Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê asteng û zehmetî gelek in lê perwerde baş e.
Tevî zehmetiyên ku hene, berpirsên perwerdeyê yên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku pêvajoya xwendinê bi awayekî baş bi rê ve diçe.
Birêvebirê Komelgeha Perwerdeyê ya bajarê Hesekê Basil el-Damin got:
“Proseya perwerdeyê li dibistanên Hesekê bi awayekî baş bi rê ve diçe.
Lewra gerên me li ser dibistanan hene û rewşa xwendekaran jî gelekî baş e û bi awayekî baş waneyan dibin.
Li Hesekê nêzîkî 3 hezar mamoste hene û 172 dibistan jî hene. Ew jî yên qonaxên seretayî, amadeyî û lîseyê ne.”
Derbarê guhertina ku di hinek ji materyalên xwendinê de hatin kirin kursên rahênanê ji bo mamosteyan hatin vekirin.
“Pêvajoya perwerdeyê bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe”
Hesekê Basil el-Damin wiha pê de çû:
“Aniha pêvajoya perwerdeyê bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe.
Pirtûk jî li hemû xwendekaran hatin belavkirin.
Di destpêka sala nû ya xwendinê de kêmbûnek hebû lê aniha hate çareserkirin.
Ji ber ku destpêka sala xwendinê li ser materyalên polên yekem, çarem, heftem û dehem ên ku hatin guhertin, kursên rahênanê ji mamosteyan re hatin vekirin, êdî li dibistanên Hesekê pêvajoya perwerde û fêrkirinê baş e.”
Li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendin bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye.
Li gorî zanyariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, ji tevahiya 4 hezar û 100 dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Cizîrê hezar û 786 dibistan hene.
Hezar û 390 dibistanên seretayî, 74 dibistanên amadehiyê û 23 ji dibistanên lîseyê hene.
Ji tevahiya 900 hezar xwendekaran 206 hezar xwendekar, li wan dibistanan dixwînin.
Her wiha18 hezar û 827 mamoste jî waneyan didin.