Skip to content

السفينة

alsafina.net

Primary Menu
  • الرئيسية
  • الأخبار
  • افتتاحية
  • حوارات
  • أدب وفن
  • مقالات رأي
  • منوعات
  • دراسات وبحوث
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • الأرشيف
  • Home
  • Serokê PDK-Tyê: Em banga Bahçelî erênî dibînin 4 demjimêr berê ………..RÛDAW
  • الملف الكوردي

Serokê PDK-Tyê: Em banga Bahçelî erênî dibînin 4 demjimêr berê ………..RÛDAW

khalil المحرر نوفمبر 6, 2024

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş derbarê banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo Ocalan de got, “Em banga Bahçelî erênî dibînin.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşînê got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî da vê daxuyaniyê û wekî “derfeteke dîrokî” pênase kir.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand, “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan jî amade ye, gelo dewlet amade ye?”

Herî dawî jî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê tayîn kirin.

Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş derbarê rewş û mijarên di rojevê de ne daxuyanî da.

Peyama Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş wiha ye:

“Ev 500 sal in ku miletê Kurd rojeke aram neditiye, bi hêjayiyên xwe yên neteweyî şad nebûye, li ser axa bav û kalên xwe wekî dîl di bin zilm û azaran de dijî.

Serê wan hatiye jêkirin, koçber bûne. Di rêyên koçberiyê de bi hezaran kesan canê xwe ji dest daye, terş û heyînên wan talan bûne û ew hatine zindanîkirin.

Bi 100 hezaran însan hatine qetilkirin, welatê wan hatiye dagirkirin, ji mafê xwe yên neteweyî (çand, dîrok, ziman, wêje) bêpar maye.

Ev rûdan tenê ne di dema Osmaniyan û Sefewiyan de çêbûne, bi piranî dema Cumhuriyetê di bin desthilata îdeolojiya Kemalîzmê de jî çêbûne.

Tevî van zilm û zordariyan dîsa em Kurdên Bakur, dewleta Tirk ji ya Ereban û Farisan dilovantir hîs dikin û tercih dikin.

Eger dewleta Tirk mafê Kurdan nas kiriba welatiyên Kurd bi rengê wekhevî û demokratîk di yasayên xwe de bipejiranda, bawer im ku yek Kurd jî li ser cudabûna ji dewleta Tirk nedifikirî.

Hinek dibêjin ‘Pirsa Kurd’ ev hevok ne rast e, di eslê xwede navê wê ‘Pirsgirêka Kurdistanê ye’.

Divê dewlet vê pirsgirêka xwe çareser bike.

Ev jî bi soz û helwest û bi têkilîyên rasteqînî, bi bang û dirêjkirina destên dilovanî û samîmî pêk tê, ne bi armancên xapandinê.”

“Em banga Bahçelî erênî dibînin”

Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş her wiha anî ziman:

“Dema birêz Devlet Bahçelî destê aştiyê dirêji DEM Partiyê kir û bangî Ocalan kir û got ‘were li meclîsê, di koma DEM Partiyê de biaxive, bibêjê min teror qedand û rêxistina PKKyê fesh dikim’ Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî piştgiriya xwe da vê pêşniyara Devlet Bahçelî.

Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) vê bang û helwesta birêz Devlet Bahçelî û pejirandina Serokkomar li ser vê babetê erênî dinirxînin.

Di dîrokê de ev bangên wilo gelek caran ji Kurdan re hatine kirin lê pêk nehatine.

Di dema Peymana Lozanê de Mustefa Kemal jî bangî Kurdan dikir û digot, ‘Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nikarin bijîn, Tirk û Kurd birayên hev in’.

Heta behsa mafê xweseriya herêmî û mafê federasyonê jî dikir.

Lê mixabin ku dema karê xwe qedand, Kurd dîl girtin, tiştên di destê Kurdan de hebûn ew jî ji wan standin.

Di tiştên ku niha Devlet Bahçelî û Serokkomar dibêjin de jî metirsî ev e:

1) Kurd vê wekî heman banga Mustefa Kemal dinirxînin. Ji ber vê di metirsiyê de ne.

2) Ji ber ku binê van bang û hewldanan vala dibînin.

3) Gelo armanc çi ye? Dê çi were kirin ne diyar e.

Eger ku ev bang ji dil be, tifaqa Cumhurê bixwaze ve pirsgirêkê çareser bike, pêwist e bi hêz û saziyên sivîl ên demokratîk re, bi partiyên siyasî yên Kurdan re yên ku ne piştgirên çekdariyê ne, tenê bi rêya meşrû, legal û demokratîk doza mafê xwe yê rewa dikin re bikevê nava hewldanan, têkiliyan deyne, hevdîtinan pêk bîne û komîsyonan bişîne heremê.

Divê ew bi nûnerên gelê Kurd û partiyên Kurdan re rûnin û li wan guhdar bikin, rê û rêbazên çareseriyê bi hev re bibînin.

“Dîrok xwe dubare dike”

Kardaş hişyarî da û got:

“Diyar e ku dîrok xwe dubare dike. Pêvajoya Lozana duyem di rojeva dewletên mezin de diçirise.

Li Rojhilata Navîn xêzên nû li erdnîgariya herêmê, di bin van çirûskên nû de dê bên xêzkirin.

Me hêvî heye ku destê dewletê vê carê ji Kurdan re destê rasteqîn û dilovaniyê be.

Eger ku ehd û sozên dewletê ne ji dil bin û Kurd jî sûd wernegirtibin, dê Kurd jî û Tirk jî winda bikin.

Em hêvî dikin ku gelê Kurd li ser maseya Lozana duyemîn bê nakokiya navxwe, yekgirtî, bihêz û yekhelwest, yekdeng û bi rûmet cihê xwe bigirin. Xwe ji peymanên nû re amade bikin. Ev nebe nabe.”

 

Continue Reading

Previous: مظاهرات ضد المحافظين: اعتقال 140 شخصا في 8 محافظات المصدر روداو قسم الكردي
Next: Komcivîna DEM Partiyê li Mêrdînê bû: ‘Bila xeletiya xwe sererast bikin…….Rûdaw

قصص ذات الصلة

  • الملف الكوردي

الشعب مستعد للسلام: نسبة تأييد قرار حزب العمال الكردستاني ٧١.٥٪. المصدر : روداو

khalil المحرر يونيو 4, 2025
  • الملف الكوردي

اكرم حسين تيار مستقبل كردستان سوريا: بين أزمة الهوية وتحديات التجديد..؟.المصدر:صفحة الكاتب

khalil المحرر يونيو 1, 2025
  • الملف الكوردي

بيان بمناسبة الذكرى العشرين لتأسيس تيار مستقبل كردستان ….تيار مستقبل كُردستان سوريا 

khalil المحرر مايو 28, 2025

Recent Posts

  • دمشق تتابع بدقة عملية ضبط نشاط التنظيمات الفلسطينية…دمشق المصدر : بندر الشريدة …. الشرق الاوسط
  • هل من تنسيق لبنانيّ – أميركيّ بمواجهة التّصعيد الإسرائيليّ؟ ملاك عقيل…..المصدر: أساس ميديا
  • بعد طُوفان غزّة: “الحلم” بالهجرة الطوعية؟ هشام عليوان……..المصدر: أساس ميديا
  • عراقجي في بيروت يعتمد أسلوب “تاجر السجّاد”؟ وليد شُقَير……..المصدر: أساس ميديا
  • حكاية رئيسين: “الصيّاد” يجمع الحريري وعبيد (1/3) المصدر: أساس ميديا

Recent Comments

لا توجد تعليقات للعرض.

Archives

  • يونيو 2025
  • مايو 2025
  • أبريل 2025
  • مارس 2025
  • فبراير 2025
  • يناير 2025
  • ديسمبر 2024
  • نوفمبر 2024
  • أكتوبر 2024
  • سبتمبر 2024
  • أغسطس 2024
  • يوليو 2024
  • يونيو 2024
  • مايو 2024
  • أبريل 2024
  • مارس 2024
  • فبراير 2024
  • يناير 2024
  • ديسمبر 2023
  • نوفمبر 2023
  • أكتوبر 2023

Categories

  • أدب وفن
  • افتتاحية
  • الأخبار
  • المجتمع المدني
  • الملف الكوردي
  • حوارات
  • دراسات وبحوث
  • مقالات رأي
  • منوعات

أحدث المقالات

  • دمشق تتابع بدقة عملية ضبط نشاط التنظيمات الفلسطينية…دمشق المصدر : بندر الشريدة …. الشرق الاوسط
  • هل من تنسيق لبنانيّ – أميركيّ بمواجهة التّصعيد الإسرائيليّ؟ ملاك عقيل…..المصدر: أساس ميديا
  • بعد طُوفان غزّة: “الحلم” بالهجرة الطوعية؟ هشام عليوان……..المصدر: أساس ميديا
  • عراقجي في بيروت يعتمد أسلوب “تاجر السجّاد”؟ وليد شُقَير……..المصدر: أساس ميديا
  • حكاية رئيسين: “الصيّاد” يجمع الحريري وعبيد (1/3) المصدر: أساس ميديا

تصنيفات

أدب وفن افتتاحية الأخبار المجتمع المدني الملف الكوردي حوارات دراسات وبحوث مقالات رأي منوعات

منشورات سابقة

  • الأخبار

دمشق تتابع بدقة عملية ضبط نشاط التنظيمات الفلسطينية…دمشق المصدر : بندر الشريدة …. الشرق الاوسط

khalil المحرر يونيو 6, 2025
  • مقالات رأي

هل من تنسيق لبنانيّ – أميركيّ بمواجهة التّصعيد الإسرائيليّ؟ ملاك عقيل…..المصدر: أساس ميديا

khalil المحرر يونيو 6, 2025
  • مقالات رأي

بعد طُوفان غزّة: “الحلم” بالهجرة الطوعية؟ هشام عليوان……..المصدر: أساس ميديا

khalil المحرر يونيو 6, 2025
  • مقالات رأي

عراقجي في بيروت يعتمد أسلوب “تاجر السجّاد”؟ وليد شُقَير……..المصدر: أساس ميديا

khalil المحرر يونيو 6, 2025

اتصل بنا

  • Facebook
  • Instagram
  • Twitter
  • Youtube
  • Pinterest
  • Linkedin
  • الأرشيف
Copyright © All rights reserved. | MoreNews by AF themes.