أربيل (روداو) – أدلت المتحدثة باسم حزب الديمقراطية، عائشة غول دوغان، ببيانٍ بشأن جدول الأعمال بعد اجتماع المجلس التنفيذي المركزي لحزبها.
وأكدت دوغان أن عملية السلام والمجتمع الديمقراطي لا تتقدم بالوتيرة المطلوبة، ودعت اللجنة البرلمانية مجددًا إلى:
“يجب الاستماع إلى أوجلان، ويجب أن تصل آراء أوجلان ومقترحاته إلى هذه اللجنة بطريقةٍ ما.”
فيما يلي أهم أجزاء خطاب دوغان:
“إن ما نوليه أهمية بالغة هو إرساء وتعزيز الأساس الاجتماعي لعملية السلام والمجتمع الديمقراطي. ولذلك، أكدنا على أهمية الشفافية.
ومع ذلك، ورغم كل هذا، فإن من يصرّون على ممارسات معادية للديمقراطية ويستهدفون إضفاء الطابع الاجتماعي على العملية لا يمكن أن يكونوا سوى معارضين لها.
لا يمكن إرساء الطابع الاجتماعي على أساس معارضة العملية. هذا سيناريو خطير للغاية، إنها لعبة خطيرة للغاية.
علينا أن نحذر من ينظمون مثل هذه الألعاب من الآن فصاعدًا، ونحذرهم: لا تفعلوا هذا!
على من يعلقون آمالهم على مثل هذه الألعاب أن يعلموا أيضًا أنهم لن يحققوا النجاح من خلالها.
لدينا أيضًا الخبرة اللازمة لإحباط هذه الألعاب.
“يجب إعلان وقف إطلاق النار في غزة فورًا”
تنعقد الدورة الثمانون للجمعية العامة للأمم المتحدة في نيويورك، ورغم أنها غير رسمية، إلا أن جدول أعمال الجمعية العامة الرئيسي هو فلسطين.
نحن، بصفتنا يعتقد حزب الديمقراطية أن التصريحات حول هذه القضية ودعوات التضامن يجب أن تُدعم بخطوات ملموسة لتحويلها إلى سلام دائم.
هناك إبادة جماعية تجري في غزة، ويمكننا القول إن الأمم المتحدة اعترفت بها رسميًا.
لذلك، يجب إعلان وقف إطلاق النار في غزة في أقرب وقت ممكن، وإرساء أسس سلام دائم من خلال المفاوضات.
نعلم أن هذه الإبادة الجماعية لن تتوقف دون خطوات ملموسة من المجتمع الدولي.
“عملية السلام والمجتمع الديمقراطي لا تتقدم بالسرعة المطلوبة”….
لقد حظيت القضية الكردية في الشرق الأوسط، والقضية الكردية في تركيا، والقضية الكردية التي أصبحت الآن قضية دولية، بمتابعة دقيقة على مدار عام، ليس من جانبنا فحسب.
يُرصد كلا التطورين في الشرق الأوسط عن كثب، وتراقب الأطراف المعنية في العالم عن كثب موقف تركيا والمهمة التي ستضطلع بها في هذه العملية، لما لها من تداعيات إقليمية وعالمية.
تم تشكيل لجنة في البرلمان، وهي تواصل عملها، وسأقيّم ذلك بعد عنوان العملية.
لكن أولاً، أود أن أبدأ بالعملية، أي عملية السلام والمجتمع الديمقراطي.
وبناءً على المعلومات الواردة من تقييماتنا، فإن العملية لا تتقدم بالسرعة المطلوبة.
ومن هذا المنظور، نرى أن هذا التجانس يُثير قلق الرأي العام.
عقد حزب العمال الكردستاني مؤتمره في مايو/أيار الماضي. وبعد المؤتمر، أعلن قراره بحل نفسه.
وفي يوليو/تموز الماضي، أحرقوا ودمروا أسلحتهم. واتخذوا خطوات ملموسة. وعبّروا كمنظمة عن مطالبهم. لقد أكدنا مرارًا وتكرارًا أن دعوة أوجلان هي دعوة استراتيجية، وليست تكتيكية، ويجب تقييمها بشكل عام.
“تم التدخّل في خطاب أمهات السلام باللغة الكردية في اللجنة البرلمانية”.
حسنًا، لنرَ ما حدث ردًا على ذلك. صدرت في تركيا تصريحات تُقوّض الذاكرة، وكانت هذه التصريحات قيّمة للغاية؛ من “الحق في الأمل” إلى خطاب أوجلان في البرلمان.
لأنه جرت محاولة لفتح مجال للتعبير. ولكن نظرًا لعمق المشكلة وجذورها وأسبابها وجوانبها التاريخية والاجتماعية والسياسية والاقتصادية، فإن هذا لا يكفي.
الخلاصة هي أن اللجنة أُنشئت لتكون لجنة التضامن الوطني والأخوة والديمقراطية.
لا يمكن أن تكون هذه عملية تتقدم بالاستماع فقط، ولا ينبغي أن تكون كذلك.
في الواقع، ذكر كلٌّ من رئيس اللجنة ورئيس البرلمان، السيد كورتولموش، هذا في كلمتهما الافتتاحية أمام اجتماع اللجنة اليوم.
والآن، يزعمون أن عملية اللجنة أكثر انضباطًا وفقًا لخطتهم، ويقولون: “لم نتدخل في أفكار أحد خلال هذه العملية”، ويقولون: “لم نتدخل في خطاباتهم”.
هنا، كحزب الديمقراطية، نريد تصحيحًا؛ لقد حدث تدخل.
تم التدخل في خطاب “أمهات السلام” باللغة الكردية في اللجنة البرلمانية. سُجِّل هذا التدخل في التاريخ.
هذا أحد الأسباب الرئيسية للمشكلة. من النقاط الشائعة القول: “إذا أنجزت هذه اللجنة عملها بنجاح، فستؤدي دورًا تاريخيًا”.
يقولون: “سيتم الآن إقرار هذا البند”. نأمل أن يتم إقرار هذا البند.
يقول نعمان كورتولموش إنه سيتم إعداد تقرير بعد ذلك، كما يقول إنه سيتم إعداد بعض التعديلات القانونية بحلول أكتوبر.
إنه تصريح متأخر، ولكنه جدير بالاهتمام. نعتقد أن على البرلمان العمل من أجل السلام في بداية العهد الجديد.
“يجب الاستماع إلى أوجلان، ويجب أن تصل آراؤه ومقترحاته إلى اللجنة بطريقة ما”.
أوجلان طرف مهم للغاية، وفاعل رئيسي. إنه فاعل رئيسي لا يمكننا حصره في نزع السلاح فقط، أو تقييمه في هذا السياق فقط، ولكي يصبح وقف إطلاق النار وضعًا دائمًا ويتحقق مشروع التكامل الديمقراطي، يجب بالتأكيد الاستماع إليه.
نكرر دعوتنا للجنة، ألا نبقى في حالة جمود.
بما أننا نتحدث عن كسر القواعد، وبما أننا نتحدث عن كسر المحرمات، فعلينا أن ندافع بشجاعة عما قيل في البرلمان.
يجب الاستماع إلى أوجلان، ويجب أن تصل آراؤه ومقترحاته إلى هذه اللجنة بطريقة ما.
لا جدوى من القيام بشيءٍ واجب أو مناقشته. هذا مضيعة للوقت.
لكي نتقدم أسرع، يجب أن يتم ذلك دون تأخير.
حتى لو كان لديكم نهجٌ يركز فقط على حل النزاعات – وهذه القضية لا يمكن أن تكون نهجًا مؤقتًا وسطحيًا قائمًا على حل النزاعات وعدم الصراع، بل تتطلب نهجًا أعمق – فعليكم بالتأكيد الاستماع إلى أوجلان كفاعلٍ رئيسي، وفتح المجال لكلماته والتواصل معه.
هنا اليوم، نيابةً عن حزب الديمقراطية، نناشد الملايين: هذه العملية ليست عمليةً يمكن تركها فقط لأهواء الأحزاب السياسية والكتلة الحاكمة.
هذه العملية يجب أن تكون جزءًا من المجتمع، وتحتاج منا جميعًا أن ندعمها ونحميها كما لو كنا نحمي حياتنا.
لا ينبغي زيادة نقاط ضعفها، بل على العكس، يجب تعزيز نقاط قوتها.
لذلك، علينا جميعًا أن نتكاتف من أجل عملية السلام والمجتمع الديمقراطي.
ونأمل أن يكون هناك عهد برلماني جديد يُرسي دعائم الديمقراطية في تركيا بقوانين جديدة، ويمهد الطريق لنا نحو تركيا المتساوية والحرة والديمقراطية التي نتوق إليها جميعًا، وفي هذا الصدد، سنبذل جهودًا حثيثة لإعادة توحيد المجتمع.
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe derbarê rojevê daxuyanî da.
Doganê diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi leza ku tê xwestin bi pêş ve naçe û careke din bang li Komîsyona Parlamentoyê kir û got:
“Divê li Ocalan bê guhdarîkirin, divê nêrîn û pêşniyarên Ocalan bi awayekî bigihîjin vê komîsyonê.”
Beşên sereke yên axaftina Doganê wiha ne:
“Tişta ku em herî zêde girîngiyê didinê, avakirin û xurtkirina bingeha civakî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji bo vê jî me got ku em gelekî girîngiyê didin şefafiyetê.
Lê tevî van hemûyan, yên ku di sepandinên antîdemokratîk de israr dikin û civakîbûna pêvajoyê dikin hedef, tenê dikarin bibin dijberên pêvajoyê.
Li ser bingeha dijberiya pêvajoyê, civakîbûn nayê avakirin. Ev senaryoyeke gelekî bi xeter e, ev lîstikeke gelekî bi xeter e.
Em neçar in ku ji niha ve yên ku lîstikên wiha saz dikin hişyar bikin û em wan hişyar dikin: Vê yekê nekin!
Yên ku hêviya xwe bi lîstikên bi vî rengî girêdidin jî divê bizanibin ku ew nikarin bi lîstikên wiha bigihîjin serkeftinê.
Her wiha em xwedî wê tecrubeyê ne ku van lîstikan pûç bikin.
“Divê li Xezeyê demildest agirbest bê ragihandin”
Civîna 80yemîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tê lidarxistin û her çend ne fermî be jî, rojeva sereke ya Lijneya Giştî Filistîn e.
Em wekî DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku daxuyaniyên li ser vê mijarê û bangên hevgirtinê, divê bi gavên şênber bên piştgirîkirin da ku veguherin aştiyeke mayînde.
Li Xezeyê qirkirineke ku em dikarin bibêjin Neteweyên Yekbûyî jî bi fermî qebûl kiriye, pêk tê.
Ji ber vê yekê, divê li Xezeyê di demeke herî kurt de agirbest bê ragihandin û bingeha pêkanîna aştiyeke mayînde ya bi rêya muzakereyan bê avakirin.
Em dizanin ku ev qirkirin, bêyî gavên şênber ên civaka navneteweyî ranaweste.
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi leza tê xwestin bi pêş ve naçe”
Pirsgirêka Kurdan a Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurdan a Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurdan a ku êdî bûye pirsgirêke navneteweyî, ev salek e ne tenê ji aliyê me ve bi baldarî tê şopandin.
Hem ji aliyê bipêşketinên li Rojhilata Navîn ve bi baldarî tê şopandin û hem jî aliyên pêwendîdar ên cîhanê bi baldarî dişopînin ka Tirkiye dê di vê pêvajoyê de çi helwestê bigire û çi mîsyonê hilgire ser milên xwe, ji ber ku bandorên wê yên herêmî û gerdûnî hene.
Li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Ew komîsyon xebatên xwe didomîne, ez dê vê yekê piştî sernavê pêvajoyê binirxînim.
Lê pêşî dixwazim bi pêvajoyê, ango bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê bikim.
Wekî agahiyeke ku ji nirxandinên me derketiye, pêvajo bi leza ku tê xwestin bi pêş ve naçe.
Dema em ji vî alî ve dinêrin, em dibînin ku ev yekrengî di nava raya giştî de dibe sedema fikaran.
PKKyê Gulana borî kongreya xwe li dar xist. Piştî kongreyê biryara xwe ya fesixkirinê ragihand.
Tîrmeha borî jî çekên xwe şewitandin û îmha kirin. Gavên şênber avêtin. Wekî rêxistinê daxwazên xwe anî ziman.
Gelek caran ji aliyê me ve jî hat dubarekirin ku banga Ocalan bangeke stratejîk e, ne bangeke taktîkî ye û divê bi awayekî giştî bê nirxandin.
“Li Komîsyona Meclisê midaxaleyî axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî kirin”
Baş e, em binêrin ka li hemberî van çi çêbû. Li Tirkiyeyê daxuyaniyên ku ezberan xera dikin çêbûn û ev gelekî bi qîmet bûn; ji ‘Mafê Hêviyê’ bigire heta axaftina Ocalan a li parlamentoyê.
Ji ber ku hewl dihat dayîn ku qadek ji gotinê re bê vekirin. Lê ji ber kûrahiya pirsgirêkê, ji ber kok, sedem û aliyên wê yên dîrokî, sosyolojîk, siyasî û aborî, ev têrê nakin.
Mesele ev e. Komîsyon wekî Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin.
Ev nikare bibe pêvajoyek ku tenê bi guhdarîkirinê bi pêş ve biçe û divê nebe jî.
Bi rastî hem serokê komîsyonê û hem jî Serokê Parlamentoyê birêz Kurtulmuş, îro di axaftina xwe ya vekirinê ya beriya civîna komîsyonê de ev tişt gotin.
Niha ew dibêjin ku pêvajoya komîsyonê li gorî plana wan pêvajoyeke dîsîplîntir e, dibêjin, ‘Me di vê pêvajoyê de midaxaleyî fikrên ti kesî nekir’, dibêjin, ‘Me midaxaleyî axaftinên wan nekir’.
Li vir, wekî DEM Partiyê em dixwazin sererastkirinekê bikin; midaxele hat kirin.
Li Komîsyona Meclisê midaxaleyî axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî hat kirin. Ev midaxele di dîrokê de hat notkirin.
Yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêkê ev e. Yek ji xalên ku bi hevparî tên gotin ev e, dibêje, ‘Eger ev komîsyon xebatên xwe bi serkeftî biqedîne, dê fonksiyoneke dîrokî pêk bîne’.
Dibêje, ‘Niha dê ev bend bê derbaskirin’. Em hêvî dikin ku ev bend bê derbaskirin.
Numan Kurtulmuş dibêje ku piştî vê yekê dê raporek bê amadekirin û her wiha dibêje ku dê hin verastkirinên yasayî heta meha Cotmehê bên amadekirin.
Daxuyaniyeke derengmayî ye lê daxuyaniyeke hêja ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê parlamento di destpêka serdema nû de mesaiya aştiyê bike.
“Divê li Ocalan bê guhdarîkirin, divê nêrîn û pêşniyarên wî bi awayekî bigihîjin komîsyonê”
Aliyekî gelekî girîng, aktorekî sereke, Ocalan e. Aktorekî serekî ye ku em nikarin tenê bi bêçekbûnê bisînor bikin, tenê di vê çarçoveyê de binirxînin û ji bo ku bêpevçûnî bibe rewşeke mayînde û projeya entegrasyona demokratîk pêk were, divê teqez bê guhdarîkirin.
Em banga xwe li komîsyonê dubare dikin, divê mirov di rewşa li cihê xwe jimartinê de nemîne.
Madem ku em behsa şikandina ezberan, madem ku em behsa şikandina tabûyan dikin, wê demê divê bi wêrekî xwedî li gotina ku li parlamentoyê hatiye gotin bê derketin.
Divê li Ocalan bê guhdarîkirin, divê nêrîn û pêşniyarên Ocalan bi awayekî bigihîjin vê komîsyonê.
Wateya kirina tiştekî ku divê bê kirin nîne an jî li ser nîqaşkirinê nîne. Ev yek demê winda dike.
Ji bo ku em zûtir bi pêş ve biçin, divê ev yek bê derengî bê pêkanîn.
Heke nêzîkatiyeke we ya ku tenê li ser çareseriya pevçûnê be jî hebe – ku ev mesele tenê bi aliyê çareseriya pevçûnê û bêpevçûniyê ve nikare bibe nêzîkatiyeke demkî û rûserî, nêzîkatiyeke kûrtir hewce dike – wê demê divê hûn teqez wekî aktorekî sereke li Ocalan guhdarî bikin, qadê ji gotina wî re vekin û pê re têkiliyê deynin.
Îro li vir, em li ser navê DEM Partiyê bang li milyonan dikin: Pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku tenê li ser însafa partiyên siyasî û bloka desthilatdariyê bê hiştin.
Pêdiviya vê pêvajoyê pê heye ku bibe ya civakê, pêdiviya wê pê heye ku her yek ji me weke ku xwedî li jiyana xwe derdikeve, piştgiriyê bide wê û wê biparêze.
Ne ku xalên wê yên qels bên zêdekirin, berevajî, pêdiviya wê bi zêdekirina aliyên wê yên xurt heye.
Ji ber vê yekê, divê em hemû bi hev re xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin.
Û em hêvî dikin ku serdemeke nû ya parlamentoyê hebe ku bi yaseyên nû Tirkiyeyê demokratîk bike rêya ku dê me bigihîne Tirkiyeyeke wekhev, azad û demokratîk a ku em hemû bêriya wê dikin veke û di vê mijarê de bi biryardarî mesaiyeke ku ji nû ve bi civakê re bibe yek, bimeşîne.”