Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî bîranîna nivîskar û helbestvanê navdar Cegerxwîn bû û diyar kir ku êş û hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman.
Cegerxwînê ku di ser mirina wî re 40 sal derbas bûne li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat bibîranîn.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê, ji bo 40emîn salvegera mirina Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xist.
“Cegerxwîn bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye”
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucakê, di bîranînê de ku axivî û got ku Cegerxwîn bi jiyan û têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye û wiha domand:
“Di helbestên xwe de êş û hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman. Ji aliyê din, di jiyana xwe de xebatên siyasî meşand û ji bo ziman û çanda Kurdî jî têkoşîn kir.
Ji bo ku gel hemû ramanên wî fam bike, di helbestên xwe de Kurdiyeke sade, paqij û bi awayekî hêsan bi kar anî.
Ev jî bû sedema pêşketina zimanê me. Ji helbestên Cegerxwîn gelek beste û stran hatin çêkirin.”
“Bandora risteyên wî li Ser Kurdan hîn jî berdewam e”
Bucakê diyar kir ku helbestên Cegerxwîn di serdema xwe de wekî daxuyaniyên siyasî di nav gel de digeriyan û bandora malik û risteyên wî li ser Kurdan hîn jî berdewam e.
Bucakê ev çarîna Cegerxwîn xwend:
“Bilbil ma tu zanî ez kî me/ Tu her azad î lê ez dîl im/ Bêhêlîn û bêwar, bêdîn û bêîman/ Ez Cegerxwîn im, xortê Kurd im”
“Xebatên ji bo ziman tên meşandin bi qîmet in”
Bucakê bi gotina, “Em baş dizanin ku dilê her Kurdekî ji bo vî bajarî lê dide. Em wek hevserokên vî bajarî, serbilind in ku em li Amedê ji bo helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwîn kom bûne” spasiya xwe pêşkêşî kesên ku di amadekirina bîranînê de xebitîn kir.
Bucakî her wiha got:
“Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji salên dirêj ve li ser ziman û çanda Kurdî xebatan dike, em spasiya wan jî dikin.
Joyce Blau, yek ji damezrînerên Enstîtuyê, berî mehekê wefat kir. Xwedê efû bike.
Em ji bo xizmeta wê ya ji bo zimanê Kurdî spasdar in. Hemû nivîskar û xebatkarên zimanê Kurdî, kedên we ji bo me wek welatek e. Nayê jibîrkirin.
Em xebat û kedên hemû saziyên Kurdî û weşanxaneyan pîroz dikin. Ev xebatên ku ji bo vî zimanî tên meşandin, xebatên pîroz û bi qîmet in.”
“Me Rêveberiya Bipêşxistina Zimanî ji nû ve ava kir”
Bucakê destnîşan kir ku ew dê wekî Şaredariya Mezin a Amedê piştgiriyê bidin her cure xebatên zimanî, got:
“Ji ber vê yekê me Rêveberiya Bpêşxistina Zimanî ji nû ve ava kir. Ez hêvî dikim ku em bibin hevparê vê xebata pîroz.”
Bernameya bîranînê, piştî axaftinên beşdaran bi guhdariya muzîkê ya ku tê de helbestên Cegerxwîn hatin pêşkêşkirin, bi dawî bû
RÜDAW……Hewlêr (Rûdaw) – شارك الرئيس المشارك لبلدية ديار بكر، سيرا بوكاك، في تأبين الكاتب والشاعر الشهير جكرخوين وذكر أنه عبر عن الألم والأمل في حرية الأكراد.
بعد مرور 40 عامًا على وفاته، بقي جكركسوين في الذاكرة في محافظة ديار بكر بشمال كردستان.
أقام المعهد الكردي في باريس ومؤسسة الرافدين حفلاً تذكارياً بمناسبة الذكرى الأربعين لوفاة جكرخوين في مركز الثقافة والمؤتمرات في آمد.
“جكرخوين تركت أثراً كبيراً لدى الكرد”
وتحدث الرئيس المشترك لبلدية ديار بكر سيرا بوكاكي في النصب التذكاري وقال إن جكرخوين ترك أثراً كبيراً في حياة الكرد ونضاله وتابع على النحو التالي:
“لقد عبر في قصائده عن ألم وأمل حرية الأكراد. ومن ناحية أخرى، قام بأنشطة سياسية في حياته وناضل من أجل اللغة والثقافة الكردية.
ولكي يفهم الناس كل أفكاره، استخدم لغة كردية بسيطة ونقية وبسيطة في قصائده.
وقد أدى هذا أيضًا إلى تطور لغتنا. تم تأليف العديد من المؤلفات والأغاني من قصائد جكرخوين.
“تأثير أبياته على الأكراد لا يزال مستمراً”
وقال بوكاك إن أشعار جكرخوين كانت تستخدم كبيانات سياسية بين الناس في عصره، ولا يزال تأثير قصائده وأبياته على الكرد مستمراً.
ألقى بوكاك هذه القصيدة من جكرخوين:
“بلبل، هل تعرف من أنا/ أنت دائمًا حر، لكني عبد/ أنا مشرد ومتشرد، مجنون وغير مؤمن/ أنا جكرخوين، صبي كردي”
“الأعمال المنجزة من أجل اللغة ذات قيمة”
وقال بوكاك: “نحن نعلم جيداً أن قلب كل كردي يتألم لهذه المدينة. وباعتبارنا قادة مشاركين لهذه المدينة، نحن فخورون باجتماعنا في ديار بكر من أجل الشاعر الكبير سيداي جكرخوين” وأعرب عن امتنانه لأولئك الذين عملوا في هذه المدينة. تم إعداد النصب التذكاري
وقال بوكاكي أيضاً:
“المعهد الكردي في باريس يعمل على اللغة والثقافة الكردية منذ سنوات عديدة، ونحن نشكرهم.
جويس بلاو، أحد مؤسسي المعهد، توفيت منذ شهر. بارك الله فيك.
ونحن ممتنون لخدمتها للغة الكردية. جميع الكتاب والعاملين باللغة الكردية، عملكم بمثابة وطن بالنسبة لنا. لا تنسى.
ونهنئ جهود كافة المنظمات ودور النشر الكردية. وهذه الأعمال التي يتم تنفيذها من أجل هذه اللغة هي أعمال مقدسة وثمينة”.
“أعدنا تأسيس إدارة تطوير اللغات”
وقال بوكاك إنهم سيدعمون جميع أنواع الأنشطة اللغوية مثل بلدية ديار بكر الكبرى، وقال:
“ولهذا السبب قمنا بإعادة تأسيس إدارة تطوير اللغات. وآمل أن نكون شريكا في هذا العمل المقدس.”
واختتم البرنامج التذكاري، بعد كلمات المشاركين، بالاستماع إلى الموسيقى التي قدمت فيها قصائد جكرخوين.