê her wiha gotiye, heger aliyên Kurd hev negirin ew dê di bin gef û metirsiyên cidî de bimînin.
Heman çavkaniya taybet a Rûdawê aşkere kir ku nûnerê Fransayê ji wan re gotiye ku ew dê bi ENKSyê jî re bicive.
Li aliyê din, Berdevkê fermî yê ENKSyê Feysel Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew wekî ENKS her tim ji diyalogê re amade ne.
“Em ji bo hevdîtinan amade ne”
Feysel Yûsiv da zanîn ku heta niha ne Amerîkiyan û ne jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo destpêkirina diyalogê bi wan re danûstandin nekiriye.
Feysel Yûsiv amaje bi hevdîtinên berê yên ENKS û PYNKyê kir û wiha got:
“Me her tim gotibû ku em ji bo diyalogê amade ne. Em amade ne li ser bingeha peymana Dihokê dîsan hevdîtinan bikin.”
16ê Hezîrana 2020an, ENKS û PYNKyê li ser nêrîna siyasî gihîştin rêkeftinê û di 17ê Hezîranê de bi amadebûna Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê William Roeback û Mazlûm Ebdî li Qamişloyê civiyan
Paşê her du aliyan li ser pêkanîna Lêvegera Siyasî li hev kirin lê pêngavên biserîkirina lihevkirin rawestiyan û rêya diyalog bi temamî xetimî bû.
Her dû aliyan hevdû bi têkdana diyalogê tohmetbar kiribû.