Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî got, “Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng.”

Li Hewlêrê Kongreya Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin.

Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî kongreyê bû û mijarên li rojevê nirxandin.

Serok Barzanî da zanîn ku hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî aram û bêpirsgirêk hatine kirin û xwe lê berda:

“Hilbijartin hat kirin û encam hatin ragihandin û dema wê hatiye ku hemû alî diyalogê deynin.

Lê ya ji hemûyan girîngtir ev e hikûmeta bê li ser hîmê ‘Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan’ ava bibe.”

Serok Barzanî got, “Dema wê hatiye ku li ser planên stratejîk bê fikirîn” û amaje bi girîngiya sektorên tenduristî, perwerde, çandinî û turîzmê kir.

“Em hêvî dikin ku bi ser bikeve”

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de rûdanên dawiyê yên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” bi bîr anîn û got:

“Ji me re cihê dilxweşiyê ye ku me bihîstiye vê dawiyê li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê înîsiyativek heye.

Em hêvî dikin ku bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng.

Her kes dikare biaxive lê ya girîng kirin e.”

 

 

أربيل (رووداو)- قال الرئيس مسعود بارزاني، “نأمل أن تنجح عملية السلام وألا يتم عرقلة أحد”.خلال

انعقاد المؤتمر الطبي لبلاد ما بين النهرين في أربيل.

كما شارك الرئيس مسعود بارزاني في المؤتمر واستعرض القضايا المدرجة على جدول الأعمال.

وأعلن الرئيس بارزاني أن انتخابات برلمان كوردستان في 20 تشرين الأول الجاري جرت بشكل هادئ وخالي من المشاكل، وقال:

وأضاف “لقد أجريت الانتخابات وأُعلنت النتائج، وحان الوقت لبدء الحوار بين جميع الأطراف.

لكن الأهم هو أن الحكومة المقبلة ستتشكل على أساس «إقليم واحد وبرلمان واحد وحكومة واحدة وسلطة واحدة للبيشمركة».

وقال الرئيس بارزاني: “حان الوقت للتفكير في الخطط الاستراتيجية”، وأشار إلى أهمية قطاعات الصحة والتعليم والزراعة والسياحة.

“نأمل أن ننجح”

وفي ختام حديثه استذكر الرئيس بارزاني الأحداث الأخيرة لـ”عملية التسوية الجديدة” وقال:

وقال “إنه لمن دواعي سرورنا أن نسمع مؤخرا أن هناك مبادرة لعملية السلام في تركيا.

ونأمل أن ينجح وألا يعيق أحد في الماضي.

يمكن للجميع التحدث، لكن المهم هو العمل”.