Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê tekez dikin ku divê mafên Kurdan û zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn a nû ya Tirkiyeyê de were bicihkirin.
Li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e behsa nivîsandina destûreke nû ya sivîl di rojevê de ye û piraniya partiyên siyasî bîr û raya xwe eşkere dikin.
Gotûbêja herî zêde jî li ser 4 xalên destpêka destûrê ye û hema bêje piraniya aliyên siyasî naxwazin ew her 4 made bêne guhertin.
AK Partî, MHP û CHP di asta herî bilind de qala nivîsandina destûreke nû dikin.
Rojeva partiyên Kurdan jî nivîsandina destûre nû û mafên Kurdan e.
Li gorî rêveberên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê êdî bi pînekirinê nabe û divê ev destûr bê betalkirin û destûreke nû bê nivîsandin.
“Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê”
Endamê Meclisa Partiyê ya HAK-PARê Henîfî Eren wiha got:
“Li ser esasê federasyonê divê destûrek bê çêkirin û tê de zimanê Kurdî wekî zimanê fermî divê bê naskirin.
Kurd divê wekî netewe bên naskirin. Zimanê Kurdî ji dibistana destpêkê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.”
Partiyên Kurdan li ser mijara mafên zimanê Kurdî û azadiya derbirînê de nêzî hevdû difikirin.
DEM Partî jî dixwaze perwerdehiya bi zimanê Kurdî di destûra nû de cih bigre û zimanê Kurdî bibe xwedî statû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanên Sînan Çîftyurek li ser rewşa ziman wiha got:
“Eger di destûra nû de Komara Tirkiyeyê hebûna miletê Kurd qebûl bike, dê ji dibistana yekem heta zanîngehê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî ev girîng e.”
Di qada siyasî ya Tirkiyeyê de 9 partiyên Kurdan hene. Çavên gelek kesan derbarê destûra nû de li daxwaza hevpar a Kurdan e.
أربيل (روداو)- يؤكد ممثلو الأحزاب السياسية في شمال كردستان على ضرورة إدراج حقوق الكورد واللغة الكردية في الدستور التركي الجديد.
وفي تركيا، كتابة دستور مدني جديد على جدول الأعمال لفترة طويلة، وقد أعربت معظم الأحزاب السياسية عن آرائها.
أغلب النقاش يدور حول النقاط الأربع في بداية الدستور ومعظم الأحزاب السياسية لا تريد تغيير جميع المواد الأربع.
ويتحدث حزب العدالة والتنمية وحزب الحركة القومية وحزب الشعب الجمهوري عن كتابة دستور جديد على أعلى مستوى.
أجندة الأحزاب الكردية هي كتابة دستور جديد وحقوق الأكراد.
وفقًا لقادة حزب الحقوق والحريات، لم يعد من الممكن تقييد HAK-PAR ويجب إلغاء هذا الدستور وكتابة دستور جديد.
“يجب أن تكون اللغة الكردية لغة التعليم”
وقال عضو مجلس حزب HAK-PAR، حنفي إرين:
“على أساس الاتحاد، ينبغي وضع دستور، وينبغي الاعتراف باللغة الكردية فيه كلغة رسمية.
يجب الاعتراف بالأكراد كأمة. يجب أن تكون اللغة الكردية لغة التعليم من المدرسة الابتدائية إلى الجامعة”.
الأحزاب الكردية قريبة من بعضها البعض فيما يتعلق بمسألة حقوق اللغة الكردية وحرية التعبير.
ويريد حزب الديمقراطيين الديمقراطيين أيضًا إدراج التعليم باللغة الكردية في الدستور الجديد ومنح اللغة الكردية مكانة.
قال النائب عن حزب DEM من فان سينان شيفتيورك عن الوضع اللغوي:
وأضاف “إذا قبلت الجمهورية التركية بوجود الأمة الكردية في الدستور الجديد، ستكون اللغة الكردية لغة التعليم واللغة الرسمية من أول مدرسة إلى الجامعة، هذا مهم”.
هناك 9 أحزاب كردية في المجال السياسي في تركيا. تتجه أنظار الكثير من الناس نحو الطلب المشترك للأكراد فيما يتعلق بالدستور الجديد.