Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê got, “Me ev rejîma talanker û xespker qebûl nekir û em dê nekin jî. Şaredarî yên gel in.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
“Em vê rejîma talanker û xespker qebûl nakin”
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û biland:
“Me şaredariya xwe bi rêjeya dengên herî zêde stand. Me ev rejîma talanker û xespker qebûl nekir û em dê nekin jî. Şaredarî yên gel in.”
Gulistan Sonukê paşê posteke din belav kir û got, “Em derbasî avahiya şaredariya xwe dibin. Em ti biryarên nehiqûqî nas nakin.”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
Wezaretê Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan bi endamtiya PKKyê tohmetbar kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser tayînkirina qeyûm got, “Em qet milê xwe danaynin, em destûrê nadin ku îradeya gel were xespkirin.”
Paralementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got, “Em qeyûm qebûl nakin, em dê destûrê nedin xespê.”
Divê were gotin DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de her 3 şaredarî jî standibûn.
…هولير (روداو) – قال الرئيس المشارك لبلدية إيليه، جولستان سونوكو: “لم نقبل هذا النظام المفترس والمفترس ولن نقبله أيضًا”. البلديات ملك للشعب.”
أعلنت وزارة الداخلية التركية في بيان مكتوب، أنها قامت بتعيين الوالي على بلديات محافظتي ماردين وإيليه ومنطقة خلفتي في ريها.
“لا نقبل بهذا النظام المفترس والمفترس”
رد جولستان سونوكو، الرئيس المشارك لبلدية إيليه، على هذا القرار من خلال حسابه X وقال:
“لقد فزنا ببلديتنا بأكبر عدد من الأصوات. نحن لم نقبل هذا النظام الغاشم والمفترس ولن نقبله أيضاً. البلديات ملك للشعب.”
ثم نشرت جولستان سونوك منشورًا آخر وقالت: “نحن ندخل مبنى بلديتنا. لا نعترف بأي قرارات غير قانونية”.
وبحسب بيان وزارة الداخلية التركية، فقد تم تعيين والي ماردين تونجاي أكويون بدلاً من أحمد ترك.
تم إقالة جولستان سونوك، الرئيس المشارك لبلدية إيليه، وتعيين محافظ إيليه، أكرم كانالب.
وتم إقالة الرئيس المشارك لبلدية الخلفية، محمد قريلان، وتعيين محافظ الخلفية، هاكان باش أوغلو، محافظاً.
واتهمت الوزارة أحمد ترك وجولستان سونوك ومحمد كارايلان بالانتماء إلى حزب العمال الكردستاني.
وقال عمدة مدينة ماردين، أحمد تورك، عن تعيين الحاكم: “لن نستسلم أبدًا، ولن نسمح بانتهاك إرادة الشعب”.
وقالت البرلمانية عن حزب الديمقراطيين الديمقراطيين في ماردين، صالحة عيدنيز، “لا نقبل القيوم ولن نسمح بالكسب”.
وتجدر الإشارة إلى أن حزب DEM فاز بجميع البلديات الثلاث في انتخابات 31 مارس.