Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand, “Çalakiya fedaî ya li hemberî navenda TUSAŞ a li Enqereyê ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a ser bi baskê çekdarî yê PKKyê, HPGyê li ser êrişa li Enqereyê daxuyanî da.
Li Enqereyê roja çarşemê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de got:
“Çalakiya fedaî ya ku 23yê Çiriya Pêşînê saet 15:30î li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.
Lehengên vê çalakiya dîrokî jî hevrêyên me Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Alî Orek) in.
Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serkeftî bi cih hate anîn, ti eleqeya wê bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.
Tabûra Nemiran wekî prensîb tim û tim çalakiyan nake lê belê dem bi dem li hemberî hedefên stratejîk û girîng, dûrî ji rojeva rojane li hemberî kiryarên qirker, komkujî û kiryarên tecrîdê yên dewleta Tirk çalakiyên fedaî yên ji bo hişyarkirinê û bi peyam pêk tîne.
Çalakiya ku hate kirin jî di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên li Kurdistanê hate kirin.”
“Hedefeke leşkerî ye”
NPGyê her wiha anî ziman:
“Tê zanîn, çekên ku ji aliyê TUSAŞê ve tên çêkirin li Kurdistanê jin û zarok jî di nav de bi hezaran mirovên me yên sivîl qetil kiriye.
Mafê her rêxistin, sazî û mirovên welatparêz ên Kurdistanî ye ku li hemberî navendên ku çekên komkujiyê hildiberînin, çalakiyan bikin.
Tevgera me û hêzên wê ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê û qezençkirina wan dest bi têkoşînê kiriye, ti carî sivîlan nake hedef.
Di vê mijarê de, berê bê daxwazê, ji neçarî yan jî bi şêweyên cuda hin kar hatibin kirin jî tevgera me îzahata vê yekê ji gelên me re kiriye û rexnedayina wê daye.
Ji xwe TUSAŞa ku çalakî li hemberî wê hate kirin hedefeke leşkerî ye.
Di vê çalakiyê de ji neçarî sivîlekî jiyana xwe ji dest da ku ji bilî vî sivîlî li hemberî sivîlan ti êrîş nehatiye kirin.”
NPGyê her wiha nasnameyên her du gerîlayên Tabûra Nemiran ên ku êrişa li Enqereyê encam da jî eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, “Mîne Sevjîn Alçîçeka bi nasnav Asya Alî li Îzmîrê ji dayîk bûye û Alî Orekê bi nasnav Rojger Hêlîn jî li Şirnexê ji dayîk bûye.”
RÜDAW………. Hewlêr (Rûdaw) – أعلنت قيادة مركز القرار للدفاع الشعبي (NPG)، أن “الهجوم الانتحاري على مقر TUSAŞ في أنقرة نفذه فريق مستقل من كتيبة نميران. ”
وأصدرت قيادة مركز القرار للدفاع الشعبي (NPG)، الجناح العسكري لحزب العمال الكردستاني، بيانًا حول الهجوم في أنقرة.
تعرض المشروع المشترك لصناعة الفضاء والطيران التركي (TUSAŞ) لهجوم في أنقرة يوم الأربعاء.
وبحسب تصريح وزير الداخلية التركي علي يرليكايا، فقد قُتل 5 أشخاص وأصيب 22 آخرون في الهجوم.
وبحسب بيان يرليكايا فقد قُتل شخصان نتيجة الهجوم.
وقالت قيادة مركز الدفاع الشعبي في بيانها:
“إن عملية التضحية التي تم تنفيذها في 23 أكتوبر الساعة 15:30 في أنقرة أمام مقر TUSAŞ تم تنفيذها من قبل فريق مستقل من الكتيبة الخالدة.
أبطال هذا الحدث التاريخي هم رفاقنا آسيا علي (مينه سيفجين ألشيشيك) وروجر هيلين (علي أوريك).
إن هذا الحدث، الذي تم التخطيط له منذ فترة طويلة وتم تنفيذه بنجاح، لا علاقة له بالأجندة السياسية للشهر الماضي التي تتم مناقشتها في تركيا.
ومن حيث المبدأ، فإن الكتيبة الخالدة لا تتخذ إجراءات طوال الوقت، بل تقوم بين الحين والآخر بأعمال تضحية بالنفس للتحذير وإرسال رسالة ضد أهداف استراتيجية ومهمة، بعيدا عن الأجندة اليومية، ضد أعمال الإبادة الجماعية. والمجازر وعزل الدولة التركية.
الإجراء الذي تم اتخاذه تم أيضًا في هذا السياق ضد الإجراءات في كردستان”.
“إنه هدف عسكري”
وقال NPG أيضًا:
“من المعروف أن الأسلحة التي صنعتها TUSAŞ قتلت الآلاف من المدنيين لدينا بمن فيهم النساء والأطفال في كردستان.
من حق كل منظمة ومؤسسة وشعب وطني في كوردستان اتخاذ إجراءات ضد المراكز التي تنتج أسلحة الدمار الشامل.
إن حركتنا وقواتها، التي بدأت النضال ليس فقط من أجل شعب كردستان ولكن أيضًا من أجل شعب تركيا ومكاسبه، لا تستهدف المدنيين أبدًا.
وفي هذا الشأن، فقد أوضحت حركتنا ذلك لشعبنا وانتقدته، حتى لو تم القيام ببعض الأعمال دون طلب، أو للضرورة، أو بطرق مختلفة.
إن TUSAŞ نفسها، التي تم اتخاذ الإجراء ضدها، هي هدف عسكري.
وفي هذا العمل فقد مدني حياته بالضرورة، باستثناء هذا المدني، لم يتم الهجوم على المدنيين”.
وكشفت NPG أيضًا عن هوية اثنين من مقاتلي الكتيبة الخالدة اللذين نفذا الهجوم في أنقرة.
وبحسب البيان فإن “مين سيفجين ألتشيتشيكا الملقبة بآسيا علي ولدت في إزمير، وعلي أوريكي الملقب روجر هيلين من مواليد شرناق”.