Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser banga Bahçelî ya derbarê Ocalan got, “Ev cihê ku hemû gotûbêj lê bên kirin parlamento ye.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dema ji Civîna Serokên Parlamentoyan ên G20ê ya li Brezîlyayê vedigera, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
Numan Kurtulmuş li ser pirseke têkildarî nîqaşên destûra nû wiha got:
“Danûstandinên derbarê destûra bingehîn pêvajoyeke gelekî dijwar e. Em ji destpêkê ve vê yekê dizanin.
Bi min ev parlamento dikare destûreke nû amade bike ji ber ku parlamento xwedî hêzeke gelek bilind e, dengên ji sedî 95ê xelkê di parlamentoyê de cih digirin, 14 partiyên siyasî hene û 6 ji wan jî di parlamentoyê de xwedî kom in.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn gotibû bila Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li Parlamantoya Tirkiyeyê biaxive û bêje ku wî PKK tesfiye kiriye.
“Dixwazin me perçe bikin”
Kurtulmuş li ser pirsa derbarê vê banga Bahçelî jî wiha got:
“Armanca emperyalîzmê gelekî zelal e. Ji Tirk, Kurd, Ereb, Fars, Şîe û Suneyan hez nakin.
Hewl didin bi komên ku bikar bînin polîtîkaya xwe ya perçekirinê bicih bikin.
Niha, em lîstik tên lîstin dibînin. Lewma berpirsiyariya me jî ew e ku em li herêmê dubendî, cudahî û nakokiyan kêm bikin û pêkvejiyan, hevkarî, hevgirtin û dostaniyê zêde bikin.
Helbet yek ji erkên girîng ên siyasetê li ser axa me tunekirina terorê ye.
Divê em biryarekê bidin. Yan dê her kes wekî mexdûrên emperyalîzmê li benda dora xwe bin, yan jî em hemû dê hewl bidin ku terora li Tirkiyeyê di çarçoveya rêbaz û pêvajoyên demokratîk de ji holê rakin.
Cihê ku ev hemû gotûbêj lê bên kirin, Parlamentoya Tirkiyeyê ye.”
أربيل (رووداو)- قال رئيس البرلمان التركي نعمان قورتولموش، تعليقاً على اتصال بهجلي بشأن أوجلان، “هذا هو المكان الذي ستجري فيه كافة المناقشات في البرلمان”.
أجاب رئيس البرلمان التركي نعمان كورتولموش على أسئلة الصحفيين على متن الطائرة أثناء عودته من قمة مجموعة العشرين في البرازيل.
قال نعمان كورتولموش ما يلي ردًا على سؤال يتعلق بمناقشات الدستور الجديد:
“المفاوضات الدستورية عملية صعبة للغاية. نحن نعرف هذا منذ البداية.
أعتقد أن هذا البرلمان يمكنه إعداد دستور جديد لأن البرلمان يتمتع بسلطة عالية جدًا، وأصوات 95 بالمائة من الشعب مدرجة في البرلمان، وهناك 14 حزبًا سياسيًا و6 منها لديها مجموعات في البرلمان.
قال الزعيم العام لحزب الحركة القومية، دولت بهجلي، في 22 أكتوبر/تشرين الأول، إن زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان يجب أن يتحدث في البرلمان التركي ويقول إنه قضى على حزب العمال الكردستاني.
“يريدون تقسيمنا”
قال كورتولموش أيضًا ما يلي عندما سُئل عن هذه المكالمة مع بهجلي:
“إن هدف الإمبريالية واضح للغاية. إنهم لا يحبون الأتراك والأكراد والعرب والفرس والشيعة والسنة.
يحاولون فرض سياسة التجزئة الخاصة بهم باستخدام المجموعات.
والآن نرى اللعبة تُلعب. ولذلك، فإن مسؤوليتنا هي الحد من الانقسامات والخلافات والصراعات في المنطقة وزيادة التكامل والتعاون والتضامن والصداقة.
وبطبيعة الحال، فإن إحدى المهام الهامة للسياسة على أرضنا هي تدمير الإرهاب.
علينا أن نتخذ قرارا. فإما أن ينتظر الجميع دورهم كضحايا للإمبريالية، أو سنحاول جميعا القضاء على الإرهاب في تركيا في إطار الأساليب والعمليات الديمقراطية.
المكان الذي ستعقد فيه كل هذه المناقشات هو البرلمان التركي.