Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê Bi minasebeta 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hemû helbestên wî di diwanê bi navê Botannameyê de çap kir.
Botannameya Berken Bereh ji 10 dîwanên kevn, yeke nû, hinek nivîsên li ser wî û fotoyan pêk tê.
Li gorî zanyariyên Avestayê Botanname dê tenê careke were çapkirin û Botanname dibe berhema 900î ya Weşanên Avestayê.
Berken Bereh kî ye?
Sala 1954ê li bajarê Şirnexê hatiye dinyayê. Cara yekê helbestên wî di kovara Tîrêjê de (Yekem kovara Kurdî ye li Bakurê Kurdistanê) de hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîssên wî di gelek kovar û rojname û TVyên Kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hwd.)
Sala 1999an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke internetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derketin. Hin helbestên wî li Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî Û Farisî hatin wergerandin.
Li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek tevlî konferans û panêlên edebî bûye.
Bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan ên Bakurên Kurdistanê çêbûye.
Helbestvan li Êliha Bakurê Kurdistanê dijî û hîn jî bi awayekî çalak helbestan dinivîse.
Weşanên Avestayê diyar kiriye ku dê helbestvan Berken Bereh sibê û dusibe li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê be û Botannameyê îmze bike.
Berhemên Berken Bereh ên çapbûne wiha ne:
Êş (Weşanên Sî, 2001)
Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)
Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)
Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)
Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)
Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)
Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)
Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)
Çemê Baranê (Avesta, 2019)
Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)
Parve bike li ser
Share on Facebook
Share on Twitter
Share on Whatsapp
Share on Telegram
Share on Viber
Share on Messenger