أربيل (روداو) – صدر كتاب صلاح الدين دميرطاش بعنوان “قضية حياة كريمة” في عيد ميلاده (اليوم).

 

يتم اليوم نشر الدفاع عن الرئيس المشترك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي صلاح الدين دميرطاش في قضية كوباني على موقعه الرسمي.

سيتم بث قضية الحياة الكريمة على الانترنت الساعة 19:00.

وتحدث صلاح الدين دميرتاش، المسجون في أدرنة منذ عام 2016، عن الحقوق الكردية واحتلال كردستان في دفاعه عن قضية كوباني.

 

ولد دميرطاش في 10 أبريل 1973 في منطقة بالو التابعة لخاربيت، شمال كردستان.

وهو ابن لأب عامل وأم ربة منزل، وهو الثاني بين سبعة أطفال.

قضى طفولته تحت الضغوط وجميع انتهاكات حقوق الإنسان خلال الانقلاب العسكري في 12 سبتمبر 1982.

قضى شبابه في الاضطرابات وانتهاكات حقوق الإنسان في التسعينيات في مدينة آمد.

بعد التعليم الابتدائي والثانوي، بدأ دراسته في جامعة إيلول التاسعة بإزمير في كلية الشؤون البحرية.

وفي الوقت نفسه، انتقل إلى إزمير مع شقيقه الأكبر نور الدين دميرطاش.

تم القبض عليه ونور الدين دميرطاش في إزمير بينما كان لا يزال يدرس.

تم إطلاق سراحه  ولكن تم القبض على شقيقه وشهد دميرطاش التعذيب الشديد الذي تعرض له شقيقه.

وعاد صلاح الدين دميرتاش إلى مدينة ديار بكر بعد تلك الحادثة وعمل في محل والده لأدوات ومعدات المياه.

وبسبب الضغط على المحامين في ذلك الوقت، لم يتمكنوا من العثور على محامٍ لنور الدين دميرطاش لفترة طويلة.

وهذا يجعل صلاح الدين دميرطاش يبدأ التدريب كمحامي ويصبح مدافعًا عن الحقوق.

وبعد عودة صلاح الدين دميرطاش من إزمير إلى ديار بكر عام 1993، تم اعتقاله مرة أخرى.

في ذلك الوقت، تم قطع رؤوس العديد من الأشخاص أو قتلهم في ديار بكر وشمال كردستان.

وتم اعتقاله أمام مئات الأشخاص، لكن قوات الأمن التركية نفت اعتقاله.

وانتظرت عائلته 15 يومًا عند باب محكمة أمن الدولة لإطلاق سراحه.

كما تعرض دميرطاش للتعذيب في ذلك الوقت.

بعد إطلاق سراحه، بدأ دميرتاش دراسة القانون في جامعة أنقرة.

بعد الانتهاء من المحاماة، يعود إلى آمد.

يعمل دميرتاش في لجنة السجون في نقابة المحامين في ديار بكر وينشط في منظمة حقوق الإنسان (IHD).

وبالإضافة إلى هذه الأعمال، فهو يعمل أيضًا في مكتبه الخاص كمحامي لأسر الضحايا.

وفي عام 2004، أصبح رئيسًا لفرع IHD في ديار بكر.

في 22 يوليو 2007، أصبح دميرطاش برلمانيًا مستقلاً في ديار بكر بدعم من حزب المجتمع الديمقراطي.

في 11 ديسمبر 2009، أصبح هو وجولتان كيشاناكي رئيسين مشاركين لحزب الديمقراطية والسلام (BDP).

في 22 يونيو 2014، أصبحت فيغن يوكسكداغ زعيمة مشاركة لحزب الشعب الديمقراطي (HDP).

أصبح دميرطاش مرشحًا للرئاسة في 10 أغسطس 2014 وحصل على 9.8 بالمئة من الأصوات.

عندما كان عضوًا في البرلمان، تم اعتقال دميرطاش و10 نواب من حزب الشعوب الديمقراطي ليلة 4 نوفمبر 2016، ومنذ ذلك الحين تم سجنه في مدينة أدرنة التركية.

وقد تم حتى الآن نشر اثنين من كتبه القصصية بعنوان سحر (2017) وديفران (2019) وروايتين بعنوان ليلان (2020) وإفسون (2021).

*تم الحصول على هذه المعلومات عن حياة دميرطاش من موقعه الرسمي (https://demirtasinfo.com/ku/ji-dor/jinenigari).

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Selahattîn Demîrtaş a bi navê Doza Jiyaneke Birûmet di rojbûna wî de (îro) belav dibe.

Îro roja ewil a cejna Remezanê û herwiha rojbûna Demîrtaş e.

Parastina Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a Doza Kobaniyê îro li ser malperê wî yê fermî tê belavkirin.

Doza Jiyaneke Birûmet dê saet 19:00an bi awayê online were belavkirin.

Xwendevan dê karibin bêyî ku ti heqî bidin xwe bigihînin pirtûkê.

Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve di girtîgeha Edîrneyê de girtiye di parastina xwe ya Doza Kobaniyê de behsa mafên Kurdan û dagirkirina Kurdistanê kiribû.

Selahattîn Demîrtaş*

Demîrtaş 10ê Nîsana 1973yan li navçeya Paloyê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Kurê bavekî karker û dayîkeke bermalî ye, ew ji heft zarokên malê yê dudiyan e.

Zarokatîya wî di serdema derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1982yan, di bin zext û hemû binpêkirinên mafên mirovan de derbas bûye.

Xortanîya wî di nav alozî û binpêkirinên heq û mafên mirovan yên salên 1990î de li bajarê Amedê derbas bûye.

Piştî perwerdeya seretayî û navendî li Zanîngeha 9 Eylulê ya Îzmîrê li fakulteya beşa deryavaniyê dest bi perwerdeyê kiriye.

Heman demê bi birayê xwe yê mezin Nuredîn Demîrtaş re koçî Îzmîrê kiriye.

Ew û Nuredîn Demîrtaş li Îzmîrê dema perwerdeya wî berdewam dikir hatine desteserkirin.

Ew bi xwe hatiye berdan lê birayê wî hatiye girtin û Demîrtaş bûye şahidê şkenceyên giran ên ku li birayê wî hatine kirin.

Selahattîn Demîrtaş piştî wê bûyerê vedigeriyaye bajarê Amedê û li dikana bavê xwe ya amûr û alavên avê xebitiye.

Ji ber zextên wê demê yên li ser parêzeran, demeke domdirêj nikarin parêzerekî ji Nuredîn Demîrtaş re peyda bikin.

Ew dibe sedem ku Selahattîn Demîrtaş dest perwerdeye parêzeriyê bike û bibe parêzvanê heq û mafan.

Piştî Selahattîn Demîrtaş ji Îzmîrê vedigere Amedê sala 1993yan dîsa hatiye desteserkirin.

Wê dêmê li Amedê û Bakurê Kurdistanê gelek kes dihatin bêserûşûnkirin an jî kuştin.

Ew jî li ber çavên bi sedan mirovan hatiye desteserkirin lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê înkar kiriye ku ew hatiye desteserkirin.

Malbata wî ji bo berdana wî 15 rojan li ber deriyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê maye.

Wê demê şkence li Demîrtaş jî hatiye kirin.

Demîrtaş piştî ku hatiye berdan li Zanîngeya Ankarayê dest bi perwerdeya hiqûqê dike.

Piştî ku hiqûqê diqedîne careke din li Amedê vedigere.

Demîrtaş li Baroya Amedê di komîsyona girtîgehan de dixebite û li Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) bi awayekî çalak dixebite.

Ber van xebatan re jî li ofise xwe ya taybat ya parêzeriya malbatên mexdûran dike.

Sala 2004 bûye serokê Şaxa Amedê ya ÎHDyê.

Demîrtaş 22yê Tîrmeha 2007an, bi piştgiriya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li Amedê bû parlamenterê serbixwe

11ê Kanûna Pêşîna 2009an ew û Gultan Kişanakê bûn hevserokên Partîya Demokrasî û Aştîyê (BDP).

22yê Hezîrana 2014an ew Fîgen Yuksekdagê bûn hevserokên Partiya Gelan a Demokrasiyê (HDP).

Demîrtaş 10 Tebaxa 2014an bû namzedê serokkomariyê û ji sedî 9,8ên dengan wergirtin.

Dema parlamenter bû Demîrtaş û 10 parlamenterên HDPyê 4ê Çiriya Paşîna 2016an bi şev hatin desteserkirin û ji wê demê ve li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê girtî ye.

Heta niha du pirtûkên wî yên çîrokan yên bi navên Seher (2017) û Devran (2019) û du romanên wî yên bi navên Leylan (2020) û Efsun (2021) hatine çapkirin.

*Ev agahiyên li ser jiyana Demîrtaş ji malperê wî yê fermî (https://demirtasinfo.com/ku/ji-dor/jinenigari) hatine wergirtin.