Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ti pêvajo nîne û ew dixwazin nîqaşên heyî veguherin pêvajoyê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê tev li civîna gel bû.
Di civînê de nûnerên rêxistinên sivîl amade bûn.
Tuncer Bakirhan piraniya axaftina xwe ji bo pêşhatên dawî yên siyasî ya Tirkiyeyê û krîza aborî veqetand.
“Peyama Ocalan hêvî çêkir”
Tuncer Bakirhan li ser îdiayên “pêvajoya nû” wisa got:
“Em li kû derê ne? Em li vir in, di vê mijarê de ti carî fikrên me nehatin guherîn.
Em pêwendiyên Kurdan û Tirkan ên li ser bingeha demokratîk diparêzin û piştgiriyê wê bingehê dikin.
Di demekî nêz de ji bo vê yekê firsendên dîrokî derketin holê.
Piştî ku wekîlê me Omer Ocalan bi birêz Ocalanê 44 meh bûn hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re dihate astengkirin hevdîtin kir.
Bi gelek aliyên civakê re hêviyek çêbû. Mirovên bi awayekî neyînî li Kurdan dinêrîn piştî hevdîtinê got ‘bila ev mesele were çareserkirin’ bingeheke wê ya girîng heye.
Belê birêz Ocalan gotineke gelek zelal got.
Ocalan got, ‘heger şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzim bingeha hiqûqî û siyasî. Ez amade me ku alîkariyê bikim û bi xwe bawer im’
Em jî dibêjin ku şansekî zêde derket holê. Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.
Partiya ku wî ava kiriye KCKyê jî daxuyanî da û îşaret bi birêz Ocalan kir.
Hevalên hêja niha hîn ti pêvajo nîne. Dema em hin qenalan vedikin maşalah her tiştî diaxivin, li cihên ku em lê nînin çareser dikin.
Li Tirkiyeyê nerîteke wisa heye. Muxatab bi xwe nîne, gotina wî nîne lê hinek gelek caran li ser şiroveyan dikin.
Hîn jî di asta nîqaşê de ye û gelo dê veguhere pêvajoyekê em ji vê zêde ne piştrast in.
Li hemberî me desthilatek û hevkarên wê hene. Bawer bikin em jî nizanin çi qasî ji dil in û dê vê meseleyê bi diyalogê çareser bikin an na.”
“Ti dîplomasiya veşartî nîne”
Tuncer Bakirhan behsa îdiayên hevdîtinên nehênî yên AK Partî û DEM Partiyê jî kir û wiha got:
“Berovajî çapemeniyê dîplomasiyeke veşartî nîne, hevdîtinek nîne.
Em hewl didin di çarçoveya çapemeniyê û gotinên akrorên deshilatê û yên girêdayî wê de nirxandinekê bikin.
Em niha li kû derê ne? Em bi dil û can dixwazin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê.
Em ji bo diyalogê amade ne, DEM Partî ji bo diyalogan amade ye û ji bo pêşxistina bingeha diyalogê heye.
DEM Partî bi hemû hilbijêr û rêxistina xwe tiştên hêvîdêr ên herî biçûk jî dinirxîne.
Ji ber vê yekê divê em van nîqaşan ji nêzîk ve bişopînin. Tiştên ku em îro li vir bi we re parve dikin, divê hûn jî bi gelê me û gelên din re parve bikin.
Aşitî tişteke wisa ye ku her kesî eleqedar dike. Hemû gelên li Tirkiyeyê eleqedar dike. Herî zêde jî jin û ciwanan eleqedar dike.
Madem aşitî her kesî eleqedar dike, wê demê divê birêxistinbûna me li seranserê Tirkiyeyê hebe.
Piraniya kedkaran xizan in, hatine cihêkirin, keda wan tê îstîsmarkirin û nikarin bi zimanê xwe biaxivin.
Memleket ne demokratîk e û azadî tên binpêkirin. Ji ber vê yekê beşeke mezin heye ku em têkildarî vê meseleyê bi wan re rehevdîtinan pêk bînin.
Bi vî awayî em dikarin van nîqaşan veguherînin pêvajoyekê.
أربيل (رووداو) – أكد الرئيس المشترك لحزب الديمقراطيين الدميقراطي، تونجر باكيرهان، أنه لا توجد عملية، وأنهم يريدون تحويل المناقشات الحالية إلى عملية.
انضم الرئيس المشارك العام لحزب الشعب من أجل المساواة والديمقراطية (DEM) تونجر باكيرهان إلى الاجتماع العام في مركز الثقافة والمؤتمرات الثقافي في ديار بكر.
وحضر اللقاء ممثلون عن المنظمات المدنية.
وخصص تونجر باكيرهان معظم حديثه لآخر التطورات السياسية في تركيا والأزمة الاقتصادية.
“رسالة أوجلان خلقت الأمل”
وقال تونجر باكيرهان عن مزاعم “العملية الجديدة”:
“أين نحن؟ نحن هنا، وأفكارنا حول هذه القضية لم تتغير أبدًا.
نحن نحمي العلاقات بين الأكراد والأتراك على أساس ديمقراطي وندعم هذا الأساس.
وفي المستقبل القريب ظهرت فرص تاريخية لذلك.
وبعد أن التقى ممثلنا عمر أوجلان بالسيد أوجلان لمدة 44 شهراً، تم منع لقاءه مع عائلته ومحاميه.
كان هناك أمل في العديد من جوانب المجتمع. الأشخاص الذين ينظرون إلى الأكراد بطريقة سلبية قالوا بعد اللقاء: “دعونا نحل هذه القضية”، ولها أساس مهم.
نعم السيد أوجلان قال كلاماً واضحاً جداً.
وقال أوجلان: إذا توفرت الظروف فأنا أملك القوة النظرية والعملية لتحويل هذه العملية من أساس الحرب والعنف إلى الأساس القانوني والسياسي. أنا مستعد للمساعدة وأنا واثق”
ونقول أيضًا أن هناك فرصة إضافية. ويريد السيد أوجلان أن يتم حل هذه القضية من خلال الحوار والمفاوضات.
كما أدلى الحزب الذي أسسه، KCK، ببيان أشار فيه إلى السيد أوجلان.
أصدقائي الأعزاء، لا توجد عملية بعد. عندما نفتح بعض القنوات، يتحدث ماشاء الله عن كل شيء، ويحل الأماكن التي لسنا فيها.
هناك مثل هذا الاتجاه في تركيا. المحاور ليس نفسه، ليس لديه كلمات، لكن البعض يعلق عليها في كثير من الأحيان.
لا يزال الأمر قيد المناقشة ولسنا متأكدين مما إذا كان سيتحول إلى عملية.
هناك حكومة وشركاؤها ضدنا. صدقوني، لا نعرف حتى مدى صدقهم وما إذا كانوا سيحلون هذه القضية عن طريق الحوار أم لا”.
“لا توجد دبلوماسية سرية”
وتحدث تونجر باكيرهان عن مزاعم اللقاءات السرية بين حزب العدالة والتنمية وحزب الديمقراطيين الديمقراطيين وقال:
“على عكس وسائل الإعلام، لا توجد دبلوماسية سرية، ولا يوجد اجتماع.
نحاول إجراء تقييم في سياق الصحافة وتصريحات السلطات ومن يرتبط بها.
أين نحن الآن؟ ونحن نريد مخلصين أن تتحول هذه المناقشات إلى عملية.
نحن جاهزون للحوار، وحزب الديمقراطيّة الديمقراطيّة جاهز للحوار وهناك أساس لتطوير الحوار.
يقوم حزب DEM بتقييم حتى أصغر الأشياء المفعمة بالأمل مع جميع ناخبيه وتنظيماته.
ولذلك، يجب علينا أن نتابع هذه المناقشات عن كثب. ما نشاركه معكم هنا اليوم، يجب أن تشاركوه أيضًا مع موظفينا وغيرهم من الأشخاص.
السلام هو أمر يهم الجميع. الأمر يهم جميع الناس في تركيا. والأهم من ذلك كله أن الأمر يتعلق بالنساء والشباب.
وبما أن السلام يهم الجميع، فيجب أن نكون منظمين في جميع أنحاء تركيا.
معظم العمال فقراء، ويتعرضون للتمييز، ويتم استغلال عملهم ولا يستطيعون التحدث بلغتهم.
البلاد ليست ديمقراطية والحريات تنتهك. لذلك، هناك جزء كبير علينا أن نعقد لقاءات معهم بهذا الشأن.
وبهذه الطريقة يمكننا تحويل هذه المناقشات إلى عملية.”