أربيل (رووداو) – قال الرئيس المشترك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي والسياسي الكردي صلاح الدين دميرطاش، عن عملية الحل الجديدة، “لا يمكن حل المشكلة بالاتفاق بين الدولة وحزب العمال الكردستاني، يجب أن يشارك الشعب أيضًا في العملية. ”
التقى المحامي والسياسي الكردي صدقي زيلان بصلاح الدين دميرطاش في سجن أدرنة يوم الأحد.
وتحدث صدقي زيلان عن زيارته لروداو فقال:
“استغرق اللقاء بيننا وبين صلاح الدين دميرطاش حوالي ساعتين. تحدثنا عن الأجندة السياسية وعملية الحل”.
وأبلغ زيلان أن دميرتاش أخبره أنه “لم يكن هناك اجتماع مباشر معه من قبل الدولة أو حزب العدالة والتنمية بشأن عملية الحل”.
“أنا سجين ولا أناقش المسألة الكردية”
وفقًا لزيلان، قال الرئيس المشارك السابق لحزب الشعوب الديمقراطي:
“أنا مستعد لدعم العملية، بعض المحامين جاءوا لزيارتي، لكنني قلت لهم، لن أتحدث معكم عن القضية الكردية في السجن.
أنا شخص مغلق. إذا كنت تريد مناقشة الحل، دعني أذهب أولاً، دعنا نتحدث عند الباب.”
“يجب أن يصبح الأكراد جزءاً من الدولة من أجل الحل”
وقال دميرتاش أيضًا: “لن يتم حل المشكلة بالاتفاق بين الدولة وحزب العمال الكردستاني، يجب على الشعب أيضًا أن يشارك في العملية.
إذا لم يكن الأمر كذلك، فلن يكون هناك سلام اجتماعي. ومن أجل التوصل إلى حل، يجب أن يصبح الأكراد جزءا من الدولة”.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPyê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê de got, “Bi lihevkirina dewlet û PKKyê pirsgirêk çareser nabe, divê gel jî di nav pêvajoyê de cih bigire.”
Parêzer û siyasetmedarê Kurd Sidki Zîlan roja yekşemê li Girtîgeha Edirneyê bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kir.
Sidki Zîlan derbarê serdana xwe ji Rûdawê re axivî û got:
“Hevdîtina me û Selahattîn Demîrtaş nêzîkî 2 demjimêran berdewam kir. Em li ser rojeva siyasetê û pêvajoya çareseriyê axivîn.”
Zîlan da zanîn ku Demîrtaş jê re gotiye, “Ji bo pêvajoya çareseriyê ti hevdîtina rasterast ji aliyê dewletê û AK Partiyê ve bi wî re nehatiye kirin.”
“Ez kesekî girtî me û li ser pirsa Kurd gotûbêjê nakim”
Bi gotina Zîlan, hevserokê berê yê HDPyê gotiye:
“Ez amade me piştgiriya pêvajoyê bikim, hinek parêzer hatin serdana min lê min ji wan re got, ez di girtîgehê de bi we re li ser pirsa Kurd naaxivim.
Ez kesekî girtî me. Eger hûn dixwazin em li ser çareseriyê gotûbêjê bikin, destpêkê min berdin, em li ber derî biaxivin.”
“Ji bo çareseriyê divê Kurd bibin hevbeşê dewletê”
Demirtaş her wiha gotiye: “Bi lihevkirina dewlet û PKKyê pirsgirêk çareser nabe, divê gel jî di nav pêvajoyê de cih bigire.
Eger wiha nebe aştiya civakî pêk nayê. Ji bo çareseriyê divê Kurd bibin hevbeşê dewletê.”