أربيل (رووداو) – أعلن رئيس حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل، أن حزبه يعتزم لقاء الرئيس التركي رجب طيب أردوغان الأسبوع المقبل.
وذكر أردوغان أيضًا أنه سيجتمع مع رئيس حزب الشعب الجمهوري بشأن إعداد دستور جديد.
كان الاجتماع بين الرئيس التركي رجب طيب أردوغان ورئيس حزب الشعب الجمهوري أوزغور أوزيل مدرجًا على جدول الأعمال منذ بعض الوقت.
وأعلن أوزغور أوزيل بعد الانتخابات البلدية أنه سيلتقي بأردوغان لبحث المشاكل في تركيا.
كما أعلن أردوغان أنهم فتحوا الباب أمام رئيس حزب الشعب الجمهوري.
وأعلن أوزيل أنه سيناقش القضايا المدرجة على جدول الأعمال مع أردوغان.
وفيما يتعلق بطلب حكومة حزب العدالة والتنمية تغيير الدستور، قال أوزيل:
سنتحدث كلانا عن جداول أعمالنا.
إذا أرادوا إجراء تغييرات، فيجب عليهم أولاً الالتزام بالدستور الحالي. نريد أن نرى هذا.”
“عملنا من أجل الدستور الجديد مستمر”
وخلال عودته من أربيل، تحدث أردوغان للصحفيين حول إعداد دستور جديد.
وأعلن أردوغان أنه سيلتقي أيضًا برئيس حزب الشعب الجمهوري بشأن هذه القضية.
وأكد الرئيس التركي أن الوقت قد حان لإعداد دستور جديد.
ووفقا لأردوغان، فإن حزب الشعب الجمهوري سيدعم أيضا الدستور الجديد.
وأبلغ أردوغان أن عملهم لإعداد دستور جديد مستمر.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew plan dikin hefteya bê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicivin.
Erdogan jî diyar kir ew dê derbarê amadekirina destûreke nû bi Serokê CHPyê re bicivin.
Ev demek e civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê CHPyê Ozgur Ozel di rojevê de ye.
Ozgur Ozel piştî hilbijartinên şaredariyan ragihandibû ku ew dê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi Erdogan re bicivin.
Erdogan jî ragihandibû ku deriyê wan ji Serokê CHPyê vekiriye.
Lê dîroka wê civîna heta niha jî nediyar bû.
Serokê CHPyê îro derbarê civîna xwe ya bi Erdogan re got, “Em, plan dikin hefteya bê li gel Serokkomarê me bicivin.”
“Destûr di bin lingan de ye”
Ozel ragihand ku ew dê li gel Erdogan mijarên di rojevê de gotûbêj bikin.
Derbarê daxwaza hikûmeta AK Partiyê ya li ser guherîna destûrê jî Ozel got:
“Destûr di bin lingan de ye. Em her du jî dê behsa rojevên xwe bikin.
Eger dixwazin guherînê bikin divê destpêkê ew pabendî destûra heyî bibin. Em dixwazin vê yekê bibînin.”
“Xebatên me ji bo destûra nû berdewam in”
Erdogan di dema vegera ji Hewlêrê de ji rojnamegeran re behsa xebatên amadekirina destûreke nû kir.
Erdogan da zanîn ku ew dê derbarê vê mijarê dê bi Serokê CHPê re jî bicivin.
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir ku dema amadekirina destûreke nû hatiye.
Bi gotina Erdogan CHP jî dê piştgîriyê li destûra nû bike.
Erdogan da zanîn, xebata wan a ji bo amadekirina destûreke nû didome.