Hewlêr (Rûdaw) – Boksorên Kurd ên ji Gurcistanê David Faroî û Daniel Faroî li hemberî welatiyên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan serkeftina xwe bi muzîka Kurdî û Alaya Kurdistanê pîroz kir.
Kompanya IFCyê ya Almanyayê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024ê li Tiflîsa paytexta Gurcistanê şampiyoniya Kick Boksê ya navneteweyî li dar xist.
Ji welatên wekî Portugal, Holenda, Tirkiye, Ozbekistan, Xirwatistan û Azerbeycanê bi dehan werzîşvanên Kick Boksê beşdarî lîstikên li Tiflîsê bûn.
“Li hemberî boksorên ji Tirkiyeyê bi ser ketin”
Bavê David Faroiyê 19 salî û Rizo Faroî derbarê serkeftina kurê xwe ji Rûdawê re got:
“Kurê min David û biraziyê min Daniel di maça Kick Boksê de li hemberî rikeberên xwe yên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan li gel Alaya Gurcistanê, Alaya Kurdistanê jî bilind kir. Em bi serkeftina wan serbilind in.”
Rizo Faroî got ku li Gurcistanê li pêşiya sembolên Kurdî ti astengî nînin û dikarin sembolên xwe yên neteweyî bi kar bînin.
David û Daniel Faroî li gel stranên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê derketin ser dika lîstikê.
David Faroî li hemberî boksorê Tirk Remzî Kesenek û Daniel Faroyî li hemberî Ramazan Karayelê ku ji Bakurê Kurdistanê bi ser ket.