Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Altan Sancar diyar kir ku ji bo “pêvajoya çareseriyê” 2 şertên Abdullah Ocalan hene.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan 23yê Çiriya Pêşîn çû Îmraliyê.
Omer Ocalanê ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyama Ocalan ragihand û got:
“Ev hevdîtineke malbatî bû. Birêz Ocalan li ser rûdanên siyasî nirxandineke bi giştî kir û xwest ku ez vê peyamê bigihînim:
‘Tecrîd berdewam dike. Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherim qada hiqûq û siyasetê.’”
“2 şertên Ocalan hene”
Nûçegihanê Rojnameya Sozcuyê Altan Sancar diyar kir ku 2 şertên Ocalan hene û anî zimên:
“2 şert hene. Xwesteka welatekî garantor heye. Şertekî Ocalan ew e ku welatekî garantor hebe lê navê welat nîne.
Xala duyem jî temînata qanûnî ye. Mebesta min ji temînata qanûnî ev e: ‘Pêvajoya aştiyê, projeya biratiyê’ navê wê çi dibe bila bibe taleb dikin ku çarçoveyeke wê ya yasayî hebe.
Ev taleb ji Omer Ocalan re jî tê gotin.”
Li agahiyên ku Altan Sancar dane, hevdîtina Omer Ocalan û Abdullah Ocalan saetek û 45 xulekan ajotiye û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê deng û dimênên hevdîtinê qeyd kirine.
Sancar her wiha diyar kir ku hevdîtin 10 rojan bi paş ketiye.
كما أعلن عمر أوجلان وهو ابن شقيق عبد الله أوجلان رسالة أوجلان عبر حسابه X وقال:
“كان هذا اجتماعًا عائليًا. أجرى السيد أوجلان تقييماً عاماً للأحداث السياسية وطلب مني أن أنقل هذه الرسالة:
وتستمر العزلة. مهما كانت الظروف، لدي القوة النظرية والعملية لتحويل هذه العملية من منطقة الصراع والعنف إلى منطقة القانون والسياسة.
“لأوجلان شرطان”
وذكر ألتان سانجار مراسل صحيفة سوزجو أن لأوجلان شرطين وذكر:
“هناك شرطان. هناك رغبة في وجود دولة ضامنة. أحد شروط أوجلان هو أن تكون هناك دولة ضامنة، لكن لا يوجد اسم للدولة.
النقطة الثانية هي الضمانة القانونية. ما أعنيه بالضمانة القانونية هو: “عملية السلام، مشروع الأخوة” مهما كان اسمها، فهم يطالبون بأن يكون لها إطار قانوني.
وبحسب المعلومات التي قدمها ألتان سانجار، فإن اللقاء بين عمر أوجلان وعبد الله أوجلان استمر لمدة ساعة و45 دقيقة، وسجلت وزارة العدل التركية أصوات ولحظات اللقاء.