أربيل (روداو)- أقامت بلدية فان سيتي حفلاً موسيقياً بعنوان “قصص موسيقية” الليلة الماضية في ساحة كينت بالمدينة.
وحضر الحفل الرئيسان المشتركان للبلدية عبد الله زيدان ونسليهان سيدال وعدد من المسؤولين وممثلي المحافظة.
كما انضم المئات من سكان فان إلى الحفل وأبدوا اهتمامًا كبيرًا.
“سنخدم المدينة”
وقال عبد الله زيدان، الرئيس المشارك لبلدية مدينة فان، عن الحفل:
“لقد كانت ليلة عُرضت فيها العديد من القصص والتجارب التاريخية والبطولية وكرم ضيافة الأكراد.
وطبعاً نحن وأنتم أحفاد هؤلاء الذين لهم الشرف والكرامة. واليوم تمثلون بطولتهم ومقاومتهم.
نحن فخورون بك ونشكرك مرة أخرى. نأمل، كخدامك، أن نكون جديرين بعملك.
سواء بالنسبة للثقافة أو اللغة، سنخدم المدينة بأكملها ومناطقنا وشعبنا هنا.
نحن أيضًا ممتنون جدًا لفنانينا الذين عملوا بجد مع أصدقائهم في هذه الليلة.”
وفي الحفل، روى الكاتب والراوي أيهان إركمين قصص الثقافة الكردية.
كما قدم المطرب كريم جيركي والفنانة هدية كالكان أغانيهما وكلماتهما.
“أنفاس التاريخ الكردي عادت إلى ميادين وان”
كما كشفت الرئيسة المشتركة لبلدية مدينة فان، نسليهان سيدال، أنه خلال فترتي إدارة المحافظ، حُرم سكان مدينة فان من الأعمال والأنشطة الفنية.
وأشارت نسليهان شيدال إلى أن عملهم سيستمر وقالت:
“بعد 8 سنوات، عادت رائحة الكرد إلى حقول فان مرة أخرى. ومرة أخرى دخلت رائحة التاريخ الكردي إلى حقول وان.
ونحن ممتنون جدًا لشعبنا على ذلك. إذا عشنا هذه الأيام فإن سبب نضال شعبنا هو أهل فان.
نشكركم مرة أخرى على مقاومتكم وننحني لكم”.
واختتم حفل القصص الموسيقية بعرض العديد من القصص والأغاني والكلمات الكردية مع حفل توزيع جوائز الحكواتي أيهان إركمان والفنانين المشاركين.
Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şeva borî li Qada Kentê ya bajêr konserek bi navê Çîrokên Muzîkal li dar xist.
Hevserokên Şaredariyê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal û hejmarek berpirs û nûnerên parêzgehê di konserê de amade bûn.
Bi sedan şêniyên Wanê jî tevlî konserê bûn û eleqeyeke zêde nîşan dan.
“Em dê xizmeta bajêr bikin”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser konserê wiha got:
“Şevek bû ku gelek çîrok û serpêhatiyên dîrokî, egîdî, qehremantî û mêvanperweriya Kurdan hatin nîşandan.
Helbet hûn jî û em jî neviyên wan kesan in ku xwedî rûmet û heysiyet in. Îro hûn qehremantî û berxwedana wan temsîl dikin.
Em bi we ser bilind in û careke din spasiya we dikin. Înşeleh wek xizmetkarên we em dê layiqî vê keda we bin.
Hem ji bo çand, hem jî bo ziman em dê xizmeta tevahiya bajêr û navçeyên xwe û gelên xwe yên li vê derê bikin.
Em gelekî spasiya hunermendên xwe jî dikin ku ligel hevalên xwe bo vê şevê kedeke mezin dane.”
Di konserê de nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrokên çanda Kurdan vegotin.
Denbêj Kerîmê Jîrkî û hunermend Hediye Kalkan jî staran û kilamên xwe pêşkêş kirin.
“Bêhna dîroka Kurdî vegeriya qadên Wanê”
Hevseroka Şaredariya Bajarê Wanê Neslîhan Şedalê jî eşkere kir ku di 2 serdemên rêveberiya qeyûman xelkê Wanê xebat û çalakiyan hunerî hatibûn mehrûmkirin.
Neslîhan Şedalê amaje bi wê yekê kir ku dê xebatên wan bidomin û wiha got:
“Piştî 8 salan dîsan bêhna Kurdî ket nav qadên Wanê. Dîsa bêhna dîroka Kurdî ket nav qadên Wanê.
Em ji bo wê gelekî spasiya gelê xwe dikin. Eger em van rojan bijîn sedema wê têkoşîna gelê me gelê Wanê ye.
Em ji bo berxwedana we dîsan spas dikin û bejna xwe li ber we ditewînin.”
Konsera Çîrokên Muzîkal piştî pêşkêşkirina çendîn çîrok, stran û kilamên Kurdî bi merasîma xelatkirina çîrokbêj Ayhan Erkmen û hunermendên beşdar bidawî bû.