.. هولير (روداو) – تم منع لقاء المحامين مع زعيم حزب العمال الكردستاني عبد الله أوجلان لمدة 6 أشهر أخرى.
وسوف يستأنف مكتب Century Law Office أمام المحكمة الدستورية التركية ضد القرار.
وبحسب خبر وكالة ميزوبوتاميا (MA)، فقد تم منع لقاء المحامين مع عبد الله أوجلان وعمر خيري كونار وفيسي أكتاش وهاميلي يلدريم، المعتقلين في سجن إمرالي.
وتقدم محامو أوجلان بطلب إلى محكمة التنفيذ الثانية في بورصة للقاء موكلهم.
أعلن المحامون أنه في 6 نوفمبر، تم الإعلان عن “حظر اجتماع جديد لمدة 6 أشهر” لموكليهم.
واستأنف محامو أوجلان القرار أمام محكمة الجنايات الكبرى في بورصة، لكن المحكمة رفضت استئناف المحامين.
وسيستأنف المحامون أمام المحكمة الدستورية التركية ضد القرار.
ومؤخراً، في 3 أيار/مايو 2024، تم منع اللقاء مع أوجلان لمدة 6 أشهر.
وقد ذهب آخر نائب من حزب الديمقراطيين الديمقراطيين من ريها عمر أوجلان إلى إمرالية في 23 أكتوبر من هذا العام.
لكن لقاء العائلة والمحامين مع أوجلان محظور منذ عام 2016 لأسباب مختلفة.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevdîtina parêzeran a bi rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re 6 mehên din jî hat qedexekirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hemberî biryarê dê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê bide.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirimê ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin hatiye qedexekirin.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Dadweriya 2yemîn a Înfazê ya Bursayê da.
Parêzeran da zanîn ku 6ê Çiriya Paşîn ji bo muwekîlên wan “6 meh qedexeya hevdîtinê” ya nû hatiye ragihandin.
Parêzerên Ocalan li ser vê yekê li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê îtirazî biryarê kir lê dadgehê îtiraza parêzeran red kir.
Parêzer li dijî biryarê dê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê bidin.
Herî dawî 3yê Gulana 2024an hevdîtina bi Ocalan re 6 mehan hatibû qedexekirin.
Herî dawiyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan 23yê Çiriya Pêşîn a îsal çûbû Îmraliyê.
Lê hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re ji 2016an ve bi hincetên cuda cuda tê qedexekirin.