Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • Îbrahîm Halîl Baran: Tirkiye dixwaze PKKyê bike şirîkê hevpeymaniya xwe ya bi Ocalan re …….. RÛDAW…
  • الملف الكوردي

Îbrahîm Halîl Baran: Tirkiye dixwaze PKKyê bike şirîkê hevpeymaniya xwe ya bi Ocalan re …….. RÛDAW…

khalil المحرر نوفمبر 16, 2024

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran got, “Tirkiye û Ocalan li ser hinek xalan li hev kiriye û Tirkiye dixwaze PKK jî bibe şirîkê wê hevpeymaniyê.”

Donald Trumpê ku ducare hat hilbijartin û bû serokê 47an ê Amerîkayê hêdî hêdî îdareya nû ya Amerîkayê diyar dike.

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Halîl Baran bû mêvanê Rûdawê û li ser polîtîkaya ya nû Trump û gefên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê axivî.

“Divê Kurd pêwendiyên xwe yên navneteweyî bihêztir bikin”

Îbrahîm Halîl Baran got:

“Rast e em piştî hilbijartinên Amerîkayê û danûstanên li Astanayê derbasî heyameke nû bûn.

Tirkiye dixwaze tişta li Başûrê Kurdistanê çêbûye li Sûriyeyê dubare nebe.

Kurd li Başûrê Kurdistanê rabûn ser pêyan û bûn xwedî statû. Tirkiye naxwaze heman tişt li Sûriyeyê jî çêbe lewma hewl dide pêşiya Rojavayê Kurdistanê bigire.

Lê diyar e Trump û kabîneya wî dê li Rojhilatê Navîn siyaseteke nû daynin.

Çarenivîsa Kurdan jî bi wan tiştên niha li qada navneteweyî rû didin ve girêdayî ye, ji ber wê yekê ji bo Kurd xwe ji êrişan xilas bikin divê pêwendiyên xwe yên navneteweyî bihêz bikin.

“Ti kes nikare rola PKKyê ya li Rojavayê Kurdistanê înkar bike”

Li ser pirsa “Çi ji PKKyê tê xwestin? Tirkiye îdia dike ku kadroyên PKKyê li Rojavayê Kurdistanê hene û ew der ji aliyê PKKyê ve tê îdarekirin” Îbrahîm Halîl Baran wiha got:

“Bê guman ti kes nikare rola PKKyê ya li Rojavayê Kurdistanê înkar bike lê li aliyê din êdî hem HSD û hem YPG bi serê xwe ne û li seranserê cîhanê tên nasîn.

Rûsya û Amerîka jî bi HSD û YPGyê re pêwendiyên navneteweyî hene.

Ji ber wê jî mirov nikare wan ji serdî sed PKKyê ve girê bide lê belê rast e roleke wê (PKK) heye.

Tirkiyeyê ji bo pêşiya Rojavayê Kurdistanê bigire, wê yekê ji xwe re dike hincet û dixwaze wê derê jî wekî perçeyeke PKKyê bibîne û paşê jî êrişeke li hemberî Rojavayê Kurdistanê bike.

Rast e di navbera Tirkiye û PKKyê de ev çend sal in şereke dirêj heye lê ne me û ne jî dinyaye bawer nake ku îro Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê problem be yan jî ji aliyê Rojava ve êrişek were ser Tirkiyeyê.

Lê kengê di navbera Tirkiye û PKKyê de tiştek çêbe Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze jiyana sivîl ji wê derê rake.”

Baran derbare pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bandora wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got:

“Tirkiye dixwaze PKK jî bibe şirîkê wan”

“Derbarê pêvajoya niha mirov nikare wekî aştî yan jî çareserî bi nav bike ji ber ku em nizanin ka encamên wê dê çi bin û ji aliyê dewletê ve jî hin jî tiştek nehatiye zelalkirin.

Lê hinek agahî di destên me de hene, jixwe di medyayê de jî belav bûne Tirkiye û Ocalan li ser hinek xalan li hev kirine û dixwazin PKKyê jî bikin şirîkê wê hevpeymaniyê.

Lê em Kurd divê bizanin ev mesele ji Rojavayê Kurdistanê dest dike.

Ji ber ku hinek tiştên di rojên pêş de biqewimin dê bandora wan li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî hebe.

Tirkiye jî dixwaze bi rêya Ocalan Rojavayê Kurdistanê bixe di bin hikmê xwe de û ji bo vê yekê jî siyaseteke eşkere dimeşîne.

Lê li aliyê din diyar e PKK van mercan qebûl nake.

Her wiha divê em bizanin ku ev pêvajoya nû ne ji ber ku siyasete navxwe ya Tirkiyeyê wekî îhtiyaciyekê dîtiye û dixwaze bi Kurdan re danûstandinan bike yan jî aştiyekê pêk bîne.

“Eger heye Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statû”

Tirkiye dixwaze bi pêvajoya nû pêşiya Rojavayê Kurdistanê bigire ku eger heye ew der bibe xwedî statû.

Em dizanin ku tê gotin divê Kurd an bi Esed re li hev bikin an jî bi Artêşa Sûriyeya Azad li hev bikin û ti xweseriya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nebe.

Baran pirsa “Eger heye PKK lihevkirineke di navbera Tirkiye û Ocalan de red bike?” wiha bersivand:

“Gotinên Cemîl Bayik û Mustafa Karasu diyar dike ew tişt ji aliyê PKKyê ve hatiye redkirin.

Eger wiha dewam bike ew mesele dê di navber PKK û Ocalan de wekî cudahiyeke îdeolojîk jî derxîne holê, ji ber ku ev daxuyaniyên PKKyê yên vê dawiyê gelek mesajên Kurdistanî dide pêş wekî hebûna Kurdan derdixe pêş.

Lê peyamên berê û peyamên Ocalan zêdetir Tirkiyeyê dike navendê û li gorî wê çareseriyekî datîne.

Heger PKK van qebûl neke bi min dê di warê îdeolojîk de jî hinek cudahî çêbibin.”

Continue Reading

Previous: لقاء أخير بين بايدن وشي في البيرو المصدر: رويترز، أ ف ب… النهار
Next: Konsera Xecê jî hat betalkirin …..RÛDAW

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

الشعب مستعد للسلام: نسبة تأييد قرار حزب العمال الكردستاني ٧١.٥٪. المصدر : روداو

khalil المحرر يونيو 4, 2025
  • الملف الكوردي

اكرم حسين تيار مستقبل كردستان سوريا: بين أزمة الهوية وتحديات التجديد..؟.المصدر:صفحة الكاتب

khalil المحرر يونيو 1, 2025
  • الملف الكوردي

بيان بمناسبة الذكرى العشرين لتأسيس تيار مستقبل كردستان ….تيار مستقبل كُردستان سوريا 

khalil المحرر مايو 28, 2025

Recent Posts

  • أزمة رواتب إقليم كردستان تُخيم على العيد في بغداد.بغداد: حمزة مصطفى……المصدر : الشرق الأوسط
  • برّاك يؤكد أن رؤية ترمب لدمشق «متفائلة».دمشق المصدر : الشرق الأوسط
  • رئيسة الوفد الكردي لـ«الشرق الأوسط»: طرحنا في اجتماع دمشق المشاركة بالبرلمان والتحفظ على الإعلان الدستوري.القامشلي سوريا المصدر: كمال شيخو. الشرق الاوسط
  • ولماذا الحرية؟ لكي نشرب الويسكي مثلاً؟. عمر قدور……..المصدر: المدن
  • الدكتور محمد نور الدين….  صلاحيات «ديانت» الجديدة: وحدها الدولة من تفسّر الدين…صفحة الكاتب

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • أزمة رواتب إقليم كردستان تُخيم على العيد في بغداد.بغداد: حمزة مصطفى……المصدر : الشرق الأوسط
  • برّاك يؤكد أن رؤية ترمب لدمشق «متفائلة».دمشق المصدر : الشرق الأوسط
  • رئيسة الوفد الكردي لـ«الشرق الأوسط»: طرحنا في اجتماع دمشق المشاركة بالبرلمان والتحفظ على الإعلان الدستوري.القامشلي سوريا المصدر: كمال شيخو. الشرق الاوسط
  • ولماذا الحرية؟ لكي نشرب الويسكي مثلاً؟. عمر قدور……..المصدر: المدن
  • الدكتور محمد نور الدين….  صلاحيات «ديانت» الجديدة: وحدها الدولة من تفسّر الدين…صفحة الكاتب

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • الأخبار

أزمة رواتب إقليم كردستان تُخيم على العيد في بغداد.بغداد: حمزة مصطفى……المصدر : الشرق الأوسط

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • الأخبار

برّاك يؤكد أن رؤية ترمب لدمشق «متفائلة».دمشق المصدر : الشرق الأوسط

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • الأخبار

رئيسة الوفد الكردي لـ«الشرق الأوسط»: طرحنا في اجتماع دمشق المشاركة بالبرلمان والتحفظ على الإعلان الدستوري.القامشلي سوريا المصدر: كمال شيخو. الشرق الاوسط

khalil المحرر يونيو 7, 2025
  • مقالات رأي

ولماذا الحرية؟ لكي نشرب الويسكي مثلاً؟. عمر قدور……..المصدر: المدن

khalil المحرر يونيو 7, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.