أربيل (روداو) – تنتهي اليوم في مدينة كولمرك، مسيرة حزب الشعب من أجل المساواة والديمقراطية التي انطلقت في الثالث من الشهر الجاري ضد المحافظ.

بدأ حزب DEM مسيرة يوم 3 يوليو 2024 بمنطقة طريق عرموش بمدينة فان بمشاركة الرئيس المشارك لحزب DEM والعديد من البرلمانيين والمسؤولين والأعضاء.

سيتم الترحيب بالمشاركين في المسيرة في الساعة 13:00 في منطقة ديبين في كوليميرج.

“يجب على المنتخبين أن يديروا البلدية”

وقال تولاي حاتيموغولاري، الرئيس المشارك لحزب الديمقراطى

“نحن، مع العديد من أصدقائنا من تركيا وكردستان، نواصل مسيرتنا ضد النظام هنا.

طريقنا نحو مركز كوليميرج، حيث سنقدم رسائلنا بأقوى طريقة.

على المحافظ أن يرحل فوراً، وعلى المنتخبين أن يقودوا البلدية، ويجب احترام الإرادة”.

كما أكد الرئيس المشارك لحزب المناطق الديمقراطية (DBP) كيسكين بايندير أنهم سيواصلون أنشطتهم حتى انتهاء نظام الحاكم.

“سنهزم الحكومة التي تريد تنفيذ إرادة الشعب الكردي”

وقال الرئيس المشارك لـ DBP Keskin Bayindir أيضًا:

“نحن نسير نحو كولميرج. رفاقنا من كافة مدن تركيا وشمال كردستان يواصلون مسيرتهم بإرادة قوية.

وكما قلنا، فإن هذه القافلة حملت عبء الحرية والديمقراطية.

ولذلك فإن نداءنا لشعبنا هو أن يأخذ زمام هذه المسيرة والمسيرة حتى تتحقق إرادة الشعب الكردي، إرادة كولميرج.

سنهزم الحكومة التي تريد أن تكون إرادة الشعب الكردي بهذه الإرادة وهذه المقاومة.

نحن مصممون. لن نهزم منصب الوالي حتى هذا المنصب الاحتلالي، لن نهدمه، نشاطنا في تركيا وكردستان سيتوسع ويستمر يوما بعد يوم.

في 3 يونيو 2024، للمرة الثالثة، تم تعيين رئيس البلدية في بلدية كولميرج.

ومنذ ذلك اليوم بدأ حزب الحركة الديمقراطية أنشطة ومظاهرات ضد قرار الوالي في تركيا وشمال كردستان.

ومن المظاهرات والحركات الاحتجاجية “مسيرة احترام الإرادة” التي ستنتهي اليوم في وسط مدينة كولميرج الساعة 16:00 بإعلان إعلامي.

Hewlêr (Rûdaw) – Meşa Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ku 3yê vê mehê li dijî qeyûm dest pê kir, îro li Colemêrgê bi dawî dibe.

DEM Partiyê 3yê Tîrmeha 2024an li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê û gelek parlamenter, berpirs, endaman meş dabû destpêkirin.

Beşdarên meşê dê demjimêr 13:00an li herêma Depinê ya Colemêrgê bên pêşwazîkirin.

“Divê kesên hatine hilbijartin şaredariyê bi rê ve bibin”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê got:

“Em ligel gelek hevalên xwe yên ji Tirkiye û Kurdistanê li vê derê meşa xwe ya li dijî qeyûm berdewam dikin.

Rêya me ber bi navenda Colemêrgê ve ye, em dê li wê derê jî peyamên xwe bi awayekî herî xurt bidin.

Divê qeyûm demildest biçe, kesên hatine hilbijartin şaredariyê bi rê ve bibin û rêz li îradeyê bê girtin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir jî tekez kir ku heta sîstema qeyûm bi dawî nebe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

“Em dê desthilatdariya ku dixwaze vîna gelê Kurd bin pê bike têk bibin”

Hevserokê DBPyê Keskin Bayindir jî wiha anî ziman:

“Em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ji hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêhevalên me bi îradeyeke xurt ve meşê berdewam dikin.

Wekî ku me berê jî got, ev karwan barê azadî û demokrasiyê hilgirtiye ser milê xwe.

Ji ber vê yekê, bangawaziya me ji gelê me ew e ku xwedî li vê meş û barî derkevin ku di serî de îradeya gelê Kurd, îradeya Colemêrgê pêk were.

Em dê desthilatdariya ku dixwaze vîna gelê Kurd bin pê bike bi vê îradeyê bi vê berxwedanê têk bibin.

Em bi biryar in. Em heta vê helwesta dagirkerî, ve helwesta qeyûmê têk nebin, hilneweşinin, li Tirkiye û Kurdistanê ev çalakiyên me wê roj bi roj berfireh bibe û berdewam bibe.”

3ê Hezîrana 2024an cara sêyem qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hat danîn.

DEM Partî ji wê rojê ve li dijî biryara qeyûm li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi çalakî û xwepêşandanan kiriye.

Yek ji wan xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ye ku îro li navenda Colemêrgê demjimêr 16:00an bi daxuyaniya medyayê bi dawî dibe.